Laperê Serekî | Pirtûkên nû | Çapa çaran a "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim" derket

Çapa çaran a "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim" derket

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Di 4 hefteyan de 4 çap

Û nivîsa ku navê xwe daye kitêbê vêga jî bû kurtefilm

 

Çapa çaran a "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim" derket. Kitêb, cara pêşî li Diyarbekir, Fuara Kitêban a TÜYAPê hate belavkirin û rastî elaqeyek zêde hat. Di sê hefteyan de her sê çapên pêşî temam bûn. Çapa çaran jî derket. Hedefa weşanxaneyê ew e ku heta dawiya salê deh hezar kitêb bê belavkirin.

Kitêba nivîskarê galisyanî Séchu Sende “Made in Galiza“ bi kurdî di nav weşanên Avestayê de çap bû: Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim. Kitêba ku di “roja edebiyata galisyanî“ de ku du rojan piştî “cejna zimanê kurdî“ ye derket, ji bo balê bikişîne ser rewşa zimanê kurdî û zimanên di bin tehdîda tunekirin û asîmîlasyonê de ji aliyê 35 şexsiyetê kurd ve hatiye wergerandin. Buhayê li ser kitêbê ji sisêyan yekê piyasê ye, 4 TL ye. Herçiqas buha erzan jî be kitêb, bi kalîteya herî baş a kitêbên standard hatiye çapkirin.

 

ÛDi xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim“ bû kurtefilm

 

Vêga jî nivîsa ku navê xwe daye kitêbê bû kurtefilm. Dîrektorê filmê Genco Demirer e û film 05:29 deqîqeyan dikişîne. Dilay Urge leyistiye û Sozdar Başkan tekst xwendiye.

Hûn dikarin ji ser vê lînkê film daxin û temaşe bikin.

 

http://rcpt.yousendit.com/891593829/5ea0908418335ae895575190f1f40012

 

Çapkirina film serbest e.

 

Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim

Séchu Sende

ISBN: 978-605-5585-29-7

19.5x13, 144 rûpel, Çapa Çaran, 4 TL

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6