Tarîxa Edebiyata Kurdî’ derket
Weşanên Lîs ku li Diyarbekirê ye, pirtûka “Tarîxa Edebiyata Kurdî” ya wêjenasê navdar Qenatê Kurdo, dîwana “Ew Xanima Henê” ya Hesen Silêvanî û pirtûka kurteçîrokê ya “Û Çiya Jî Dinalin” a Omer Dewran weşand.
Pirtûka Prof. Dr. Qenatê Kurdo ya bi navê “Tarîxa Edebiyata Kurdî” ku yek ji wêjenasê navdar ê kurd e ji Weşanên Lîs derket. Di pirtûka ku ji 440 rûpelan pêk tê de, mijarên weke “Dîroka Lêgerîna Edebiyata Kurdî Li Nava Kurdan û Li Ûris”, “Rola Kovar û Rojnameyên Kurdî Di Dîroka Edebiyata Kurdî De”, “Zanyariyên Şerefxanê Bedlîsî û Evliya Çelebî Der Heqê Helbestkar û Zanyarên Kurdan De” û “Lêgerîna Dîroka Edebiyata Kurdî li Iraqê” cih digire.
Di pêşgotina Qenatê Kurdo ku dewletên Iraq, Îran, Tirkiye û Suriyê rexne dike de, ev tişt hatine nivîsandin:
“Hikûmetên stenkar ên cîranên kurdan ji her çar aliyan ve dora kurdan girtine, Kurdistan kirine bendîxane, kurd qeyd û cîdar kirine, bi salan û zemanan xwestine û dixwazin kurdan di nava xwe de bifetisînin, bihelînin, ruh û canê kurdewariyê ji dil û hinavên wan derînin, wan bê hiş û bê sewda bikin, wisa bikin, ku ew zimanê dayika xwe ya şêrîn, zimanê xwe yê zikmakî biterikînin, ji bîr bikin, dîroka xwe, dîroka şaristaniya xwe nizanibin. Hikûmetên stemkar bi vir û fistonan kurdan dixapînin, navên tirkên çiyayî, farsên çiyayî û navê erebên paşketî û Koçer li wan kirine, ew bê maf kirine, mal û canê wan dixwin, welatê wan talan û tajan dikin.”
Qenatê Kurdo ku di sala 1909’an de li Sûsiza bi ser Qersê hatiye dinyayê, neçar dimîne ku di 1918’an de ji ber komkujiya li ser Êzîdiyan berê xwe bide Ermenistanê. Qenatê Kurdo ku heta niha bi dehan berhemên bi kurdî nivîsandine, di 1985’an de jiyana xwe ji dest da.
Yek ji pirtûkên ku ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin jî dîwana bi navê Ew Xanima Henê” ya Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Duhokê Hesen Silêvanî ye. Weşanxaneyê, bi van pirtûkan re pirtûka kurteçîrokê ya “Û Çiya Jî Dinalin” a Omer Dewran jî weşand.
md AKnews




del.icio.us
Digg
Post your comment