Roja danasîna Dîroka Kurdên Koçber
?ore? Re?î ku bi xwe ji kurdên anatoliya navîn e, pirtûkek lêkolînî ku ji du cîldan pêktê li ser dîroka kurdên koçber amade kiriye û niha di nava we?anên Înstîtuya Kurdî li Stockholmê de bi zimanê kurdî derket!
Wek ku raya gi?tî dizane Re?î heta niha bi pirtûk û nivîsên xwe yên lêkolînî tê naskirin. Lê bi van herdu berhemên xwe mêjûyî ronahiyek da ser dîroka koçberiyê. Ev berhem di encama lêkolîn, xebat, xwewestandineke bi salan(10 sal) de derketiye.
Re?î dîroka koçberiyê ji serdema Hûrîyan heta salên 1800 an bi awayekî lêkolînerî nivîsiye. Pirtûk pi?ta xwe dide gelek faktayên dîrokî. Her wisa berhem bi nex?e, dîmen, ferman, tablet û tabloyên ku faktayan dide berhevdu hatiye xemilandin. Gelek dîmenên rengîn jî ji herêmên cuda yên ku kurd lê dijîn û yên ji derdora wan di pirtûkê de hene.
Di vê pirtûka dîrokî de gelek tez û îdeayên nû li ser dîrokê hene. Wek mînak ew teza turkan a ku dibêje Kara Koyin û Ak Koyin turk in, di vê berhema lêkolînî de tê pûç kirin. Bi vî awayî gelek tez û îspatên din jî bi belgeyên dîrokî têne ronî kirin.
Wekî din jî pirtûk têkiliyên kurdan ên bi gelên cîran û yên li herêmên dûr jî derdixe holê.
Her wisa pirtûk ji aliyê têkiliyên olî yên kurd û cîranên wan de jî çavkaniyeke balkê? e û gelek xalên tarî ku nayên zanîn ronî dike. Ji nivîsa li ser berga dawî ya pirtûkê ” … çawa dibe ku parçeyek ji êlê xwediyê ola zerde?tî be, yek elewiyê sersor be, yek ?îa be û yê din jî sunî be?”
Xaleke din a esasî jî di pirtûkê de ev e ku Re?î çand û edeta kurdan bi dîmen û nex?eyan pê?kê? dike. Di vê berhemê de mirov dikare kincên kurdan ji seranserî dîrokê heta roja îro bibîne. Ji vê awura candî de jî pirtûk têra xwe dewlemend e.
Înstutiya Kurd li stockholmê bi munasebeta derketina vê pirtûka dîrokî civîneke danasînê li dar dixwe.
Dem: 2009 01 04, Seat: 15. 00, Navnî?an: Mogårdsvägen 13. Vårby Gård, Înstutiya Kurd li Stockholmê.
Zarathustra News – zoroaster@comhem.se




del.icio.us
Digg