Laperê Serekî | Nûçe | Kesrayê Cegerxwîn Serdana Gora Bavê Xwe Dike

Kesrayê Cegerxwîn Serdana Gora Bavê Xwe Dike

Font size: Decrease font Enlarge font
image Kesrayê Cegerxwîn gurzek gul datîne ser Gora seydayê Cegerxwîn

 

 

 

 

 

 

 

 

Berî hatina xwe a bajarê Qamişlo bi dawî bîne, kurê seydayê Cegerxwîn yê mezin mamoste Kesrayê Cegerxwîn (Keyo), tirba bavê xwe restore û spî kir û bi helkeftina ku îsal 25 salan di ser koçkirina bavê wî re derbas dibe, di roja 30/08/2009 an de, di gel kebaniya xwe û çend neferan ji malbatê; Zibêrê Mele Xelîl( biraziyê Cegerxwîn, ku ji sala 1979 an de li Swêd dimîne), Muwefeq Saadî( neviyê Cegerxwîn, ji keça wî Sînem), mamoste Îsamê Mele mihemedê beyandûrî( xezûrê Kesra) û di gel wan nivîskarê kurd Konê Reş, bi çûneke taybet, çûn serdana gora helbestvanê netewî Cegerxwîn û gurzek gul li ser gora wî danîn.. 

   Bi danîna gurzê gulan re, mamoste Kesrayê Cegerxwîn wiha got: Ez spasiya xelkên Qamişlo dikim, bi hêvî me ku ew daxwazên bavê min ji tev xelkên Qamişlo re bi zûtirîn dem pêk werin.. Xort û keç bi serbestî herin serdana gora Seyda.. Û ez spasiya wan kesên kurdistanî dikim, ewên ji dûr têne Qamişlo û diçin serdana gora bavê min.. Gul û kulîlkan li ser gora wî datînin.. Em gulên wan û şopa wan dibînin, bijî ji wefadariya wan re...

   Hêjaye gotinê ku hedu kurên seydayê Cegerxwîn; Kesra û Azad li Swêd dimînin. Kesra ji sala 1979 an de, bi malitî, jiyana xwe li wir derbas dike.. Azad jî ji sala 1982 an de li Swêd e.

Ev hatina Kesra a Qamişlo, bêriya welat e, bêriya dost, heval û hogira ye, bêriya gora seydayê Cegerxwîn e..

Kesrayê ku Seydayê Cegerxwîn li ser wiha gitiye:

Adar e adar e newroz û bihar e

Adara rengîn e, dem û banga jîn e

Seyda xweş rêzan e, Keyo borîzan e..

   Ev 25 sal e ku seydayê Cegerxwîn koça dawî kiriye. Ew di roja 22/10/1984 an de li Stokholimê çûye ber dilovaniya Xwedê. Li ser wesyeta wî, ku wî li bajarê Qamişlo, di hewşa mala wî de veşêrin, hevalên wî, yên rêxistina PDPKS, wesyeta wî bi cî anîn û ew di roja 05/11/1984 an de, bi beşdarbûna cemawerekî zor zexim ji kurdistaniyan, ew di hewşa mala wî de veşartin..

   Cegerxwîn; helbestvanê netewî yê ku tev jiyana xwe a bîrewerî di pesnê welatê xwe de xerckiriye; li ser welatê xwe girya ye, Kenya ye û stra ye.. û di dîlana welatê xwe de govend bi germî gerandiye..

   Ew di sala 1903 an li bakurî kurdistanê çêbûye, li her çar peçeyên kurdistanê gerya ye, dawî li Qamişlo akincî bûye.. Lê her pênc salên xwe yên dawî li Stokholmê derbas kirine..

   Em jî bi vê helkeftinê, di vê meha remezanê a pîroz de buhişta rengîn jêre hêvî dikin û oxirek xêrê bo kurê wî mamoste Kesra bi vegera mal li Swêdê dixwazin.

 

 Konê Reş

Qamişlo, 30/09/2009

 

 

cegerxun2_166594806.jpg
 
 
 
cegerxun3_254748838.jpg
 
 Gora seydayê Cegerxwîn

 

 

Subscribe to comments feed Comments (6 posted):

Mehmûd Mela Ebdullahê Xerzî on 03 September, 2009 10:35:10
avatar
Em sê sal berê ji Diyarbekirê hatibûs Qamîşlo.Me seredana gora seydayê mezin Cegerxwîn kir.Ez seyda ne weke heval û zarokên wî lê 46 sale dinasim.Ez wî bi bavê xwe û paşî wî bi rehmetî Mele Evdiqudusê Cemîlê Seyda dinasim.Helbestên seyda ji sala 1963 an û vir de dixwînim.Me li ser gora seyda defter nedî da tişteke jê re binîvsînin.Destê Keyo xweş ku xwedî li gora bavê xwe dertê.Ez wî jî dinasim ji bo ku di sala 2000 an de bi Egidê Cimo,Feyzoyê Rizo û Salihê Kevirbirî re şeveke li mala min bûbû mêvan.Gorên mezinên me jî ji me re îlhamin ku em bi wan qewî bibin.Ev gotina ha ya Mîrê Gewre Mîr Celadet e.Ew qîblegahên netewetîya Kurdan in.Mixabin ji bilî gora seyda Cegerxwîn,ne Kurd ne malbatên mezinên Kurda li gorên bav û kalên xwe xwedî derneketine.Ka zarokên Haco Axa?Ka Kurdên ku li gorên Dr.Ahmed Nafiz û Hemza Begê Miksî û Evdirrehmanê Eliyê Ûnis û ew kesên ku navên wananayêne bîra min xwedî dernahên.
Thumbs Up Thumbs Down
0
Kereme Anqosi on 03 September, 2009 04:04:12
avatar
Rasti ji milete me ji bin deyine mamosta u helbesvane nemir nikare derkeve. Nivisar u zimane keke Kone Resh xweshik u shirine. Le, bila min bibexshine, kurmanc nabejin "gurzek gulan", le dibejin "baqe gulan". Xwe Cegerxwine Mezin di helbesteki xwe da dinivise:"Yar dizani gulperestim, baqe gulan da destim". De xwesh bin u bi nivisaren xwe dile me sha kin. Cegerxwin hejayi biranin u qedre heri mezine.Sipas u hurmet xerxweze we Kereme Anqosi. Her bijit.
Thumbs Up Thumbs Down
0
Kereme Anqosi on 04 September, 2009 03:17:24
avatar
Roja we bi xer karmended "Semaye". Xizmeta hun dikin be qisure.Rasti ji Mamosta Cegerxwine Nemir her dem hejayi ji bir anineye.Ew nek tene hebestvan(shayir)bu, ew peshmergeki welatparezeki heri her bu. Silsilata min pe nivised wi welate kal-bava nas kir. Xudaye Jor xere bide zurete wi. Keke Kone Resh ji hertim bi kurmanciki sade me ra gulan direje.Eferim!Le, xeyida we tunebe,dixwezim bejim weki kurmance me, bi fikira min,texmina min, nabejin "gurzek gul", dibejin "baqe gul". Xwe seyidaye mezin Cegerxwine Nemir di shera xwe da "Ez kushtim shirine" va dinivise:"Yar zani gulperestim,BAQE gulan da destim".De, qisura min mekin.Sipas u maliava! Xerxweze we Kereme Anqosi
Thumbs Up Thumbs Down
0
Kone Resh on 06 September, 2009 09:23:26
avatar
Ez spasiya kak Kereme Anqosi dikim ku wi dewla xwe di ve mijare de dakiriye, bi kef baweriyen xwe derbari Seydaye Cegerxwin anine ziman.. Hem ji dixwazim jere bejim ku Gurzek Gul, bi wateya baqek Gule an Qevdek gule, ev gotin di nav me kurden Binxete de belav e, ta ku min nave kovara xwe, a ku di sala 1989 an de li Qamishlo diweshand kiribu GURZEK GUL.. Keko ! Dibe ku ev hevok di herema we de nebe, le di herema me de heye u em xwesh dibinin..Gotna BAQ bi erebi ye, tevi ku seydaye Cegerxwin bi kar anibe.. Careke din spasiya te dikim, her biji keke dalali
Kone Resh Qamishlo
Thumbs Up Thumbs Down
0
Kone Resh on 06 September, 2009 09:38:13
avatar
Spas bo kak Kereme Anqosi, keko beri dor 20 salan min kovarek bi Kurdiya Latini li Qamishlo di weshand bi nave GURZEK GUL, ev gotin li bal me geleki belave, le gotina Baqek Gul ew ji te gotin le gotina Baq erebiye , tevi ku seydaye me Cegerxwin bi kar aniye.. Spas bo te keke heja ..
Thumbs Up Thumbs Down
0
K'ereme Anqosi on 08 September, 2009 04:13:01
avatar
Sipas bo kek Kone Resh bo shrove kirina xebera BAQ.Bashe, em k'urden ezdi yen ku ji herema Serhede(Wan,Qers)nechar man di salen 1915-1917 da k'och' bikirina bichuna welate Rus, bejeya GURZ k'ar tinin gava dibejin "gurzek giha","gurzek gezi" u t.m. Rasti, ez hev difikirim ku BAQ k'urdiye,gava ku Seydaye Mezin Cegerxwin tine ser zimen. Sipas te r'a Keke qedirbilind.Eva yeka dewlemendiya zimane mayi zikmakiye, ne kemasiye. Mezinen me dewra ku di herema Wane da sekinibun,bi CH'ELOYI diaxivin.Niha ew zarav me bir kiriye.Her aliya p'ir ji gotine te r'a razime.Xwezla te bikarbiya Keko,kovara xwe"Gurzek Gul" bi surete internete biveshanda u me bikarbiya ew bixwenda. Ew ji diroka nuchegihaniya(rojnamavaniya)gele meye. Welle, Keke min xwestineke min li gel te heye, tu di nivisa xweye rasti heja derheqa ezdiyed Ch'iyaen Kurmenc da be'sa e'shira Anqosiyan diki.Tu nikari,k'erema xwe cavabeke ser min da bishini, k'a k'ijan gunden K'urddax'e da Anqosiyan sekinine. Raste, ez edi kal bume, t'emene min 72 sale, le eze rojeke bichuma mevane wan u mine serjiina wan ji binivisiya. H'etani niha haya me Anqosiye E'frine r'a t'uneye. Te xereke mezin me Anqosiye Qavkasiye biki, eger naved gunden wan beji. Xer u silametiya te u dosten xerxwez dixwezin. Sipas u silav malp'era gele kurd SEMAKURD r'a. Ez du sal pejda di bajare Hewlere da rasti k'armenden SEMAe hatim, camer bun, welatp'arez u evindare welate me Kurdistane bun.Xwede xere bide wan u riya wan rast ke, rasti ji mer bun u dilshevaten milet bun.Ez hergav wana xwesh bir tinim.Bi silaven kurditiye ji shehere Tbilisi(Gurcistan)dilshevate we u kurden Suriye K'ereme Anqosi.
Thumbs Up Thumbs Down
0

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
4.67
Powered by Vivvo CMS v4.1.6