Laperê Serekî | Nûçe | KurdWatch bêtir navên Kurdên derve diweşîne, ku di »lîsteya reş« a dezgehên ewlekariyê yên sûrî de ne

KurdWatch bêtir navên Kurdên derve diweşîne, ku di »lîsteya reş« a dezgehên ewlekariyê yên sûrî de ne

Font size: Decrease font Enlarge font
image

(Berlin, 5ê hizêrana 2010ê) – Pêncî û heyşt  Kurdên ji Amûdê di lîsteya Dezgeha Ewlekariya Dewletê de ne. Li gor nûçeyeke KurdWatch.org vê dezgehê di destpêka gulanê de lîsteyên bi navên kesên ku li derveyî Sûriyê dijîn, şandine ji dezgehên nifûsê li parêzgeha Hisiçayê re. Ligel van lîsteyan ji dezgehên nifûsê re ferman hatiye şandin, ku bêyî erêkirina Dezgeha Ewlekariya Dewletê nabe ku ew belgeyên nasnameyê bidin wan kesên ku navên wan di lîsteyan de ne. Herweha nabe belge bên dayin ji bo malbatên van kesan jî, ger navên kesên di lîsteyê de li ser wan belgeyan hatibe nivîsandin, mîna nifûsa malbatê.

 

Birêvebirê malpera KurdWatchê Siamend Haco ragihand: »Di lîsteya dezgeha nifûsa Amûdê de ji aliyekî ve navên çalakvanên oposîtsyonê yên naskirî hene. Ji aliyekî din ve kesên din jî hene, ku hema bêje ne siyasî ne yan jî tucarî beşdarî çalakiyên dijberî Sûriyê nebûne.« Navên nivîskar Helîm Yûsiv, Ehmedê Huseynî û Ebdilbasit Ibrahîm Seyda, rojnamevan û xebatkarê KurdWatchê Sîrwan Hec Hisên û herweha siyasetvan Seededîn Mele û Merwan Osman jî di lîsteyê de ne.

 

Dawiya gulanê KurdWatch beşek mezin ji navên Kurdên li derve weşandibûn, ku qeydên wan li Tirbesipiyê ne û navên wan di lîsteya dezgeha ewlekariyê de ne.  Di rojên bê de gerek navên ji bavajrine din jî bên weşandin.

 

Siyamend Haco got: »Em van navan diweşînin, da ku kesên ku navên wan di lîsteyan de ne, amade bin dema ew bixwazin biçin Sûriyê.« Di heman demê de wî eşkere kir ku mirov xwe ewle hest neke ger navê mirovî ne di yek ji lîsteyan de ye. »Ku navê mirovekî ne di »lîsteya reş« a Dezgeha Ewlekariya Dewletê de ye, nayê wê wateyê ku dezgeheke ewlekariyê ya din lê nagere.«

 

»KurdWatch« malpereke serbixwe ye ku agahiyên li ser binpêkirina mafên mirovan li hemberî gelê kurd li Sûriyê diweşîne. [www.kurdwatch.org]

 

Ji bo agahiyên berfirehtir:

Siamend Hajo: +49 1776781011, +49 3062607032

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6