Daxûyanî- Hevdîtina şanda Instituta Harman bi Xanim Angelîka Graf re li Parlementoya Almanî
Di roja 8.6.2010 an, seet 9:00e beyanî li gurî katê Almanîya şanda Harman bi serokatîya Heval Sulêman Mîro bi fermî bi Parlementara Almanî, Seroka beşe Mafen Mirovan û Alîkarîyen Merovahî di Parlementoya Almanî de, Xanim Angelîka Graf re li Parlementoya Almanî li Berlîn kom bû. Xanim Angelîka Graf û hevkarên wê Xanim Weber û birêz Enetio bi germî şanda Harman peşwazî kirin.
Herweha, peştî, ku taye Harman pirsa cînosîda li dijî gelê Kurdistan ê di salen 1983-1988 an de bi rengek berfereh daxuyakirin û di heman dimê de bal keşand ser Konferensa yekemîn, ya kû di sala 2008 an di bin çavdêrîya Serokê Hikûmeta Kurdistan ê, ya berî niha, rêzdar Nêçîrvan Barzanî de, li Hewlêr( International recognition on Genocide in Kurdistan) jibo merema cîhankirdina cînosîda li dijî gelê Kurdistan, ku hatiye li darxestin. Tayê Harman ji Parlementoya Almanî û Hikûmeta Almanî xwest, ku peştgiriya prosesa cîhankirdina cînosîda li dijî gelê Kurdistan ê biket û ji Almanîya rolek mestir jibo persa hevkarî, Mafên mirovan li Kurdistan ê û Rojhilatanaverast kir.Li ser pirsa haldimîya gele Kurd û persa Mafên Mirovan li parçên din, yên Kurdistan ê, Harman bi petî û zelalî ev pers jibo Parlementoyê ( beşê Mafên Merovan û Erîkarîyen Mirovahi) daxweyakirin. Peştî ku, Xanim Graf û hevkarên wê li daxwazî û peşnîyar û şirova Harman guhdar kirin, tayê Instituta Harman li Europa û Almanîya dîrasak(= xwendenek akademî û bi rêk û pêk) zelal û berfereh li ser persa cînosîda Kurdistan ê û herweha CD/Vidiyo û çind Wêne li ser qurbanîyen Enfalan û Komkojiya Helebça radestî Xanim Graf kird. Xanim Angelîka Graf berdewamkir û kermkir û got," Em zor kêfhalin, ku Instituta Harman û Hikûmeta Kurdistan ê vê persê, persa cîhankirdina cînosîda li dijî gelê Kurdistan ê peşkeşe me wek Parlementoya Almanî, dikin. Bê guman ev pers, persek zor adile û hêja ye û ji me tê xwestin, ku em li ser baştir agahdar bibin û rastiya wê kûr şirove bikin û bi rengek adil, hiquqî û fermî çareser bikin. Belê, min pir li ser guhdar kiriye , lê ev persa tracîdîk hin pir tişt û dokumet û agahî û tekoşin e dixwazet û ev wezîfa me ye û birpersyarîya me ye. Ez ê li ser vê pirsa balkêş û ximgîn kampanîyek ferehtir li Parlementoya almanî; bi hevalên xwe re , yen parlementaren, çi di partiya min de û çi dostên minên Parlementar ji partiyen din jî û Parlementoya yekîtiya Europa ne jî, bi hevkarî bi taye Harman re bidim meşandin. Ev pirs, ango pirsa cînosîda li dijî gelê Kurdistan e( Komkojiya Helebça û Qîrkirina Enfalan) pirske, ku ti mirov û ti dewlet nikaret xwe ji vê pers ê cûda bibînet û nekaret xwe dûr bidet. Belê, li ser li darxestina Konferensa duyemîn jibo merema cîhankirdina cînosîda li dijî gelê Kurdistan ê, a baş ku ev Konferens li Parlementoya Yekîtiya Europa bê te li darxesten û ez ê Fraksiona parlementarên Almanî û Hevalên xwe di Parlementoya Yekitiya Europa de li Broksil ê agahdar bikim û herweha bi parlementarên , ku peştgiriya persên Kurdan dikin û tekoşîne jibo azadiya pirs û gelê Kurdistan ê li Parlementoya Europî dikin, pewendîyan avakim". Xanim Graf axeftena xwe berdewam kir û li ser pirsa gelê Kurd û Mafên Mirovan li parçên din, yên Kurdistan ê jî zor rehsezî ya xwe anî ziman û diyar kir, ku ew û werşa wê di parlementoy ê de( = di beşê Mafên mirovan û Alîkariyên Mirovahî de) karê xwe di vê mijarê de didomînin. Di dawîyê de zor sopasîya Dawetnama Taye Harman jibo serdanîya Kurdistan ê kir û qebûl kir, ku serdanîya Kurdistan ê jibo vê meremê biket û bi germî û ximgînî malbaten qurbaniyen Enfalan û Helebça silav kir.
Instituta taye Harman jibo Lêkolin û Zanist û Têklî
li Europa& Almanîya
Heval Sulêman Mîro
Seroke Taye Instituta Harman li Europa& Almanîya




del.icio.us
Digg
Post your comment