“Şwênik bo yarî” di festîvala Taywanê de
Fîlma “Şwênik bo yarî” ya derhênerê kurd Şewket Emîn Kurkî, beşdarî 12’emîn dewra festîvala fîlma “Taipe”
ya Taywanê dibe.
Li gorî raporteke giştî ya şîrketa “Narîn Fîlm” ya Hewlêrê, fîlma “Şwênik bo yarî” ya Şewket Emîn dê di
hevrikiya 12’emîn festîvala navdewletî ya fîlmên Taype de li bajarê Taype ya Taywanê bête nêşandan.
Fîlma han dê di vê festîvalê de di gel 11 fîlmên sînemayî yên din li sertaserê cîhanê, bo wergirtina xelat
hevrikiyê bike.
Dê fîlma “Şwênik bo yarî” bi amadebûna derhênerê kurd Şewket Emîn, di 2 sansên cuda de roja 29’ê
Hezîranê û roja 1’ê Temûzê bête nîşandan.
Festîvala navdewletî ya fîlma Taype sala 1999’an hatiye damezirandin, 12’emîn dewra vê festîvalê roja 25’ê
Hezîranê li bajarê Taype ya paytexta Taywan destpê kir û dê heya 15’ê Temûzê berdewam be.
şm AKnews




del.icio.us
Digg
Post your comment