Laperê Serekî | Nûçe | Konferansa ziman û wêjeya kurdî Li Çolemergê

Konferansa ziman û wêjeya kurdî Li Çolemergê

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

      Li Çolemergê di navbera 17-20-ê Tîrmehê de Konferansek bi navê di sedsa   21.-ê de ziman û wêjeya kurdî tê lidar xistin.

Zanîngeha Çolemergê di navbera 17-20-ê Tîrmehê de bi beşdariya ji 20-î zêdetir akademisyen, zanyar, niviskar û pisporên ji çar aliyên Kurdistanê, Konferansek bi navê di sedsa 21.-ê de ziman û wêjeya kurdî lidar dixe.

Ji zanîngeha Çolemêrgê Prof.Dr. Îbrahîm Belenlî di derbarê armanca Konferansê de axavt û got; divê ziman û wêjeya kurdî bê qeydkirin. Bi hezaran sal e, li deverê gelek dijî, zimanek wê heye û ev ziman kurdî ye. Em behsa normên mirovatiyê ên hevbeş dikin. Pêwist e ve ziman wenda nebe û bê paraztin.

Belenlî di domahîka xavtina xwe de got, li welatên cuda 35 milyon însan kurdî diaxivin. Li ser vî ziman û wêjeya bingeha wê ji aliyê Ehmedî Xanî, melayê Cizîrî, Nalî, Goran, Hejar Mukriyanî û Mihemd Uzun hatiye danîn, li Ewropa, Rûsya û hin welatên Rojhilata Navîn lêkolîn û xebat hatine meşandin. Belenlî dawî li gotinên xwe anî û got; ew ê di vê konferansê de li ser rewşa ziman û wêjeya kurdî ya îro rawestin.

Konferansa dê zimanê wê kurdî be dê sê roja dom bike.

 

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6