Laperê Serekî | Nûçe | Grûba Kamkaran piştî 12 salan vedigere Sineyê

Grûba Kamkaran piştî 12 salan vedigere Sineyê

Font size: Decrease font Enlarge font
image Grûba Kamkaran

 

 

Konsera Grûba Kamkaran dê li 5-6ê meha tebaxê  li bajarê Sineyê bi rê ve biçe. Serperiştê Kamkaran Hoşeng Kamkar ji PUKmedia’yê re got:” Me konsera xwe ya dawîna li Sineyê, li sala 1998ê yanê 12 sal berê bi rê ve biribû. Em nuha piştî 12 salan vegerin hembêza bajarê xwe û li wir ji bo alîkariya nexweşên şêrpençeyê du şev stranan bêjin.”

Hoşeng Kamkar got:” Emê 22ê vê mehê jî li Londonê konserek saz bikin û tê de stranên farsî û kurdî bistrên. 23ê vê mehê jî li hola Barbîkena li Londonê û  24ê vê mehê lî li festîvala Womedê konserekê saz bikin. Her weha emê 25ê vê mehê li li bajarê Mençêstêrê konserekê saz bikin û dawî li konserên li Brîtanyayê bînin.”

Hoşeng Kamkar da zanîn ku dê 6ê kewçêra dahatû digel hunermend Ednan Kerîm bibin mêvanê xelkê Silêmaniyê û 7ê kewçêrê jî li bibin mêvanê xelkê Hewlêrê.

Koma Kamkaran li sala 1965'an ji aliyê muzîkjenê rehmetî Hesen Kamkar li bajarê Sineyê hatiye damezrandin û heta niha beşdarî çendîn festîvalên navdewletî bûye û xaletên cida di asta cîhanê de wergirtiye.

Endamên Komê

Hoşeng Kamkar - (serperişt û awazçêker)

Bîjen Kamkar - (yekem dengbêj û def, dehol, rubab)

Peşeng Kamkar - (jenyarê sentûr)

Qeşeng Kamkar - (jenyarê sêtar)

Erjeng Kamkar - (jenyarê tunbek)

Erselan Kamkar - (jenyarê berbet, ûd û vîolon)

Erdeşîr Kamkar - (jenyarê kemançe û qeyçek)

Erdewan Kamkar - (jenyarê sentûr)

 

 

PUKmedia

 

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6