Laperê Serekî | Nûçe | Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê 3 dest pê kir

Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê 3 dest pê kir

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

Vekirin

Roja sêşembê 20-7-2010 Festîvala Rewşenbirî ya Duhokê 3 dest pê kir , bi beşdariya 120 nivîskar û rewşenbîrên kurd ji her çar perçen Kurdistanê û Ewrupa , û bi tevlîbûna  Dr. Kawa Mehmûd wezîrê rewşenbîrî û lawan û  Felekedîn kakaî û gelek kesayetîyên û Rewşenbîrên navdar û dam û dezgehên fermî   û dezgehên ragihandinê festival bi rê ve çû.

bi deqak rêzgirtin li ser giyanê şehîda û bi dû perçe muzîk ji aliyê Hunermend Izedîn Temo û Ihsan Mîkaîl ve Festîval  berdewam kir .

axaftina vekirina Festîvalê ji aliyê  serokê yekîtiya Nivîskarên kurd şaxê Duhokê  Hesen silîvanî hate kirin .

 

axaftinên hatin kirin.

rêzdar Felekdîn Kakaî bi navê  serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî    ,  

Dr. Kawa Mehmûd wezîrê rewşenbîrî û lawan bi navê serokê hikumeta Hewrêma Kurdistanê     .  

Mem botanî serokê nû yê  yekîtiya nivîskarên kurd li herêma Kurdistanê    

paşê hindek peyv ji layê şandên beşdar ve hatin xwendin ew jî ev bûn

peyvên şandan

peyva şanda bakurê Kurdistanê ji aliyê nivîskar Arjen arî

peyva  nivîskarên başûr rojavayê Kurdistanê yên ku nikarîn beşdar bibin ji ber sedemên bîruqartî û nebûna derfeta wergirandina vîza bi navê nivîsakar Konê reş   û hevalên wî hate xwendin .  

 peyva şanda rojhilata Kurdistanê ji aliyê nivîskar Celaldîn nîzamî   .

 

peyva serokê peymangeha kurdî li Biroksêl Derwêş ferho .

peyve  perlementerê berê yê Perlemana Belcîkî      .

peyva serokê nivîsakarên Iraqê jî Cîhad Mecîd  

 peyva Rojan Hazin bi navê Komîta ziman di Kongireya netwîya Kurdistanê KNK    .

 

birûskên Pîrozbahîyê

 û gelek birûskên pîrozbahiyê gihiştin komîta birêvebir  navên wan hatin xwendin .

pêşengeha şêwekarî

 li paş qedandina beşê yekem yê vekirina Festîvalê hemû beşdarvan û mêvanên festîvalê berê xwe dan hola pêşengeha li Panorama azadiyê û pêşengeha şêwekarî ya 12 şêwekarên Duhokê bi hevkarî di gel Galirî Duhok hate vekirin .

şêwekar jî ev bûn ( Ebdurehman Kelho- Sitar Elî- Sîrwan şakir-Sulêman Elî- Luqman Selam- îmad Elî- Hamid şerîf- Beyar Muhemed- Yunis Ehmed- Erşed Xelef- Dilşad isma’îl- Serdar Kêsteyî)

danê êvarê

li danê êvarê de dû simînar hatin pêşkêş kirin .

1- pêrebestên zimanê Kurdî   ( Dr. Fadil Omer \Duhok)

simînar ji aliyê nivîskar rojan Hazim bi rê ve çû.

2- giringiya doxan di zimanê Kurdî de ( Dr. Lazgîn ebdulrehman\ Hewlêr)

Helbest xwendin

û piştî derfetdayin bo pirs û nîqaşan li ser herdû babetan , helbest hatin xwendin ji aliyê hejmarek helbestvan .

( Mihsin Qoçan – Xisro caf- Selwa Gulî- Lal laleş- Qubad çelî zade- Hoşeng biroka- Emîne Ebdulezîz- Gulale Nûrî- Omerê La’lê)

her weh wê festîval dû rojên dî bi çalakiyên cûr bi cûr wek helbestxwandinê, semînarên edebî, hwd berdewam bike û bi konserekê ji aliyê Hunermendê Navdar Dilşad Si’îd bi dawî bibe .   

 

  

SemaKurd-Duhok-Hozan Emîn

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6