Şivan Perwer carek din serdana gele xwe li Beyrudê kir
Her çend salan carekê Mamoste Şivan Perwer diçe Lubnan û bi coşek mezin tête pêşwaz kirin.
Li Lubnanê girseyekî mezin ji civata Kurd heye. Zêdetirên wan ji Kurdên Binxetê (Suriyê) tên. Li van sapatên dawiyê gelek ciwanên Kurd ji ber sedemên aborî (kar û bar) ji Efrinê, Kobanê, Reqayê, Hesekê, Dêrezorê, Amûdê, Kamişlokê, Serê Kaniyê, Dêrikê û Koçeran hatine Lubnanê û bêhtirên wan li cigehên turistik û bi taybetî li Beyrudê bi cih bûne: Lê gelek kes ji Kurdên binxetê bi taybetî ji bo konsertê hatin. Mala van ava be û dest û lingên wan zehmet nebîne, sax û selamet be.
Hest û hezkirina Kurdên Binxetê li hemberê Hunermendê wan Mamoste Şivan Perwer bi taybetiye. Mirov dikare bêje bêhtire ji Kurdên layên din. Em bawerin eve jî-ji granî û kûrahiya ramanên welatperwerî, hezkirina huner û ziman, çand û qedrê keda Şivan tên
Ev konsert bi salon, teknîk, ronahî û organîze super hatibû amadekirin. Bi hezaran temaşevan bi coşek mezin û xweşewisti li gel hunermendê xwe derbas kirin
Roja din li pişt konsertê mamoste Şivan serdana Heriri û Welid Canpolat kir. Gelek bi dostî û hezkirin hate pêşwazkirin.
Em ji spasiyên ji dil û can pêşkêşî xelkê xwe, dost û hevalan, organîzator û amadekaran dikin. Em hêvîdarin ku moral û hêviya gelê me herdem bi coş û xweşi be.
Slavên germ û Serkevtin
Fonda Muzik û Huner
22.07.2010




del.icio.us
Digg
Post your comment