Heftiyek rewșenbîrî Ji bo ciwanan
Bruksel/ Heso Hurmî
Çend rêkxirawên sivîl û sazîyên ne hikûmî ku pute û giringiyê diden genc û ciwanan Jî roja 16.08 heya 21.08 Heftiyek rewșenbîrî Ji bo ciwanan li gundê Dworp ê Belçîkê li dar xistin ,helbet bi beșdarbûna 60 keç û kuran û ji koka xweda Ji Moldoviya,Rusya ,șîșan,kaxizitan,Erminya,kurd Ji her çar parçeyan ,zêdebarî Eminstanê li vê heftiyê beșdar bibûn.
Me xwest ra û dîtinên cend beșdarbu yên vê heftiyê wer bigrin,li despêkî Berêz Derwêș Ferho serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê yek Ji organîzekerên vê heftiyê bu jimere li dor armancên vê heftiyê weha got(helbet delivek bașe ku xortên kurdan tevlî xortên din ji kultur û welatên cihê,cihê bin û danustandina bi hevre bi domînin ,mifa û sûdê Ji derfetên li Belcîka hen ewer bigrin ,disan hînkirina bi hevre karkirin ,hevniyasîn,zêdebarî nasandina rewșa gelê Kurd di rêya parçeyên șano re , û hînbûna çare kirina arîșeya bê bikar anîna hêz û șer ).
Her wisa berêz șehle Baqirî “ rojhilatî Kurdistan- Iran ” ji mere peyvî û got(ev heftî ye li Jêr dirûșmê çawaniya bi destve anîna mafan bê șer hati ye li darxistin,emjî wek keçek kurd beșdar bune,di rêya tiyatro re em arîșeyên xwe bi gehînin,her wisa gehandina rewșa milletê me bi xelkên din,dor Ji cudakirnê û hevrikyê û nakokiyan,nêzîkbûn û karkirina bi hevre ,bi rastê heftiyek rewșenbîrî xweș,mifadr bû.
Xortê ciwan Samir osman (rojavayê Kurdistanê- Sûrya) got( bi rastî em beșdar bûn daku rewșa kurdan a xirab li sûrya bi gehîn,ku Ji sedema wê rewșa aloz û pirî arîșe me welatê xwe bi cih hêla û li vira cihwar bûn û hêște mafê runștinê Ji me wer negirtiye,disan hewildanek bû ji verbena zimanre.
Gencekî din Ji (rojavayê Kurdistanê- Surya) bi navê Rudî Hemê hevbarê gotin û peyvên hevalê xwe bûn û got rewșa kurdan li Surya a siyasî û îdarî pir xirabe û roJ bo roJê xirabtir dibe û astengan Ji kurdanre çêdiken ,em hatin Belçêka Ji sedema karkirina me dinav partên kurdî ên siyasî da,me xwest li van rojan de Ji hinekê Ji wê rewșê li vir bînin ser ziman.
Media Cemal Ji (bașurî Kurdistanê – Iraq) beșdarî vê heftiyê bûm û ez li Holinda hatime û me li ser rewșa xwe wek Êzîdiyek kar kir û parçe șano yek lid or karîsta șingal ku li 14.08.2007 qewimî bû ,cendeha kesên Êzîdî bê guneh hatin û kuștin û birîndar kirin ,mal û xanî hatin xirab kirin . sipas bo mamosta Derwêș ferho ku rêxweșkerê beșdarbûna me bû.
Mehmet Cewat ongun (bakurê Kurdistanê – turkiye) me li vir ciwanên milletên din Ji naskirin û têkhelî li gel wan çêbûn û hev nasîn û karkirin bi hevre Ji bo care kirina piroblêmên tên pêșiya me bê ku zext ûzorî were bi kar anîn,her wisa me rewșa kurdan a pir xirab li Turkiya bi wan danasîn .
Ez jî dikarim bêjim heftiyek sûd bexiș û mifadr bû ,min dît çend van ciwanan keyfxweș derbas kirin ,têkheli,ra û bûçonên cuda ,her yek dîtinên xwe li ser arîșeyan di gotin ,tevlî bûna hizran ,ji welat û kulturên cuda .




del.icio.us
Digg
Post your comment