Laperê Serekî | Nûçe | Hunermend Nejdet Hewran got: Dil û Penaberî

Hunermend Nejdet Hewran got: Dil û Penaberî

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

Bi dilê xwe yê evîndar hunermend Nejdet Hewran li nav baxê çand û hunera Kurdî sema reseniyê digerîne û bi wan tilîkên xwe yên nazik gulek di baxê çand û hunera Kurdî de çand. Ev hunermendê deng xweş û ciwan bi deng, awaz û stranên xwe me li beravên Beytulşebabê li şopa şehîd Cemîl (Sebrî Hisên Hewran) yê ku di sala 1990 î de bi 36 hevalên xwe re li Beytulşebê şehîd ketiye digerîne.

Û pêre jî me dibe Hewlêra azad, Hewlêra qehremanan û bi bîna azadiya wê şadike.  

Di helbesteke din de birêz N.Hewran dikeve geliyê Lalişa Nûranî û me li baxê dîroka hezarê salan digerîne. Her wiha jî di strana Kalo de em dibin şahidê diyaloga di navbera hunermendê penaber û kalê ku bi ser bîranînên xwe û hesreta dîtina zarok, gundî û pismamên xwe de digrî.

 

Di çend stranên din de ji dilê penaber, hunermend dikeve nav baxê evînê û li evîna xwe ya winda, hinarkên rûyê yara xwe û bejna wê ya zirav digere. Erê hunermend Nejdet ji hunana hestên xwe yên tenik û hinek helbestvanên din bi CD ya ku ji deh stranan pêk tê derdikeve pêşberî guhdarên xwe. Bi vê CDya xwe hunermendê deng xweş Nejdet Hewran navê xwe li ser perdeyên tembûra ku bi dîwarê hunera Kurdî ve dalqandiye dinvîse.

 

Hunermend Nejdet Hewran li rojavayê Kurdistan bajarê Tirbespiyê gundê Otilce hatiye dinê û niha penabera li Elmanya bajarê Hanover.

Hun dikarin li ser vê maila li jêr bi hunermend Nejdet Hewran re bikevin têkiliyê  û pirsa CDya wî bikin: najdat@hotmail.de

 

 

Xebat Şakir

19.08.2010 Oldenburg Elmanya

xebatchaker@hotmail.com

 

 

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6