Laperê Serekî | Nûçe | (Daxuyanî) Bila mihrecana helbesta kurdî bibe bûyereke çandeyî salaneyî balkêş

(Daxuyanî) Bila mihrecana helbesta kurdî bibe bûyereke çandeyî salaneyî balkêş

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

Komîta amadekar ya mehrecana helbesta kurdî li sûriyê, bi geşbînî kara vêxistina mûma (15)an dike, û bi gurzên hêvî û gulan, bi laveke tî, bi evîneke revend wek kaniyên welatê me pêşwaziya berhemên hemî helbestvanan dike, bi hêviya beşdariyeke fereh û bi coş destên xwe vedimale. Wisa jî alîkarî û piştgêriyê ji hemî nivîskar û çalakvan û sazî û wêje hezên birûmet dipejirîne.

   Pêdivî ye ku  di vê dabaş û derfetê de, em rêz û silavên pîroz ji giyanê seydayê Cegerxwîn re bişînin, yê ku di (22\10\1984.z) de koç kir.

   Wisa jî silavên dilsoziyê ji wan biraderên pêşî re ku ramana mihrecanê peydakirin û (22\10) ji sala 1993.z de weke roja mihrecanê destnîşan kirin.

   Hem jî  silav û sipasî  ji wan çalakvanên ku di vê rêçê de  berdewam kirin û alava lidarxistina mihrecanê geşe û bi pêşxistin tevî alozî û astengiyan.

 Komîta amadekar  rista xwe ya kar bi vî şêweyî dest nîşan dike:

  I- Sê xelat hatine nîşankirin:

1-Xelata şehnaziyê :komîta amadekar hilgirê wê dibijêre.

2- Xelata çaktirîn helbesta nûjen.

3- Xelata çaktirîn helbesta kêşesaz.

II- Bijartina komîta nirixandinê: komîta amadekar vê komîtê dibijêre

   Paş ê girtina helbestan  wê komîta amadekar van helbestan bêyî navê helbestvan, tenê bi nemreyên taybet wê rasipêrî Komîta nirixandinê bike.

III-  Mercên beşdariyê:

1-Pêdiviye helbest ne belavkirî be bi çi şêweyan.

2- Helbest ne bêtirî (zêdeyî) 400 peyvê be.

3-Ne pêkanîna her du mercên jorîn, helbest nakeve rêza beşdarî û nirixandinê.

IIII- Wergirtina helbestan:

- Dest bi dest

- Şandin di rêya Email ê mihrecanê re.(mehrecanahelbeste@gmail.com)

- Wergirtina helbestan ji roja belavkirina vê daxuyaniyê ta 1\10\2010.z bi dawî dibe.

Bi beşdariya hemi helbestvanên me yên ciwan û  xoşewîst mehrecan bi nirx wate dibe.

De bila peyva azad me li hev bicivîne, bila helbest di ferewaniyên dozê de

xem û xewnên me di şevên êşê de bi çirisîne.

 

                  

Komîta amadekar

a mehrecana 15 an ya helbesta kurdî li sûriya.

                             Email: mehrecanahelbeste@gmail.com                                      

                                                                 24\8\2010.z

 

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6