Laperê Serekî | Nûçe | Qursên zimanê Kurdî li Swîsre destpê dikin

Qursên zimanê Kurdî li Swîsre destpê dikin

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

Xwendekar û kurdîhezên delal

 

Piştî betlaneya havînê, li Swîsre qursên zimanê Kurdî 1ê Îlonê destpê dikin. Yên dixwazin tev li van qursan bibin ji kerema xwe re bi rêka e-maila zimanekurdi2008@googlemail.com serlêdanê bikin û qeyda xwe pêk bînin. Ji bo zêdetir agahîsitendinê hûn dikarin li malpera me ya www.zimanekurdi.org binêrin. Armanca qursên kurdî ew e ku her kurdek êdî zimanê xwe fêr bibe, bi zimanê xwe bide û bistîne, biaxive, binivîsîne, bixwîne. Ger em zimanê xwe di jiyana rojane de bikar neynin, ti dewlet li ber me nagere û nabêje ji we re bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Destpêkê divê em bi derfetên xwe li zimanê xwe xwedî derkevin ku li ser dewletan ferz bikin.

Em li bendî we ne; zarok, ciwan, zilam, jin, kal, pîr... qursên me ji bo her kesî û di her astê de hene. Werin em tev bi hev re zimanê kurdî fêr bibin û bikar bînin. Silav û serkeftin.

Hesen Huseyîn Denîz

Nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî

--


 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6