Tu jî bê deng nemîne û ROJ TV destek bike
Dewleta Tirk di civîna bilind a NATOyê de ji bo betalkirina lîsansa (destûra we?anê ya) televizyona me ROJ TVyê bazar kirin û di qada navneteweyî de mohra xwe li bin skandaleke nû a dîplomatîk xist.
Di berdêla ku serokwezîrê Danîmarkê birêz Fog Rasmussen weke serokê gi?tî yê NATOyê were hilbajartin, dewleta Tirk xwest televizyona me ROJ TV were girtin û di vê mijarê de bû sedema skandaleke dîplomatîk. Dewleta Tirk bi vî awayî ne tenê civîna bilind û welatên endam ên NATOyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn, her weha nî?an da ka çendî bêbext, bêdad û zalimane li dijî Kurdan tevdigere.
Siyaseta înkar, mi?extkirin, talankirin, ê?kence û komkujiyan ya li dijî Kurdan têra dewleta Tirk nekir, bi girtina ROJ TVyê xwest DYE û welatên Ewrûpayê jî bike hevparê gunehên xwe. Xwest siyaseta xwe ya înkar û mandelkirina ziman û çanda Kurdan bi ?aristaniya Ewrûpa û welatên Ewrûpayê yên li ser hîmê vê ?aristaniyê hatine damezrandin, bide qebûlkirin.
Dewleta Tirk di civîna bilind a NATOyê de di ser ROJ TV re bazar kir, got ‘yan ROJ TV wê bê girtin, yan jî birêz Rasmussen nabe sekreterê gi?tî’ û bi vî awayî ji bo ku mafê herî xwezayî yê Kurdan ango we?ana bi zimanê xwe yê dayikê ji dest wan bigire, çi ji destê wê hat kir.
Em dixwazin bi awayekî zellal û vebirrî bidin zanîn ku mafê gelê Kurd ê agahîgirtina bi zimanê xwe, parastina çanda Kurd, parastina zimanên gelên ku dewleta Tirk wan înkar dike yên mîna Asûrî-Suryanî, Ereb û zimanên hindikahiyên din û mafê van gelên kevnar yên li gorî qanûnên navneteweyî yên raman û çapemeniyê; ROJ TV ji xwe re esas digire. Ango dewleta Tirk niha dixwaze mafê neteweyekî û bi dehan hindikahiyan ê agahîgirtina bi zimanê xwe asteng bike.
Werin em ji vê neheqiyê re, ji vê zêhniyeta nehemdem, ji vê komkujiya ziman û çandan, ji van gunehên dewleta Tirk ên mandelker, ?antajker û qirêj re bêjin ‘Êdî Bes e’.
Maneya girtina ROJ TVyê, firotina Kurdan, înkarkirina Kurdan, ji pi?t ve xencerkirina Kurdan, bi kar anîna Kurdan ji bo têkiliyên qirêj e. Werin em destûrê nedin vê!
Maneya girtina ROJ TVyê, bikaranîna ?aristaniya Ewrûpayê ji aliyê dewleteke antîdemokratîk ve ye ya ku gelan înkar dike, li ser xwîna hindikahiyan avabûye, di serî de Ermenî gelek gel xistine ber komkujiyan. Werin em destûrê nedin vê!
Em banga pi?tgiriya ROJ TVyê li her kesê dibêje ‘ez rew?enbîr im’, ‘ez demokrat im’, ‘ez mirov im’ dikin. Em her weha bang li hukêmeta Danîmarkayê dikin da ku ji huqûqê, qanûnên navneteweyî, mafê mirovan, azadiya çapemeniyê û ramanê gavê pa? ve neavêje!
ROJ TV dengê azadiyê, gelan, kedkaran, bindestan, Kurdan û wan kesan e yên dibêjin ‘DINYAYEKE DIN MUMKIN E’. Ji ber ve yekê em bang li kesên dibêjin “dest nedin ROJ TVyê" dikin da ku be?darî kampanyaya me ya îmzeyan bibin.
MALPERA DESTEKKIRINA ROJ TV' YÊ
http://support.roj.tv/imzala.php




del.icio.us
Digg
kesek nkare Roja me tari bke
bi Roj TV jiyan nabe
silav urez jbo hamo xbat kare Rojtv u hemo mlete me kurd
Azad ferid
swissra
be Rojtv jiyan nabe
kes nkare roja me trai bke
silav u rez
Post your comment