Projeya fîlma JARO – Jiyaneke qedexe
Dost û birayên hêja,drama gelê kurd li başurê rojavayê Kurdistanê bi salan e di çavên zarokan de tê dirûtin û li ser pişta hêviyên di dilên dayîkan de tê lîstandin. Geh dibe mijara nûçeyên televiziyon, radiyo û rojanameyan, geh dibe xelekên sohbetên siyasetmedar û rewşenbîran. Carna jî dibe rêzên ji gotinan li ser rûpelên saziyên navnetewî yên mafê mirovan. Lê belê, dîsa jî di coya jiyana gel de hedar nakeve pêlên nijadperestiyê û lehiyên zilm û zordariyê.Tovên sînema kurdî, di van salên dawiyê de hatin avêtin û hêdî hêdî li ser xaka netewî û navnetewî şîn didin. Bi riya filma JARO ez hemû hewildanan didim xwe ku perda sehneya navnetewî ji bo pirsgirêka kurdên başurê rojavayê Kurdistanê û bi taybetî trajediya 250.000 kesên bê nasname hildim jor û bi vê pingavê sînema kurdî bigihînim qonaxeke nû. Bi vê çirayê divê tariya ku konê xwe li ser jiyana gel a siyasî û civakî de vedayî were ronîkirin.Bê guman, ji bo ev senariyo bibe rastî û ji ava jiyanê vexwe gelek derfet pêwîst in. Di hêla teknîkî de (kamêra, kamêraman, derhêner û hwd.) şirketeke elman vî barî hildide li ser milê xwe. Wekî din jî, ji dekorvanan ta lîstikvanan, bi tevan re hatiye axaftin û amedekariyên di vî warî de pêwist hatine pêkanîn. Film wê herwiha rûyên ku nayên naskirin weke yên têne naskirin derîne holê. Ji rûyên ku têne naskirin Şivan Perwer û Rojîn in.Li meydanê pirsgirêka fînansê dimîne. Îmkanên madî yên tên xwestin ne hindik in. Lê ji bo filmeke dirêj nêzîkî 80 deqîqan û xwedî standartên navnetewî yên bilind, ev yek tê fêhmkirin.Ez di wê baweriyê de me ku berpirsiyarên gel û mirovên li hember vê dozê şiyar wê piştgiriya tê xwestin bidin nîşandan û wê rê nedin ku projeyên wiha li erdê bimînin.Ligel silav û rêzan Mail: akifhasan@hotmail.com
Rate this article




del.icio.us
Digg
Post your comment