Birêvebirê Dezgeha Sema birêz Arif Remezan seredanek bo kurdistanê kir û ji layê birêz Felek Al-dîn Kakayî wezîrê rewşenbîrî Xelatek wergirt û ZAGROS TV Hevdîtinek Taybetî li gel kirîye wê di roja înê(29-12-2006) de were weşandin .
| [16:48 , 04 Jan 2007] | ||
| Birêvebirê dezgeha SEMA ya çandî û hunerî birêz Arif Remezan seredanek bo herêma kurdistanê kir li gel şandekî ji kenala ( Al-ekariye ) ya esmanî li îmarata erebî û bi hevkearîya Hevgirtina Karsazên kurdistanê di bin serokatîya karsaz Hêrîş al-teyar de , li gelek dever û cihên avyîya nûjen û xebatên bazirganî û okonomî li Herêma Kurdistan Iraqê gerîyan û bi dehan Hevpeyvîn û bîr û raya karsaz û perpirsên siyasî di herêmê de . tomar kirin û wêneyên wan kişandin . ji bo ku ragihînin sermayedarên cîhana Erebî û bala wan bikşînin ser vê devera ku nû tê ava kirin û ew jî berê xwe bidin Kurdistanê. Û pirojeyan têde ava bikin . Û bi vê seredanê jî birêz Felek Al-dîn Kakayî wezîrê rewşenbîrî di hikometa Herêma kurdistana Iraqê . pêşwazîya birêz Arif Remezan kir û xelatek pêşkêşî wî kir li ser Kar û xizmetên wî ji bo çand û Hunera Kurdî û bi Taybet rowla wî di Festîvala Dubey ya Filklorî û bazirganî de , dema ku Komek ji Herêma Kurdistanê di bi çavdêriya wezareta Rewşenbîrî û dezgeha Sema beşdarî wê Festîvalê bibûn di despêka vê sale de . û bala beşdarvanan kişand ser xwe . Û hêjayî gotinê ye ku wê şandek ji wezareta rewşênbîrî bi cilên xwe yî netewî û hin berhemên navxweyî wê beşdarî Festîvala dubey ya nav netewî bibe ya ku di 20 -12-2006 wê li darkeve . Her weha Azadî TV ku Tv ya Partîya Komonîstê Kurdistanê ye Hevdîtinek bi birêz Arif Remezan re kir û li ser gelek babetan gift û go hate kirin û bi teybetî li ser çalakîyê Dezgehê yê di ware çpkirina Pirtûkan de . û bîranîna şewata sînema Amûdê ya ku vê sale Dezgeha Sema li gel Malpera Amûdê li bajarê bûxim li Almanîya Konfiransek li dar xistin . Û em dixwazin bala xwendevanên Malpera Sema bikşînin ku Kenala Asmanî ZAGROS TV Hevdîtinek Teybet bi Birêz Arif Remezan re çêkirye û di roja înê di 29/12/2006 di saat 8.30 bi katê Kurdistanê wê bê weşandin . | ||
Rate this article




del.icio.us
Digg
Post your comment