Meyvexwere.. rihimdare! Kureteçîrok: Mihemed Hemo
Memo meyvexwere jin jî xemxwere! Memo çend ji xwe razî bû, wisa jî ji jina xwe nerazî bû, her ew biçûk didît û bi her tiştê wê qayîl nedibû, jinê çi jî bigota yan bikira digot: Lome ji vê ehmaqê nabin, teresê bavê wê, ew nekiriye mektebê.
Mey bûbû şîrê dayîka Memo, bê mey nedijîya, şevek bê mey di ser re derbaz ba jî ew şev ne ji jîyana wî bû. Lê pir merovekî giran bû, çendî mey pir vexwera; wisa jî peyvxweş dibû û civat ber xwe dikşand.
Roja ku li mal vexwera, jina wî wek: Kola xizmeta wî dikir û cara piyala meyê jî nedabû ser lêvên xwe û nedizanî tama meyê şêrîne yan tale yan tirşe, tenê dizanî ku gava mêrê wê vedixwe kêfxweş û qure dibe, li ber wê jî dil tenik dibe û peyvên nazik ku cara jê re negotine ji wê re dibêje. Loma jî hindî jina wî bi hesreta peyvên nazikbû ji dil de xizmeta masa mêrê xwe dikir.
Şevekê Memo û jina xwe ve çûbûn malekê şevbêrka xwe bikin, Mêrê malê ne li malbû, tenê jin û xwîşkên wî li malbûn. Memo pir li xwe xerap bû û bi ser xwe de ponijî, nexema mêrik xweribû, xema meyê xweribû ku wê çawa karibe di wê şevê de meyê vexwe. Memo dudilî bû, rabe here; destê wî ji civata jina nabe, bimîne ditirse araqî tinebe. Memo di dilê xwe de digot: Ez zanim, jinên vê malê jî meyvexwerin, lê mêrên wan ne li malin, tu dibêjî ew ereqê bi me re vexewin? Wele! Ew meyê jî vexwin wê bîrê vexwin, em rabin herin. Dema Memo çêra çûndinê kir jinên malê rê nedan ku ew biçin.
Memo ji jina xwe re got: Ez bawerim ew sifrê amede dikin, ger pirsîn hûn ê çi vexwin, bêje ez araqîyê vedixim ji ber ew araqîyê jî dînin.
Gava malikê sifra xwe amide kirin ji mêvanên xwe pirsîn hûnê çi vexin, yekser jina Memo got: Ez ê araqiyê vexwim. Malikê araqî, bîre û wîskî bi hev re danîn.
Jina Memo piyala araqiya xwe û ya mêrê xwe dagirtin, jinên malê jî yên hezkirin araqîyê vexwin yên xwestin bîrê vexwin, vexwerin. Jina Memo panzdeh salin xizmeta masa Memo kirîye û mizeyê wî amide kirîye, lê nizane tama araqîyê wisa tirş û tûje. Jina malê piyala xwe hilda û got: Çivat.. bi xweşiya we, ji virde wêde piyalên wan çûn devrûyên hev û bi hev re vexwarin. Memo bû dîkê nav mirîşkan! Wisa pê hestdibû ku ew tenê mêr e li ser rûyê zemîn, piyala xwe vêyî piyala jina ranedikir û nedida ser lêvan.
Tama araqiyê bi jina Memo qet nexweşbû, lê carekê gotî, ez araqîyê vedxwim, jehir be jî dibe vexwe! Bi ser nexweşbûna tama areqîyê de jî xwîçka mêrê malê di kêleka xwe de çîroka mirina mêrê xwe ji jina Memo re digot û vê re jî ket nav nexweşî û derdê jinebîbûnê û sêwîbûna zarokan di stûyê jinan de, digot: Bila jin bimre û jinebî nemîne, jina bê mêr ji bo çiye? Hîngî dilê jina Memo bi wê jinebîyê şewitî, yek ser mirina mêrê xwe anî ber çavên xwe û ji mêrê xwe re got: Memo em neçin? Wek tasek av sar bi ser Memo de bibe! Ew ewgotin lixweşiya wînehat. Memo bi tenê butlek areqî vexweribû, ji xweşiya wê civatê li xwe hay nebûbû, dixwest wê şevê her peyvekê bibhîse, tenê peyva em biçin nebîse, lê çibikê jinê got.
Memo pîs-pîs bi dilekî nexweş rabû, lê destê wî ji civatê nedibû, ew vegerîn mal, Memo bi lez çû oda xewê cilên xwe gewirîn û vegerî salonê ta ku şerê jinê bike çima di civatê de gotî em rabin, Memo li dîmenê jinê nerî; dît çi sêrke ku jina wî pişta xwe daye erdê û lingên xwe avêtine ser qenefê û berdaye girî!.
Memo xwe giran girt ta bizanibe derdê jinê çiye, jinê dengê xwe bilind kir û got: Memo! Ez qurbana te bim ez dest û lingên te maçdikim! Cigerê min bi wa jinê dişewite, şevekê here cem wê jinebîyê xweke, bila xêra me be! Çend dilê min bi wê jinê ve ye, ev çar salin bê mêre, ew çawa dike? Tu şevekê li mal nebe, ta sibê xewa min nayê, jina cepîcan bê mêr çawa dike? Law dibêjin Xudê adile! Ka edaleta wî? Guneyê va jina weke kihêl çiye ku bê mêr bimîne? Ew jina can û ciwan bê mêr çawa dike? Xwedê çawa destê jin û mêrên ciwan ji hev dike? Memo! Bila em xwe di şûna wê jinê kin çend zehmete, çi qedera vê jinê bû? Memo! Ji bo xatirê min, xêra dê û bavê xwe car-car here cem wê jinê xewke gunêye, dilê min pê dişewite, bila ew jî zekatê min be.
Derngê şevê ez di xew dabûm rîngringa zengilê telefûna me dihat, bi çavên li xew; ez rabûm min bîstoka telefûnê rakir ku cîranê me Memo ye. Ez tirsîm ku xeberek nexweş hebe, ji min re got: Bibore, me xewa te herimand, min got: Borayîye, xemnake! Xudê xêrke vê şevê çi heye, kenîya û got: Ez çi bêjim? Hele ji min re bêje meyfiroşek di tênişt kitêbxana te de hebû maye yan na? Min got: Belê maye, kermke!
Got: Sibê zû çi araqî li dev wî heye; hemiyê ji min re bikre, tu nabêje araqî dermanê jina min e û min nizanîbû!
Bê yî ez zanbim çi heye ez kenîyam û min got: Çi bûye?
Got: Ez çendî bêjim ger tu bi çavan nebînî tu bawer nakî, hema hûn werin bi çavan bibînin.
Ta wê hîngê jina min jî hişyarbû, em bi hev re çûn mala Memo. Bi rastî jî merov bi çavan nedîtiba bawer nedikir; Jin a Memo bi girîyekî şîn pêşwaziya me kir û ji min re digot: Mihemed ji bo Xudê tu jî ji Memo re bêje, bila vê xêrê bike, bila car-car ji bo xatirê min here cem wê jina belengaz, gunê ye ez razîme, ger ew naçe jî? Bila ew xêra nesîbê te be, hema tu biçe dev wê, ez ê edrêsa wê bidim te.
Me nezanî em bikenin, ne jî bidêgirîn, Memo digot: Bira min nizanî ku jina min araqîyê vedixe waqas biaqil û dil bi rihim dibe? Bila ji vir û pêve vexwardina wê araqî be, hema sibê çi
araqî li dev meyfiroş heye tu ji min re bikir.
Min jî ji xwe re digot: Tu dibêjî? Ew dermanê ji na min bê jî? Ez ê ji jina Memo re bikrim û bikrim, çima ji jina xwe re jî nekrim?!.
~~~~~~~~~~~~~~~~~~




del.icio.us
Digg