Kurte çîrok bi Navê kongira Şermola ... Pêşeroj Cewherî
Şevekê ji şevên zivistanê li bajarê Amûdê li nêzî girê Şermola bi şêweyekî raz û veşarî ajal û lawirên bajêrê navborî li hev kom bûn li ser daxwaz vexwendina berazekî û di vê kombûnê de hemî lawirên cûrbicûr têde peşdar bûn ji berazan bigir ta tajî û pisîkan û ji kûçikan bigir ta kund û gumgumokan bi kurtayî hemî celebên ajalan ber hev bûn û bi vî awayî kongira xwe saz kirin li ser navê kongira Şermola endemên vê civata ber fireh bi yek dengî serokê kongira xwe hilbijartin bi şêwazekî demoqrat beraz bû serokê kongira lawiran bi helkeftna hilbijartinê wek serokê vê civata berfireh beraz gotareke şoreşgerî xwend li ber dem civata ajalan di vê gotara xwe de anî ziman û got heta em civata zindîweran emê di bin destê insana de bin ji îro pêve em ret dikin, ji kok de ev zor û setema ko li ser me bikar tê ji destê civaka mirovan gelî birêzan gelî endamên amadebûyî kê ji me ji civaka ajalan tûj û tundî ji destê mirovan nexwarî ye heta kengî bê dadî û bê bextî êdî bese xeşimkarî lewra li pey vê kurte gotarê ez pêşniayar dikim şoreşeke çekdarî li dijî mirovan ta ko em rizgar bikin hemî zindîweran ji bin destê insanan li bajarê Amûdê bijî azadî bese koletî serkeftin ji bo doza me serkeftin ji kongira mere sipas
Piştî vê gotarê çend lawiran beşdarî kirin herî yekê bi peyvke xwe .
Ker: Ez hemî karan dikin ji bo mirovan tev wilo jî êm nadin min li gor keda ez dikim lewra ejî şoreşê erê dikim.
Kûçik: Ez malê insanan diparêzim ji hemî metirsiyan tev wilo jî cî ji mi re nîne ji ber ba û baranê pêve lewra ez vê pêşniyarê erê dikim .
Tajî: Ez nêçîrê ji wan re dikim û bi deh kîlometran baz didim tev wilo jî para min hestîne lewra ejî vê yekê erê dikim.
Kund: Ha hew tew em ji tîrora insanan newêrin bi roj bifirin tim û tim bi şev derdikevin lewra navê me kirine kund ji ber vê yekê ejî vê pêşniyarê pîroz dikim.
Bi vî awayî hemî ajalan derd û azarên xwe anîn ziman û herweha bi yek dengî di gel hev pêşniyara beraz serokê kongira lawiran pîroz kirin û bi rêkeftin ko roja heyştê azarê dest bi şoreşa xwe bikin di heman dema navborî de raperînê destpê kir ji bazara komfiroşê ya pincar û şînayî û jê pêve fireh bû dest danîn ser hemî navend û kargehên Amûdê ji şarevaniyê ta navenda êm di kurt de Amûdê hemî dagir kirin û zora insanan birin û beraz bû şaredarê bajarî navborî lê mixabin ser mixabin zindîweran li hev nekirin ser pişk û paran çimkî beraz avahiya bajarvaniyê û kuştargehê go hemî ji mir ye lê kuçika ev yek pejirand ker dixwest bazara komfiroşî û navenda êm jê re be lê çêlekan ev yek ne pejirandin kulikan xwestin ko zad ji wan re be bizin û hîtikan nepejirandin.
Tajiyan xwestin keroşkên bajêr ji wan re bin roviyan ev yek nepejirandin bi vî şêweyî şoreşa wan ket û ruxwiya û dîsa lawir ketin bi destê insanan di dûmahiyê de gumgumokan xwestin agir bi Amûdê xin lê gêrik û marmarokan ev yek nepejirandin torîkê rojnamevan ji kewkurkê pirî çima şorşea ajalan têk çû kewkurkê bersiv da û got : ji ber sê egeran
1- berjewendiya taybet di ser a giştî re girtin .
2- bê rêxistin û bê rêk û pêk bû .
3- idyolojiyek netewî hevbeş di navbera wan de nebû.
Daner : Pêşeroj Cewherî




del.icio.us
Digg