Laperê Serekî | çîrok | Gundê pejî û bejî...Kurte çîrok...: Pêşeroj Cewherî

Gundê pejî û bejî...Kurte çîrok...: Pêşeroj Cewherî

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Li gundekî ji gundên welatê me yên bindest û birîndar hebûn du kesên gendel û bedkar navê yekî Pejî bû û yê din jî Bejî bû lê kula zor giran û pir xem ev herdû kesên bedyom û bê oxir endamê rêxistnek konevanî bûn ne bes wilo belê ev her dû kes pencê destê herab kar û hovan bûn di jiyana gundê nav borî de bi kurtayî pejî û bejî bûne agir û bi gund ketne her weha bûne berê topa dijminên navxweyî di warê koneyî de tund rêne di warê civakî de ser berdayî ne di warê aborî de xendiqîne ji ser taser bûne bela serê şêniyên vî gundê qiram û xizan diyare di civakên rewş xerab de pêwîstî bi mirovên bê namûs û xirab heye pejî û bejî tên perwerde kirin û fêr dibin ku çi kesê ne di rêxistina wan de be di vê ji vî gundê barkin û ne hejî silav û pêwendiyan ne bi vî awayî zemîn û bingeheke xurt amade bû di nav gunde û gundê reben bi nexweşiya pence şêra civakî re rû bi rû maye rewşa gundê belengaz gelek hestyar û nazik bûye şêniyên gund kes nema dizane kî xirabiyê dike û kî qenciyê dike pejî û bejî her berdewamin li ser kar û xebata xwe  her ewin yên ku nîşanên welat parêziyê belav dikin li ser navê partiya xwe şêniyên gund jî wek ku ji pejî û bejî di tirsin wilo nema ji sîxuran ditirsin belê gihan astekê ji poşmaniyê ku çawa rojekê ji rojan êrîş kirin ser baregehên dijminan çimkî kesek hew dikare wan rizgar bike û bi parêze ji xerabiyên pejî û bejî ji saziyan pêve li esmanan ewrekî reşe li ser zemînê mij û mûrane kî sîxuriyê dike kes nizane kî qenciyê dike kes nizane kî xerabiyê dike kes nizane di vê rewşa bê bext û bê oxir de gundê me winda bû em di gerin na gerin em gundê nabînin rojekî me bihîst ku pejî û bejî çûne bajêr diçin bajêr û çayxana şeqama bajarvaniyê rûniştîne li nêzî wan jî du konevan gengeşiyek rêzanî dikin û li ser hindek xal û mijaran di peyivin bi dengekî ve bihîstî û eşkere pejî û bejî ji xwere guhdarî dikin lê tiştekî ji peyvê wan têde naghêjin çimkî kewdan û nezanin ji nişka de sîxur û ajanan li ser tê hildanekê hatin û dora wan pêçan û dest bi dest ew herdû kes bi çav kirin û pejî û bejî bi wan re birin girtîgehê û gelek lêdan û azar li wan kirin ew gelekî êşandin wê şevê man di girtîgehê de pejî û bejî wê şevê razan lê xilmaşin deng diçe wan ew herdû kes şiyarin wê şevê û ji xwere dipeyivin ji hevre dibêjin ev girtina me durûşmeke mezine li ser singa me û em gelekî pê ser bilindin sibê em derkevin wê gelê me pêşwaziyek liheng û mêrxasan ji bo me çêkin pejî û bejî xilmaşin deng hemî diçe wan gava dibe roja din wan dîsan dixwazin û lêpirsînê bi wan re dikin  nakin ew herdû kes tiştekî mukur nayên tim dibêjin gengşiya me asayî bû em ne hevalê kesekî ne bi şêweyekî giştî em dipeyivîn lê gava bû dora pejî û bejî û çûn lêpirsînê bi her tiştî mukur hatin  û xwedê giravî ji bo têkevin rêz û mêrxasan hemî tişt xistin histiwê xwe de û gotin em ber pirsê her tiştî ne û ew herdû kesên we girtine bê gunehin û hemî ji destê meye em rêberê hemî xebat û tevgera ne bi vî awayî ew herdû kes berat bûn û pejî û bejî ketin zindanê nûçeya girtina pejî û bejî gihişte gund ku hatine girtin xelkê gund gelekî dil xweş bûn û gotin em ji wê gemarê paqij bûn lê mixabin roja sisyan ji girtinê ber pirsê sîxuran şande dû wan da kû dîdara wan bike berî wan bişîne zindana mezin lê tiştî herî balkêş gava ber pirsê mezin çav wan ket dî ku haylo dîlên azadî û dîmoqratiyê pejî û bejî ne gelekî azirî û got:

Ber pirsê sîxuran : girtî we evin

Sîxur : erê berêz

Ber pirsê sîxuran : mala we ne ava be

Sîxur : çima berêzê min

Ber pirsê sîxuran: we çûye yên durust berat kirine û yên pûç û vala we girtine

Sîxur : berêz wan her tişt kirin histiwê xwe de

Ber pirsê sîxuran: wî bimir ji we re ev herdû kes zigurid û bodele ne

Sîxur : em tê ne gihiştin çawa berêz

Ber pirsê sîxuran : hûn nizanin ev herdû kes kîne

Sîxur : na berêzê min

Ber pirsê sîxuran : ev herdû pejî û bejî ne ango bê mejî ne di çî de her kê şiqamek bi tîn li wan xist û ew berdan .

Piştî pejî û bejî derketin vegeriyan gund şêniyên gund mat mayî man û ji hev di pirsîn gelo pejî û bejî çawa derketin …..?

 

 

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
5.00
Powered by Vivvo CMS v4.1.6