REXÊ TARÎ JI ROKÊ...Çîrok: Bêkes Têlo
Demjimêra wê çend pîp-pîp lêda, bûbû 8-ê êvarê, li gorî sozê me li ber deriyê kafêtêrya, weke çûkê şilkirî rawestiya bû. Ev demeke, dixwest bi bê dudilî pêrgî hev bibin ,lê li kû û genkî ?, min ev dijwarî dikişand .Û weke hûn dizanin li Ewropa û kafêtêryayên wê bi qelebalixin. Min biryar da em herin ya min ,ew di mejyê min de ye, bo weke van çîvanokan tim lê, mêvan dibim .
Maseyekî li ber pencerê min hilbijart, em rûniştin ,du berdaxên kafê keça garson bi lêv ken li ber me danî .Awirên xwe ,bi livek hêdî li dîwar û derdora salonê a kafêtêrya gerand.Û li ser tabloya ku dîmenên pêlên sipî yê derya di kêlîka heyacanê de, di binya ezmanekî hemû mij û domanên reş,awirên xwe rawestand .Serê xwe ber bi aliyê milê rastê fitiland, hevokek ji stranekî Îngilîzî ya Bob Marley ,, don't worry be happy ,,(xemnake ,dilgeş be )li ser dîwar hatibû nivîsandin, dît .Tengazarî lê hate xuyanî kirin û li jor ,li ezman ma ziq dinêre weke cara yekemîn be, sipehîbûna ezman kişfbike .
- Te !… tucarî li ezman temaşe kir yî?.Berdaxa kafê ji devê xwe min daxist, piştî qurtek bi zûka ku min vexwar bû, wextî ji zengeloka min re derketibûya .Weke balûle ,ji pirsa wê birhên çavên min bi jor ve mabûn ,hatim bi axivim , hewldana min birî ….derhal têgihîştim ku dibe qeşabûna orta me de, dixwest rake.Lê ne wisa bû ,pêde çû û bi madek gazinde.
- Don't worry be happy !!,hmm serê xwe hejand bi kul,û berdewam kir :fermo rexê tarî ji rokê.
Ez Arya me!!tucarî min xwe weke mêyekî gihiştî ne didît,dibe ji şoka vê cîhanê be .Daristanek ji baranê di singa min de, jiyana min bi qilaştin bê wate û armanc hişt .Raste! , pir zore ez xwe daqolkim û qetên perçekirî ji gyan û jiyana xwe li hev bicivînim û dubare bête jîndewar kirin.Rondikan, min xistbûn nav zindanê de ,bi qurincan li rojên zarokitîya bê tewan,bi min re çêwî bûbû. Tu tiştekî tund û tûjitir nîne ji zîndan kirina gyanê mirov,ji rûdanek an jî ,ji evînek,rêwîtîyek û mirinek . Ez xwediya rûyekî bê guneh ,şaxekî nû derketî ,çêlîkekî ku çerxê pişta xwe dabû min, hişt ji qêrîna zaroktîya xwe,ez bê bejdarî bim.Çerx min ji hespê dawer kir û bi barek pir dijwar,ez hiştim rû bi rû, bi pêşerojê re bimînim .
Helkewta min bû ku ez mirovên herî şerîn li ba min, hundakim . Bi tenê bi şaxa jînê daliqandî mam,çemê felekê kesekî ji min re nehişt, li ber deryê jiyana hatiwî de. Ji metikê pêve ku di avahîk pirtaq de,apartmanekî ji xwe re kirî bû . Xwedê ha ji metika min nebû, ku bi zarokekî wê dil bextewar bike .Ez di konê merqdan û evîna wê de,ew min hembêz kir .Hevjînê wê di dil de,tu hêvî an şûnek ne dît bo keskî navê wî û yên pabîrên wî hilde,pîvanê mêrbûna wî bû mijara gumanê, dejêqerya û ne bedîbû.Metika min hemû aramnc û hêza xwe da bû min,Mamosta dibistanê bû .Paş 5 salan ji mayîna min pêre , pir xwezgîniyên wê dihatin ,wê red dikir ji bo min .Rojekê,ez ji dibistanê dihatim malê bi ken û kef, çawa derbas bûm awirên min ser mêrek li rex metikê werbûn ,kafê bi hevra vedixwarin, gazî min kir:
-Arya..were qurban! Destên xwe vekir û min xiste hembêza xwe,hembêza ku aramî,tebat û hejkirin dida min . Maçî anîya min kir û gava ku mêrik xatir xwest û derket ,metik bi lêv ken axift û ji min pirs kir :
-Arya minî delal; ev mêrik bi te çawa bû ?
-Ma ew ê bibe hevjînê te ?!. bi lêv ken û awiryekî zîrek min jê pirsyar kir.
-Ger kefa te jê re be ! erê .
Ser hevjîna wan salekî derbas bû ,apê Mehemed her ji karê xwe dihat, li mal dima. Şifêrê tirmpêlê bû ,gera şevê li bajêr,carana me herdwan derdixist ..Di gera her şev de, apê Mehemed em pir dikenand bi henekê wî.Pêkenokan digot ,em gelek dil şad dibûn.Pêkenokek wî di hişê min de ma,min hewl dida xwe mebseta wî naskim, lê bê sûd dimam .pêkenok digot ku sibha cejna remazanê xelq ji camiya Qasimo li taxa Rojava derdiketin, zilamek bi ker ê xwe derbasî hewşa camiyê bû.Kiras û xeftan li ker kir bû,di eynî demê de, polîsek ji mala xwe derdiket bo biçê karê xwe.Nezîkî camiyê dibe ,dengê qerebalixekî dike,zûka derbas dibê ku çi bibîne, li dora wî zilamî mirov bi qîjînî hawar dikirin.Polîs jêre got û serê xwe xwar kir bi çavên beloq û bi jor ve birin: na! na; ev çiyê! ez ê ker ê te bi raport bikim, pêl yasa yê kirye û wî tewan barkim,zilam matmayî lê vegerand, çima kerê min û ne ez?! meyzê te xwe arimandî yî, cilên şahîk xwekirî lê li ker ê xwe meyzê…sê ,çar caran polîs dibêje ker û zilam dibêje çima ne ez?.Talî polîs xwe nezîkî wî kir û jê pirsî : ka hela bêje çima naxwazî kerê te tewan barkim,bi çavek girtî li polîs meyzan û got : ji ber nizîk ew ê îmtîhanan bide bo bibe polîs,ger te wî tewan barkir ew ê bê kar bimîne.Aha !bêhnek kişand û peyîvî :bê çare ye hewldana te ,ez ê …, ji zilam bersiv zûka hat û got : jina mine yabo !.Polîs lê nerî û gote: nexwe zûka derê ji camiyê tu nizanî bejdariya wê heram e . Zik bi min ve ji kena nema ,lê metika min bi bê mad dikeniya.
Rojekê hilbijartinên şaraderyan bû,pêwîst bû mamostên dibistanan,ji sibehê ve ta paş nîvro li ser qutîkên dengdanê bin.Bê guman pere baş qezenc dikirin ji rojên welê. Ew roj bi taybetî bêhnvedan bû bo hemû hemwelatiyan ,apê mehemed û ez jî, li mal in . Gazî min kir :
-Arya !..canê min e! ka were çayekê ji apê xwe re çêke.Çû ser kenebê rûnişt û li TV temaşe kir ta min jêre çay anî. Çavên apê Mehmed ji ser min ne dihat xwar, gava seyran bana ,li mal û bi taybetî li ber TV, gava bi hevre me tameşe dikir.Girêz ji dev dihat xwar ji dilbijîna wî ser meş û hejandina qilafetê min bê ku hayê min jê hebe.
-Were li rex min rûne, bi destê xwe nîşan kir. Tenîşta wî rûniştim û ji nîşka ve detsên xwe ser milê min danî ,geh ser serê min dibir û tanî ,hino hino destê xwe danî ser sîng û pêsîlên min girt û got :
-Ka binêrim çiqas tu mezin bûyî !.
Ez veciniqîm !destên wî hêdîka min rakir, hebek xwe da paş ve, ewî xwe nêzîktir dikir.
-Ka were ! ma tu ji apê xwe ditirsî ?,ez wek bavê te me ,ka hela rabe ser xwe ez wan pîvankim bê çiqas mezin bûne ,bi herdu lapên girs memkên minî nuhatî girt û firkand .Ez lerizîm… ji çi û çima ez nizanim ? .
-ez ê her roj wan bigrim û pîvankim, em ê binêrin çiqas mezin dibin. Tu ji metika xwe re nebêji tuştekî ,ha !. Li min dinêrî weke gurçekî birçî û zimanê xwe li dor devê xwe digrand bi çavên hîz ,min xwe zûka ji destên wî azad kir,bi alîyê oda xwe reviyam.
Barekî giran ser sîngê ez hest dibûm , bi xwe re peyîvîm bi tirs û bêhn çikyayî : li ber min tarîyê, weke şeve !! hêvî dikim ku xewn be, deku wî ji hişê xwe berdim, bavêjim …xwedêyo!!!
Min xwe avêt ser text, vezilîm û herdû destên xwe weke kelmçekirî bin ser memkan min danî, û hembêz kir weke pisîk çêlîkên xwe hembêz bike û biparêze û di binya çena min de, mabûn,çav tirsyayî . Demek baş derbas bû , bêdengî xanî giş xistibû destên xwe.Derî vebû,û bi gavên hêdî ji xwe piştrast ku dilbijîn di min de peqandîye. Derabasî odê bû,min çavên xwe girtin deku bêje raketî me.Hat li kêleka text rûnişt.
-Ev tu çima ditirsî ,min xwest zanibim ka çiqas mezin bûyî ..disa destê xwe avetê sing û memkan .Maşalah tu bûyî jin !. ez radayî û çav girtîme û ewî destê xwe dibir û tanî ji paq û laş ta rûwê min .
Min hewl da çavên xwe vekim lê venedibûn ,bêhna min diçikya ji tirsê .Tucar wisa bi min re çê ne bûye û di nava xwe de, min ji xwe dipirsî: ez çi bikim xwedêyo?! . Li hawirdor bê dengî ye ,tevlî gojgoj û şûmiya ji dervî laşê min ,li hembr pirsên xwe bê hêz mabûm.MinHewl dida bo hevdana wan di ezmanê hembêza apê Mehemed de, ronahîk bi dest xînim.Tevlîhev dibûm ..ez ê qîrînkim !apê mehemed destê xwe danî ser devê min! .
Gulên tava bê dengiyê ji zarokitî ya min, ku bê tam,bê reng, li ber dadgeha çerxê û bahozên sitmkariya jiyanê ,hişt dawî ez encama girî û lal bûnê bimînim.Li bember pêşerojê ala sipî min hilgavt ,rû bi rû di hundirê xwe de mam, di şîniyên zordestîyê de .Xilmaş bûyî ,herfî , bi dilekî du felq mam, bezê demê sûjin bi bê hayê min,ez radestê rexê nependî yê kirim.
Koncalek di can de vebibû ,min gindiran ser kerba bê dawî , bi çarenûsek bê hêlîn .Ez ê bibim rabirdûyekî jiyanê tevî, ew ê min qudûmketî nav lapên xwe de, bihêle.Ez ê bibim cêrîyê weke koştê bê bez,tevzokekî min dibir û tanî paş rabûna çiyak ji ser laşê min ,laşê çûkekî xwedî xewnên derizî.Falic bûm ji vê rewşê,hestekî min hişt bi aliyê pencerê biçim .Min Li ezman temaşe dikir.Sîmayê rûyê min weke balûle ji bandore qermiçîna nava canê min de , agir bi dengê min ket bi hawar .Min laşê şikestî dida hev,hest bûm ku zaroktiya min ji desê min çû bi yekcar û di hundirê xwe de pirskir :Ev çi dihelê mêr ji dîrokê ve tolhildan ji mê bistîne ji bo dilxweşiya xwe?,kî guneh kare ,qad an jî jîyan?. Ketim himbêza girînê bi bêhay,girînek hîstêrî . Ew pozê çiyayê bilind piştxûz bûye,paleya zaroktiya min bê tixûb û sînor radestê afasana bê namûsiyê bûye ji gurê civaka mêran ..gunehkar bim an jî no… bê namûsî kete konê min û bav û kal kalanên min de .
Ez diramiyam ku zarokên hem temenê min,bi bê tirs û pirs ,rûgeş bin bê qajqaja û desthilatiya mezanan dilgeş bin bi jînê . Ji nîşka ve ez dikeniyam, weke ku tucarî nekeniya bim di jîyana xwe de…dikeniyam bi rengekî hîstêrî,dihat ber çavên min ,wan dîmenên hovane,dikeniyam weke ku tolhildan bikim bi hawara xwe,weke xwe bavêjim bextê dê û bavê xwe .Zarkêş dibûm ji wan çavên wî, ên çavhîz ,matbûn min kir bû peyker, tim çavên wî weke laçîn dihat ber çavên min.
Daqurtina ji qîzanî ketî bi tu hawayî , hêvîk di dilê min de, ne hiştibû..ma ka dil! ew jî herfî,rûxya,ser çogan ketim û ez ber diwarê ku pencere tê de ye .
Diljar û bê şûn bi dirêjbûna rojê li ber pencerê mabûm,geh serê xwe min dixist nav çogên xwe de û geh serî datanî ser dîwarê çerxa bêbext.Bi çavên tijî hêstir li ezman min tameşe kir weke çarek dîtibim û bi dengekî hûrik peyvîm :
- hey ezman !Ez pir hej te dikim, tu tim cudayî ..doh li ber rojava weke tabloya nîgarkêşyekî bûbûyî .Destpêkê sipî, wirde wired sîkek ji tarîyê ber rengê pembehî diçû,şûnda zer û nişkêve bibû kesk û sor, çawa mirov hej te neke. Lê îro te xwe veşertîye bi lihefek ji awran weke zarokekî di derkûşê de,lê ji asoyê ve sipî bi desmalek pembehî..îro tu tengezarî, dagirtî bi awrên reş. -hey ezman çima tu min nabî weke te dê û bavê min birin ?.Bi livek bi bêhay, ji binya pencerê radibim serxwe û pencerê vedikim li hember min xortek diyar bû rohnî jê difûrya,pir zor bû dîtina wî, ji min pirsî :
-Tu bi rastî dixwazî here wira ?!.
-Erê!
-nexwe gava xwe bavêje bi pêş de û destê xwe radeste min bike, Ez jî hej te dikim !.Ez gavek bi pêş de davêjim kêlîkek radiwestim parçak ji min difire jêr , bi germbûna tilîyan hest bûm,û ba di binya nigên min de . Bi jor ve çûm, jor..jor.ne qad û ne jiyan ji min re pêwîste.lê êşek ji nîşka ve bi laş û hêşê min digre û dengê metika xwe kir bi hawar hawara wê . Di baweriya min de,ez giham ezman …..xwe davêjim û hino hino dengên mirovan hest dibûm .na gidî..na!na!.Keçê di ola me de heram e tu xwe…….
-Aryaaa !!!nexwe tu niha mirîyî ! Bi matmayî min jê pirs kir...çawa tu nependiyî û bi min re diaxivî ?.
-Erê, ez tune me! Ez di serê te de me, tu karî min saxkî ger pênûsa te, ne westya be.
Min qurteka dawî ji berdaxa kafê vexwar , çixara xwe vêxist û min pênûs hêdîka ji dest danî ser rojnama ku ser masanûsê bû rex berdaxa kafê.
Bêkes Têlo
2009




del.icio.us
Digg
Post your comment