DIBISTANA TEMO...Çîrok: Lewend Dalînî
Baranê ji erd û ezman dibariya, dema zingilê Dibistanê qederê deqîqekê bêrawestan lêdida!, Mamoste destê xwe ji tebeşûrê weşand, û paqij kir, rahijte Teranşkotê xwe li xwekir, û lefahîyek li dora stiwêxwe gerand, û şemsiya xwe bi destê rastê Kopalkî hilgirt! û ji zarokan re got:
Kumê xwe bidne sere xwe, lepikên xwe bêxin destên xwede û çenta li mila bişidînin, û bi lez û bayê bezê berê xwe bidne malê!……
Wilo gote zaroka dema tev şipîya jêre ketibûn temanêde, û di derî ve derket.
Roj çûbû ava, û hêdî hêdî reşê baskên xwe berdidan……. Gund di kû Dibistan lêbû di kevîya cadêde bû, nedûrî bajêr jî bû, mamosteyên ji bajêr di ser wê rîyêde diçûn malê, zarokên gund jî li sikakan bela dibûn, û her yek diçû mala xwe, Lê rebenêTemo bitenê ji gundekî bû kû nedikete ser riya cadê de, lê dikete ser yeke mixalif!.
Desmal li sere xwe gerand, şerwal xiste hundirê cezma xwe, û ji xwe çentê wî jî tinebû! Kitêb, defter, û qelemên xwe rojên baranê dixitin kîsekî naîlonî, kû diya wî jêre çêkiribû, û terişek bi herdû rexên wîve jêre dirûtibû û kiribû weke çentakî!? Ji fedîya hevalên xwe; dernedixist, lê piştî kû qederekê ji dibistanê dûr diket; diavête mile xwe!.
Dema Temo dît kû wê baran derbasî Hundirê çente, defter û kitêbên wî wê şilbikê!; çente xiste nabêna zikê xwe û şerwêl de, û çakêt bi ser de berda!.
Ba û baranê canêTemo ji xwere kiribûn nişanek, û li rast û çep lêdidan!……Baranê hawîr dor kiribû herî û çirav, û avê gol û newalên wêdeverê tevde tijî kiribûn.
Dibû çelpe çelpa lingên wî; geh li devera herrî diket û geh jî diketin kortalên avê, û av ji wa dipejiqî çav û riwê wî! û bi desmalê riwê xwe ziwadikir, û meşa xwe berdewam dikir…….Wê rojê Jî, ji serma û ji baranê rêwingiyek jî ji gund pêrgî nedibû kû ji xwere pêre bibê heval, Carna rojên wilo şilî; bavê wî dihate nêzîkî dibistanê li bendî wî dima, jêre kurkek yanjî şemedanekî naîlonî bixwere tanî didayê lixwe dikir, û bihevre di ketin ser riya gund; Lê wê rojê; ji sibehî de hîna berî kû baran bibarê; bavê wî serekî çûbû mala xuşka wî ya bi mêr li gundekî, çil pêncî kîlometrî bakurî gundê wan bû.
Dilê diya Temo reht bû!; derket derveyî mala belkî karibe sawîrê wî ji dûrve bibîne dilê wê hebekî rehet bibe!; lê ji zora baranê, nikarîbû xwe bigirta, vegerîya, û xwe da talda dîwarekî bi sifirnek! û çavên wê ma li rê.
“Ev hale zarokên gundîya teva bû êkû diçune dibistana bajêr yanjî ji gundê xwe diçûne gundekî mestir kû dibistan lêheba”.
Timî wextê dibistanê ji sibeha tanî nîvro bû, lê Temo wêsalê Jinû ketibû sefê hefta û jêdihate xwestin kû danê piştî nîvro here dibistanê.
Di dawîya havînî û destpêka paîzî de, jêre weke keyfekêbû kû dema zingilêdawî lêdida; bi lez dikete ser riya gund û ha xwe nedidît kû va li ser bênderên gunde!; Temo hesabê rojên zivistanê, serme û seqemê nekiribû!.
Telîyê ling û destên wî hin bi hin di cemidîn, û ji serma di arîyan!. Reş kete erdê, wî jî hin bi hin gavên xwe siviktir dikirin û carna jî qederekî bazdida, hetanî kû bêhna wî diçikiya, û helke helk pêdiket! Dîsa bi meşê berdewam dikir.
Kezeba diya wî li ber dîwêr dişewitî, û çavên wê li riya Temoyê wê di westiyan!; gelo ez bankim çend gundiyan bila bi Terektorê herin pêşiya wî!?.... Mabû li halekî heîrî, û Kelehek Xeradikir û yek jî avadikir!.
Temo nêzîkayî li gund kir, û dît ku sawîrê gund weke reşekî jêve hate xuyanî kirin, bêhna wî hebekî hate ber, û ji xwere dibêje: Eger ez rê û rê herim, rê gelek fetlînok têde hene û wê rê li min dirêj bibê, û wilo biryara xwe da kû best û best herê, û di riya kintir re xew bighînê gund!?.
Dayîka belengaz, pozêwê ji sermê sor bûbû, û herdû destên xwe xistibûn bin çengê xwe de, û ramanên wê kûr û dûr diçûn!…………Geh kelogirî dibû û geh jî dû’a dikir û bi xwere di peyîvî: Eger xwedê îro Temo bi silametî vegerînê malê, ezê Mirîşka male a hêka, bikim sedqe, û ezêbidim male Sêwîya!; na eger vegerê bi resûlê xwedê ez nema dihêlim kû lingêwî here Dibistanê “Medresê” ma ez kurekî li ser nakim!?……………Bavo bi mishef îro hewalekî vî kurî heye! De belkî nehiştine bê gund, ji ber baranê;……. ma wê çûbê mala kê? …… ne kesî nasnakê!…Belkî hevalekî bixêra xwe ew biribê Malê! Ma qey dinya xerabûye; çi qewimîye bavo!?......... Na na bi xwedê tiştek pêhatîye; belkî lehî rabûbe û ew li ber xwe birbe û xeniqî ye!?…….Li m’por kurrê, û dest bi girî kir!……
Baran û hêsrên wê diketin nav hevdû, û bi ser hinarkê riwê wêde dihatin xwarê………..Di hate ber çavên wê çilo wê zilamên gund koma xwe bikin û bihevre wê herin taqîbata wî bikin…..Talî bêqidoşîya xwe nasdike kû va termêTemo liser mile waye û ber bi gund ve tînin!? Li min pepûkê li min rebenê!! û weke keleka li ser avê ewqasî diricifî, û weke tû kêra li dil bixe û dilê wê perçe perçe bike hewqasî ji kezebê Dinalîya!?……
Yadê………Yadê…….. Temo ji dûrve gazî wêkir?
Bi bihîstina deng re çeng bû, û weke tû wê ji mirinekê rakê!... şiyarbû, û bê hişê xwe ber bi rexê wê deng de qefizî! û ji hêrza bazdanê bi dev ve kete nav herî û çiravê!………Temo xwe pelûkiryê, û bi herdû destan ew rakire şipyê…
Hevdû hembêz kirin, û wilo berê xwe dan û çûn malê………
6 ê~irya Pêşî 2001
Siûdiya Erebistan




del.icio.us
Digg
Post your comment