Laperê Serekî | çîrok | KESEREK Û DÛ HÊSIR…çîrok: Lewend Dalînî

KESEREK Û DÛ HÊSIR…çîrok: Lewend Dalînî

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hîn di dema suxtebûna xwede li zanîngeha Şamê,  berî nêzîkî bîst salan; ku ewjî weke gelek xortên Kurd ên çûbûne xwendina zanîngehê!,  car carna dema ku ji xwere pêlaveke nû dikirî;  roja din xwe dişûşt,  destek cilên paqij li bejna xwe dikir, lewento û bînên xweş bi xwe dadikir,  û pêlava nû di xiste lingê xwe de û berê xwe dida Sînema Kindî (wê demê gelek filîmên cîhanî wê Sînemê Pêşkêş dikir,  û bêtirên temaşevanên wê,  xort û keçên zanîngehê Bûn).

Timî berî derbasbûna Sînemê,  û di hebûna pêlava nûh de; û ji bona çermê wê nermtir bibê; diçû cem yekî  boyax çî  ku timî li derwaza xwarinxana “ELÎ BABA”  rûdinişt,  rêbarîyan qûnderê xwe li cem boyax dikirin!. ku qundera xwe boyax bikê!?.

 

Ev qûndera te vêcarê çermê wê qenc xuyanî dikê;  ne weke a tey berê ye! boyaxçî bi “Erebî” jêre got?  Raste,  ez jî pêdihisim ku çêtire,  min ne ji vir lê min ji “MEDAYA” kirîye!?.

 

Jêre bûbû weke prîstîjekî ku di piştî qedandina  xwendin zanîngehê re jî çi cara ku bi hata Şamê diçû cem wî boyaxçîyî qûndera xew boyax dikir!.  Kesî ji wan navê ê din nasnedikir!  Wî digotîyê Ma’alem, (Hosta)  û boyax çî di gotîyê “Istaz” (Mamosta!),  û ku demekê dirêj boyaxçî ew nedîta,  dipirsî: Tû çûbû bajarê xwe û hew!?.

 

Gelek caran ku di wê derwaze yê re dibûrî û ew nedidît,  boyaxçîyekî dî hebû ewjî li nêzîkî wî rûdinişt! li cem wî boyax nedikir!.  Carekê Boyaxçîyê dî qerfê xwe kirin û got: “Dostê te jineke nû ji xwere anîye û jina wî nema dihêlê bê vî karî bikê!?”. Peyre ji boyaxçî re got: Kenîya!.

Vê talîyê jî dema ku mala xwe anîbû bajarê Şamê, ji boyî karê xwey abûrî! dîsa jî her serê çend rojan û her rîya wî bi wê deverê biketa diçû qûndera xwe li cem boyax dikir.

 

Rojekê Sozekî wî bi dostekî re hebû,  nêrî li katjimêrê,  dît ku hîna nîv sa’at ji dema soza wîre hîn maye! Got : De ka ezê herim bera boyaxçî çend firça li qûndera min bidê,  va di ria min deye?.

Bayê Payîzê li hinarkê riwê wî û li pozê wî dida,  û di nêva taximê cilê xwe de tevzînokê sermê di laşê wî ê nazik de xwe belav dikirin,  û ramanên wî ên mezin weke Çiyayê Qasîyonê Jî,  tevlî hev dibûn,  û di dîmahîkê de weke bîranînekê,  cihekî xwey taybetî di nêva sewdanê wîde girtin!?.

Dem çiqasî zû derbas dibê, jiyan çiqasî tê guhertin? gelo ne ji demeke dirêj ve ez suxteyê Zanîgehê bûm,  serbestîyê ji hewcebûnê jiyanê,  û azadî jî tevgerên bûyerîn?  wey loo, wey loo,  helez hin bi hin derbas dibe û şîranîya wê kêm dibe!?  gelo çiqasî zaroketî,  xortanî xweşe?  hin bi hin ji destên me diçê, û hew vedigerê.... Lê bayê wê carna li pozê mirov dide û mirov pê şahî dibe!…Û hew xwe nedît ku va cihê boyaxçî bi qederekê Jî derbasdike, ji ramanên xwe şiyar bû,  û vegerîya!. 

Lingê xwe ê rastê danî ser sebeta boyaxçî weke hercarî, û silavkir bêyî ku dihnê xwe bidê,  dît ku dengek gîha guhê wî! mat ma nêrî ku sebet ewe lê boyaxçî yekî dîye? û xorte!  Kanî xwedîyê vê sebetê? Bi Erebî jê pirsî?  lê vegerand: Welleh Ebû Ezîz çûye bajarê xwe (Bi Erebîyeke şikestî neweke zaravê Şamîya!).  Şerwalê wî lêquliband qena ne lewite ji boyaxê, û qeytanên wî xistin ber qundera wî,  û dû lastîk xistin ber gorê û qunderê de û dest bi karê xwe kir.

Di dilê xwede got: Dêmekî navê wî E. Ezîze û ne ji Şamê ye? gelo wê ji kuderê bê?.  Dîsa jê pirsî? Ma ne Şamîye?  go na,  û karê xew berdewam dike.  Gelo bajarê wî li ku ye? got: Dûre... Dûre,  ji cezîrê ye!  hebekî sekinî û mat ma! Ev nêzîkî bîst sala ku ez li cem qûnderen xwe boyax dikim û min nizanîbû ku ji kuye!  mirov di bajarên mezin de windayî ye!?.

Ji cezîrê ji kîjan bajarî ye?  Ji xort jî werê ku ew bi xwe jî Şamî ye! got: ji Amûdê;  ma te navê wê bihîstîye?. (Wey pismam....Wey... Sînema Amûde, Mihemedê Saîd Axa xwedîyê cêbê,  Zergayê “Ûsivkê Çelebî,  Rifatê Darî” Cegerxwîn û dibistana kurdî,  welatperwerî!?.  Teww teww!). Ma kes heye ku Amûdê nasnakê! bi kurdî lê vegerand! xort ji nûve sekinî û serê xwe rakir! ma tujî Kurmance?  û tu ji Amûdê ye?  bi şahîyeke mezin pirsî?  Na na ez ne ji Amûdê me lê ji nêzîkî wê me!.

E. Ezîz apê mine îsal mûsim li cezîrê qence! ji xwere wê herê ser mûsim, hinek deyn lê hene! belkî îsal karibe bide!?.  Deyn lê hene!…  Ev îsal bîst sal E. Ezîz bi feqîrî vî karî li vî bajarî dike, û hîna jî deyndare,  wey qede bikevê hal,  û belengazîa me kurda! were ji bîstên salan ve ji bajarê xwe koçber bibe û karê boyaxê li ber dîwarekî ji ên bajarekî ku kes kesî nasnake bike,  biyanî,  birçîbûn,  rezîlî,  timî para mene!?.

 

Ramanên wî dîsa jî gelekî kur û dûr çûn, û ji bîr kir ku hîna lingê wî li ser sebeta boyaxçîye!…...Xort bi nazdarî pişta firça xwe li binê qûndera wî da! Pênehisîya! cara didiwa, yasisîya, xort serê xwe rakir û got: Ji kerema tere lingê din! weke ku tû wî ji xewekê rakê veciniqî! rabû lingê xwe ê rastê hiland û ê çepê danî.

 

Nêzîkî dû miha di wê navê re derbasbû,  rojekê di wê taxê re derbasbû,  li qûndera xew nêrî,  û derbasbû wê derwazê bû,  dît ku waye E. Ezîz qotîyên xwe dadigre boyax û amadebûna boyaxa qûnderekê dikê!.

Silav lêkir lingê xwe danî ser sebetê weke hercar,  û jê re got (lê vê carê bi kurmancî): Tû çawaye Bavê Eziz?  Serê xwe hilda û lê nêrî! di cihê xwe de mat ma!? nema peyîvî,  û weke heyecanekê lê peydabû.......kelogirî bû!..... Kesereke kur kişand,  û çavên wî dû hêsirên ziwa barandin!!??........

 

 

 

 saifdaoud@yahoo.com

                                                      

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6