Laperê Serekî | çîrok | Şarezayî ne bi çûkbûn û mezinbûnê ye…Nivîs : Lawkê hacî

Şarezayî ne bi çûkbûn û mezinbûnê ye…Nivîs : Lawkê hacî

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

 

Rojek ji rojan kure cihêlek û pîremêrek di rêkekê dapêrgî hev hatin , piştî ji hev çend pirs kirin şarê ku biçnê derkefte yek şar , wesan bûn hevalê rêkekê , bi rêda carekî bilind hat pêşya wan , kure cihêl ji yê pîremêre got : mamo ev carê han zor nexweşe , emê biwestin ta em bi ser kevin , ka em carê yek ji me yê dî hilgire ta ku em bikaribin bi ser car kevin , yê pîremêr li vegerand û got : mala te ez neşêm xwe hilgirin , çawa ezê te hilgirim û bi carve biçim , wesan keftin axaftinê ta ku bi ser serê car keftin , piştî demekê ji meşyanê rûberekî berfireh yê Genimî kefte pêşya wan yê pîremêr got çi delekî can lê çêbûye wê xwedanê dexlî mifayeke mezin jê bibîne , yê kure cihêl got raste eger ewî nexwaribe wê mifayek baş jê bibîne , yê pîremêr lê seyr ma û got : bavo dexl hişta ne hatîye çinîn tu çi dibêje , yê kure cihêl got : mamo ez wesa dizanim , rêka xwe berdewam kirin , piştî demekê gehiştin derdora şarê ku biçinê , li derveyî şar goristanek hebî , li nav goristanê hindek xelk kombibûn û mirîk vedşartin , dengê giryê jinkan bilindibî li ser yê mirî , yê pîremêr got : diyare ev xelkê han yek ji malbata wan mirîye lewra dengê girî ji nav wan tê , yê kure cihêl got : evê mirî gelo bi temamî mirîye ta ku bi vî rengî li ser digrîn , yê pîremêr mat ma û got : mala te tu dînî tu çi dibêje , zilam mirîye vêca temamî çiye û ne temamî çiye , yê kure cihêl xatir ji yê pîremêr xwest û berê xwe da nava şar û yê pîremêr çû mala xwe , li malê yê pîremêr çîroka xwe û yê kure cihêl ku bi rêde çi bi wanre çêbûye ji zarokên xwere  got : û dîsan got ez bawerim ku ew kure cihêle ne yê dirustbû , lê keçeka pîremêrî hebû pir ji şarezabû ji bavê xwere got : na bavo axaftinên kure cihêl yê dirustbûn û tê zanîn ku ev kure cihêle pir şarezaye , yê pîremêr mat ma û ji kiça xwe pirsî , çawa axaftinên wî yê dirusbûn , keça pîremêrî got : bavo dema kure cihêl ji bo te got ev car bilinde û nexweşe û daxwaz ji te kir ku carê hevdu hilgirin eve tê wê wateyê ne ku carê yek ji we yê dî hilgire ser pişta xwe , lê wî ji bo te got , hindekî tu biaxife û hindekî ez da ku em sebra hevbînin da em hest bi westandinê nekin ta em bi ser car kevin ,yê pîremêr got keça xwe : eve raste ji ber em ketin suhbetê û carekê mi dît em li serê carin , lê keça min babeta dexlî çibû , keçkê ji bavê xwere got , bavo dema kure cihêl got eger xwedanê dexlî dexlê xwe nexwaribe wê mifayeka baş jê bibîne , eve bo te diyardikir eger xwedanê dexlî li ser Genimê xwe çi pere deyn nekirbe û bi selef û riba nanîbe wê mifayeka baş wê bibîne , lê eger pere li ser anîbe ev dexl yê xelkêye û çi xwedanê vî erdî têda nîne , yê pîremêr got raste keçamin xebera yê kure cihêle , lê tu nabêjemin mesela yê mirî bo çi wesa got , keça pîremêrî got : bavo dema kure cihêlî got , ev mirî bi temamî mirîye yan na , eve tê wê wateyê xwest ku nasbike eger ev zilam mir û çi kur li dîf xwe nehêla ye bi temamî mirîye , lê eger wî kurhebin bi temamî nemirye ji ber ku wê kurê wî cihê wî bigre û mala wî her wê bimîme vekirî , yê pîremêr serê xwe hejand û got : raste keça min şarezayî ne bi çûkbûn û mezinbûnê ye li domahîyê ez dibêjim ku serkêşîya miletan ne bi avakirna partîyekê ye ku çend silogan û daxwazên şermok di peyrewa xweda ênane ziman lê ew kesên xwe bide pêş weku serkird bo doza netewa xwe divêt sê helwîst li cem peydabibin yek mêranî , du zanebûn , sê rastî û bernamê wî yê siyasî li gor daxawaza mafê miletan yê suriştîbe û qurbanîyan ji bo mafê miletê xwe pêşkêşbike  .

 

 

 

Lawkê hacî  

 

 

 

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6