Laperê Serekî | çîrok | Çîroka alayekî …Kurteçîrok: Nizar Pîro

Çîroka alayekî …Kurteçîrok: Nizar Pîro

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Kaxezeka spî li pêşiya wê bû, di gel komeka pênûsên rengawreng. Hergavekê, wê rengek dikêşa û karê kevalekî dikir. Nêzîk e salek dê xatirê bixwaze û saleka nû dê xwe bike mêhvan.

Wê di her bîrhatin û helkeftinekê de kevalek çê dikir. Wê li naverasta kaxeza spî, kuçkekê agirî yê ji beran çê kir. Di nav kuçkî de agirek helkir. Gorekê rengîn û baqdirêj, bi ser kuçkî vekir. Du dilên sor çê kirin. Li hindavî dilekî, du ala çeqandin. yek, alayê welatê xewnan û befrê bû. Ewê dî, alayê federalîzma şazde deverên cuda bû, yên çendîn salan çep û rastan ew kirîne rojhelat û rojava. Li hindavî dilê dî jî du alayên dî çeqandin. yek, alayê welatê rojê û agirî û berxudanê bû, yê dî, careka dî, alayê welatê xewnan û befrê bû. Li hindav, û li xwariya kuçkê agirî, du dilên dî çê kirin. Wê di nîva wan de nivîsand (God jul). Li ser dilê aliyê serî nivîsand (Frohe Weihnachten). Li jêr dilê aliyê xwarê, nivîsand, (Ser sala we pîroz bit). Wê, dûmahiyê ew keval bi stêrkên ciwan û biçûk xemiland.

Xudana kezîkan, kevalê xwe bi dûmahî îna û qesta bavê xwe kir:
- Kevalê min bi dîmahî hat, tu çi dibêjî, bi dilê te ye?
- Destê te xuş, ev, te ji bo min çê kiriye?
- nexêr, subehî mêhvanek dê hêt qutabxanê, ev diyarî ye, ji bo wî.
- belê, pirsek min heye, ji bo çi te alayek bi tinê çê nedikir?

Xudana du kezîkan demekê kurt ma bêdeng, lidîvde, weku her zaroyekê ji rengan hez dike, bi wê heza xwe, hate ziman:
- Sor û zer û reş, alayê welatê jidayikbûna min e, ew welat e, ewê nav û paspporta xu dayin min. Şîn û zer jî alayê wî welatî ye, ewê ez lê dijîm, cihê heval û hîvî û xewnêt min e. Kesk û sor û spî û zer jî, alayê wî zimanî ye, ewê em pê diaxivîn, we eşiq û evîna vî welatî û vî alayî, di nav dilê min da mezin kir, heta bo min xuya bû, ku welatê min yê durist, ew e.
Belê wê çewa bit welatê min? Ez li ser erdê wî nejiyame. Min ava wî nevexwariye. Min xelkê wî hembêz nekiriye. Pirsên min gelek in, min çavêt xu vekirin li welatekî ne welatê min. Min hest bi vê çendê kir, demê jiyê min sê sal bû, û ez li baxçê zarokan bûm. Navê min, şibet navên wan nebû. Ne rengê pora min şibet ya wan bû. Ewan tiştek dixwar, û min tiştekê dî. Ez biçûk bûm, min dizanî şaşiyek heye. Belê min nedizanî, ew şaşî çi ye! Piştî sê salên min bûne şeş sal, ez hî bûm zimanê wan. We bar kir û qesta welatek dî û zimanekê dî kir. Lewma, ez di nav hevalên xu da xo heldikêşim û şanaziyê dikim û ez dibîjim: Sê welatên min hene.
Niha, ez bersiva van pirsan dixwazim? Em kî ne? Ka welatê me? Em li dwîv çi digerin?

Bavê wê serê xwe hijand, ma bêdeng. Wî di gel xwe û di dilê xwe yê sotî de got: »Ji berî te keça min, bavê te ew pirs kiriye û maye bê bersiv. Em li dîv wan bersivan digerin. Derewan li xu û li we dikîn. Hîn jî, wê derewan li zarowên xwe bikin û herwesa û li dîf êk.«

Roja paştir li qutabxaneyê, xudana dukezîkan kevalê xwe deyna pêşiya xwe, ma li hîviya nobeta xwe, ji bo ku xwe bide nasîn û kevalê xwe pêşkêşî mêhvanê hêja bike. Nobeta wê hat û wê xwe da niyasîn:
- Navê min Gulistan e. Sê welatên min hene, alayê welatê min yê êkê, yê reş û sor û zer e, ew alayê welatê jidayikbûna min e.

Berî ew behsê welatê xwe yê duwê bike, mêhvanî daxaz jê kir ku ew di nav wan alayên rengawreng yên li ser wê nexşeya cîhanê de ya li pêşiya wan, alayê welatê xwe yê yekê diyar bike. Piştî wê alayê welatê xwe yê yekê diyar kirî wê li ser axiftina xwe berdewam kir:
- Alayê welatê min yê duwê jî şîn û zer e, ez li vî welatî dijîm.

Piştî wê alayê welatê xwe yê duwê jî diyar kirî wê got:
- Alayê welatê min yê sêyê kesk û sor û spî û zer e. Alayê welatê day û bav û wî zimanî ye, ewê em pê diaxivin.

Wê careka dî qesta nexşeya cîhanê û wan alayên rengawreng kir, ji bo ku ew alayê welatê xwe yê sêyê jî bide niyasîn. Çavên wê yên biçûk weku gemiyekê ketine di nav wan gizîrkên rengawreng de û ew li dûv gizîrka xwe ya sêyê digeran.

Demek borî. Bêdeng man, belê berî ku westiyan, çavên wê yên biçûk biêşîne, berî bêdengî xwe li cihî bike xudan, mêhvanê bihagiran ew bêdengî bezand û daxwaz ji qutabiyan kir ku ew destan bo Gulistanê biqutin.

Bi aferîn û destqutanê Gulistan zivirî cihê xwe. Qutabiyekê dî diyariya xwe pêşkêş kir û pênasa xwe kir. Hemî di dihzra wê de bûm û bi tinê Gulistan, hêşta di gemiya xwe de bû û ew li dûv wê gizîrka xwe ya berze digera!                                                                                                                    

 

 

           Nizar Pîro

              Swêd

warset.piro@hotmail.de

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6