Sewdaliyê...Nivîs: Hesen Îbrahîm
Diyarî bu Selîm Dîndar û hemû girtîyên girtîxanên şofînîzmê
»Sewdaliyê«
1
Guhê xwe nêzîkî devê wî yê agir pê ve kir. Tijî difna wî bêhna goştê biraştî bû...
- Te çi divêt?
- Te çi miraz û wesyet hene...?
Du çavên zîq di serî de wek du pelan sor dikir. Lêvên wî pêkve bûbûn yek parçeya goştî. Dukêl ji henaseyên wî bilind dibû. Deng bi ser nediket, tinê wek awazên muzîkeka xemgîn hate guha...
- Bo min Swdaliyê bibêje...
Çavên wî nivistin. Bêhna wî sist bû. Serê xwe bilind kir. Tijî çavan rondik bûn.Wî nediviya daxwaza wî ya dawî bi cih neîne. Destê xwe da bin guhê xwe:
-Hey lê Sewdaliyê, min gote te yarê te gote min yeman...
Bermaliyê min gote te yarê te gote min yeman...
Te aqilê li serê min bir û sewda di serê min de nema...
Jora girtîxaneyê tijî dukêl û deng bû. Dengê Selîm Dîndarî di gel dengê sotina leşê Ferhadî û hevalên wî têkel bû û dengê şoreşa şêx Seîdê Pîran jê hat.
2
Serên xwe dane yek. Piştî vê carê jî ji nav destên mirovxweran ji gera eşkenceyê rizgar bûn.
-Em dê hosa wek hevalanbi destên van direndeyan bêne kuştin...!
-Em çi bikin?
-Te çi li ber e?
- Min nevêt bi destên wan yên reş bême kuştn.
Serên xwe pêkvenan. Plan danan.. birya dan. Ew bo cara dawiyê li ser milê xwe zivirî û berê xwe da navçavên Selîm Dîndarî. Selîm mijûl bû, wî tizbiyên xemên giran dihejmartin.
-Heval Selîm!
- Belê Ferhad, Kerem ke!
- Ji kerema xwe bo me bêje..
- Çi bêjim?
- Tu dizanî, Sewdaliyê..
Selîmî cihê xwe xweş kir û destê xwe da bin guhê xwe:
- Heylê heylê lê lê lê, heylê Sewdaliyê, gidîkê gidî babê...
Te ezê kirîm pîremêrekî heştê salî, pidî û didan di devê min de neman..
Te ezê kirîm masiyeka dermanday, havêtîme binê derya û behran û kuman...
Careka dî Ferhadî û hevalên wî serên xwe dane yek, navê Kurdistanê anî û agir tijî jora wan bû...
Herê Sewdaliyê, te ezê kirîm xezaleka kûvî, berdame tîra binê berûyê li ber sîngê tîle tajiyên û mutriban û ereban...
3
Bab rûs û tazî ye, bê sitare, wek Îsa pêxemberî xaçkirî ye. Rihên wî yên spî agir pêve ye... Kur înaye bernaberî çavên wî yên tijî rondik û xwîn. Kur rûs û tazî kirin.pişta wî çemand, bizotek kir di paşiya wî re û birne xwarê. Hawarên wî gehiştine mala Bedirxaniyan.Ew bizot ji paşiya wî derîna û li pêş çavên hemû hevalan di devê babê re heşand. Careka dî ew bizot kir di paşiya babê re û înaderê û heşandine di devê kurê wî de.
Ev şanogerî berdewam bû heta ekteran giyanên xwe ji dest dayîyn.
Bînera dest jê re nequtan û perdeya şanoyê ma vekirî.
Sewdaliyê gidîkê gidî babê...
4
Girtîxaneya Diyarbekir xelatê direndetirîn Girtîxane li cîhanê wergirt... mêvanên wê gelek li dîwana wê namîn û ew dibine mêvanên Xudê.
Lê Selîm Dîndar ji kerb û kîna wan bi hêztir bû û neviya bibe mêvanê Xudê. Tijî dilê wî evîna welatî bû, yara wî li benda wî bû, dayik û babên wan mêvanên bê xatirxwestin berze bûn li hêviya çavên wî bûn. Ew çavên gelek tawan û şermezarî tomar kirîn.
Diviya ew hindek dîmenên zindî ji kûratiya girtîxaneya Diyarbekirê bo girtiyên welatekê sêwî vegêre. Diviya hindek ji miraz û hêviyên Ferhadî û hevalên wî bigehîne yarên wan. Diviya bêje yara Ferhadî: Gelek caran min ji ber xatira çavên te Sewdaliyê bo Ferhadî gotiye.
Heylê lê lê Sewdaliyê, min gote te yarê te gote min yeman.
5
Li bajarekê ji her tiştî tevlihev,li Stenbola diz, mirovkuj,hejar, hovan. dîwana Selîm Dîndarî ya gerim bû. Heval li dor wî kom bûbûn. Wan daxwaza stirana Sewdaliyê jê dikir. Selîm Dîndarî herdem digot wan:
- Stirana Sewdaliyê bîra girtîxaneya Diyarbekirê li min nû dike. Ew ax û oxên hevalan tijî guhên min dike. Zulm û zorê tîne pêşçavên min. Eşkence û kirêtkirinê li min nû dike. Ew kun û qulaçên wê girtîxaneyê wek fîlmekî li ber çavên min xuya dike. Çend carekê min guh li stirana Sewdaliyê dibe, ew pîremêrê li pêş çavên kurê wî yê biçûk hatî kirêt kirin û paşî kuştin tête pêş çavên min.
- Çend carekê min guh li stirana Sewdaliyê dibe, gerên xwînê, qamçîvan, mirovxwer, sêdarên veşartî, kehrebkirin, tilbirîn, nînokhilkêşan, kuştin û berzekirin, niqokirina di gomên gûyî de, têne pêş çavên min.
Serê xwe şor kir û di nav hizrên xwe de berze bû.
- Çend carekê min guh li stirana Sewdaliyê dibe, bêhna goştê Ferhadî tijî difna min dibe.. Çavên wî yên sor, devê wî yê bûye boriya agirî, birînên wî yên gurî şûna xwînê jê dizan têne pêş çavên min. Biborim ez neşêm bo we Sewdaliyê bêjim...
Dergeh vebû û terorîstekê dewletê xwe havêt di nav koma wan de. Du sê terorîstên din yên mîna yê yekê ketin dû de û wan pêkve konserteka xwînê gêra.
Selîm Dîndar ket ser teniştê û heval di xwînê de werbûn.Heft didanên şovenîzmê di laşê wî yê ku xwe gelek di girtîxaneya Diyarbekirê de ragirtî çikilîn.Xwîn bû kaniyên çemê Cizîrê. Ziman lal bû û çav bûne dîdevanên mêjûyê .
Selîm Dîndar gelek lidor xwe zifirî ,kes nedît bêjtr.. Bo min stirana Sewdaliyê bêje...
Hay delê lê lê, herê Sewdaliyê ezê nexweş im were def min...
16/12/2009




del.icio.us
Digg
Post your comment