Laperê Serekî | çîrok | Welat....Kurteçîrok: Hesen Îbrahîm

Welat....Kurteçîrok: Hesen Îbrahîm

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

Gund, ne gelek ji bajêrî dûre.

Kolanên wî, herweku dayinesora şer lê kirîn.

Xanyên wî, hêşta yên liser demê (nîyandirtala ne).

Çavê kamîrê, semta tila derhênerî wêne dikir. Kamîre, kete beramberî kolkekê dû jorî.

Jorek xwandingehe... Ya dî, gova çêlaye!

Kamîre,çû di joreka bê dergeh ve.

Kumeka biçûykên wek nêrgiza yên liser hindek depên bê seruber rûniştîne.

Mamustayeka bejin bilind û çav reş, liber wê pirta depê bi dîwarê dilopên barana par genî kirî, rawestîyaye.

Tijî nav çava hîvîne. Yarê xo yê hêlaye libajêrî, û li vî gondî bûye Mamusta.

_ kî dizanit, bêjit, welat...?

Gelek denka pêk ve gûtin:

_ welat... Welat...

_ gelek baş e...Kî dişêt bû min dîyar kit,tîpa êkê ji peyva welat çîye?

Hemû bê deng man...

Mamustayê tila xu dirêj kire hîvîyê..

_ hîvî...? Tû dişêy bêjî tîpa êkê ji welat çî ye?

Hîvî, rast rabû ser pîya. Kûr hizir kir.. Berê xu da wê peyva liser wî depê rengê wî gewir bûy.

Berê xu da hevala xu.. Berê xu da navçavên Mamustaya xu.. Berê xu da banê jorê. Xişxişa mişka tirsa wê zêde kir. Çu nemabû hîvî bê hîvî  bibit..

Li jora bi rex jora wan ya xwandinê ve, çêlek ji birs û têhna rabû ser xu û orî.

_ owww

Tijî jora xwandinê kenî bû.

Kenî gehişte nav çavên hîvîya biçûyk jî.

Didilê xoda got:

_ supas çêla delal.

Piştî çêl ji orînê xilas bûy, hîvyê gût:

_ www

Hemûya dest bû qotan..

Her li wê êvarê, li paytextî, çend berpirs û maqolên welatî li kunsêrteka hunermendeka ciwan û bejin bilind bibûn mêvan.

Tijî navçavên wan kenî û bişkurîn bûn. Digel awazên wê yên dizî û peyvên wê yên nêr û mêya jêk cûda nakit, diçûne ber perên esmanan..!!

Bi şev direng,piştî hemû xwandkar birisî dinivin.

Ew li ser mêzên mey û şerabê, behsê pirojên xu yên taybet dikin

Dibite pistpista wan, ka dê çewa dularên xu li benqên ewropa yên nehênî veşêrin...!

 

Supas bû: Pirogramê tîşik, ku ev karesate dîyar kirî..

 

 

Hesen Îbrahîm

25_04_‏2007‏‏

Nürnbêrg

Almaniya

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
5.00
Powered by Vivvo CMS v4.1.6