Dengê bûnê ji qamşlo… Çîrok : hesen îbrahîm
Dîyarî bo şehîdên serhildana qamşlo
Cigerxwînî pênek li wî helanê li ser sîngê xwe da û rabû ser xwe..
Bêhna xwînê û ya barotê tijî difna wî bûn.
Qêryên wê jina li ber biçûk bûnê.mejyê wî di hêran.
Dest da çirayekî ron û tûrkê pertukên xwe û beref qamşlo, li tana wî dengî da rê.
hu, hu, hu kîne em..
emin, em kurdin...
Li sê ryêanekê,Usman sebirî,li pêşiya wî rawestyay bû. dengê wî hêşta yê aza bû ..
jin û zarokên ku bi hîvî hatbûn kuştin
Li ezmanê hevtan carê wan,hê jî dikalin
Duza tula xwe davêjin sernavmlê xurtan
Bi qîr dibêjin demaweye,hûn ne mindalin
Destê stemê tirs û mirin li welêt barandin
Kes nema ku bêje qelsî bese, zenda vemalin..
Milên xwe dan hev û beref cihê dengî çûn..
Dengê wan bi ser dengê wê jinê diket,lê caran nalîna birîndaran dengê wan mit dikir.
Dengê, haco axay,digel çekdarên wî, hemû bê deng kirin:
- Rawestin..xwe li me bigirin..em jî hevalên rêya wene.
Birnoyên wan li ser milan bûn,bêhna azadyê ji rêvçûna wan dihat.
Dengê tembura,mihemed şîxo,bi ser dengê şufînstê zal bibû.
eî felek bo te dinalim,çima nêrgiz çirmisîn?
ew çima bextê me huye, em bê dust û bê kesîn?
Seiyd yûsif, bersiva wî dida:
hey felek ji bo çi te ez hiştim ji hevala
emrê min çardeye,xuya dikê mîna kala
Carekê bitinê Mirada min,weî felekê te bi cih ne anî
erê ji kul û ji derda ev dilê min her dinale
huy felek, huy felek....
Tembura wî didestada har bibû ...
Tîrêj ji xeweka giran rabû,milê xwe da milên wan û beref cihe dentgê dane rê...
eî bilbilê dilşadî hele wer bike fîxan
Derde me tgirane eî bira birîna me kure..
Dengê şivan perwer li pişt dîwarên kerb û kînê li mêrdînê bilind dibû û dikire hewar:
hewar.. hewar..hewar..
Dîsan li me fermane ..
Carekadin wekû carane..
Kuma wan bibû xwe pêşandaneka mezin,millet rabû serxwe,gund û bajêr harbibûn.azadî dixwînê werbibû, mîrceladet li pêşîya wan bû.ji helebê û efrînê,serêkanyê,endîwerê,û amudê gehştin qamşlo..
hêşta barana xwînê dibarî.hêşta agir bi kavle gundave bû, hêşta nalîna bindesta bû li bakurê mezin,hêşta leşê şêx seîd bi darê ve bû.qazî li meîdana çarçira yê bitinê bû.
Lê xunava azadyê,ji rexê dî yê xabûrî.hêza wan didumand..rêya wan kurt dikir.serxweş di kirin,ala bilind dikirin.
Li qamşlo hêşta ew jina liber biçûkê xwe yê nexrî, ya di wî halî da..
hêşta zîndan di pirin..hêşta azadî û dîmukrasî û aştî tinê peîzin.
hemûyan pêkve siruda eîreqîb xwandin..
21/3/2 .. 4 neviruz, nurnbêrg




del.icio.us
Digg
Post your comment