Zêrevan û Dêlese...Kurteçûrok: Zana Sebrî
Zêrevanê ku 18 sal e bi çeka xwe ve li ber deriyê hewşa yek ji canfidayên duhu û dizên îro westiya ye û bi hestê pêşmegatiya caran parêzgarî li jiyan, mal û samanê wî dike , ji serma di şûna xwe da piyek bilind dikir û yek dadina, wekû binê piyê wî şewitî be. Ji nişkê ve leylanoka dêleseyeka kulek, lawaz û birçî tevî 3 cewrikan ber çavê wî ket. Ji birçiyan serê xwe xistibûn nav tenkeya gilêja malekî dirawsê de, da ku firşikên xwe yên vala bi bermayên sufreya wê malê bixapînin.
Bi hilma henaseya xwe, destên xwe yên qerisî gerim dikir. Gelekî bi hûrî û bi çavekî pir ji mihrîbanî temaşeyî wê dîmenê dikir. Benên nîgaşa wî ew dûr dûr dibirin....
Bi hemû çend çirkeyek derbas bû. Ji nişkê ve liser dengê cûleya piyên xwe yên qerisî bi xeber hat. Li xwe nêrî û li wan nêrî. Serê vê şefeqê û di nav vê berfê de tenha ewan û ew li derve ne. Tenha ewan û ew. Têgihişt.....
Belê. Piştî derbasbûna 18 salan têgihişt. Taze têgihişt ka çima pûre Sebaw a bi temen 73 salî serê hemû sibehekî piştî ku mêja sibehê dike, di goşeyekî de û bi dizî perda pencereya odeya xwe, ku li beramberê quluba nobedariya wî ye hildide, gelekî bi hûrî û bi çavekî pir ji mihrîbanî (wekû wî) lê dinêre.




del.icio.us
Digg
Post your comment