Vê êvarê ez dixwazim hezbikim…çîrok : Letîfa Libsêr
Dive ez pencerê vekim…ez gelekî nêzîkî wê rûdinêm, û ez xwe di mantoyê xwe de vedişêrim, tevî ku li xwekirina wî min diêşîne, lê her ku ez bi tena xwe dimînim ez ji bîrnakim ku dive ez wî li bikim, tiliyên pîrê ên ku tevna wî hêdî hêdî çêkiribûn têne bîra min. tu dibê qey hevdîtinên min ên hercar ku min lê dipirsî, dirêjdikirin. Lê ez dibêm qey wê nizanîbû ku min jî dixwest ku hêdî hêdî wî ji min re çêbike, da ez gelek caran serdana wê bikim û çaya giran a ku mere wê amade dikir vexum, dema ku li sitranên Kevin ên xweş guhdarî dikir, dihişt ku himhimeke taybet di dilê min çêbibe.
Herdû pîr li ser demên sar di nava min de ne diaxivîn, ez hest dibûm ku hemû kêlek û parsiwên min sar in, tevî ku temenê min nêzîkayê li sihî dike, ew wan herdwan hênik xuya dikirin, tevî pîrbûnê a ku hin kêlekên wan xûz kiribûn, her dema ku min dixwest ez evînê vexum, ez diçûm ser balkona a ku mala wan ji min vet ê xuyan. Û di êvara nazik de ez kêfxweş dibûm bi xirecira wan î biçûk a ku dengê radyoyê dida û sitranên gelekî Kevin jê dihatin, li cem min û wan wenseke taybet çêdikir. Ez nêzîkî wan rûdiniştim û di rojên dahatû de diramiyam…dema wan xerîb bû ji dema min a ku ez têde dijîm, min sal derbaskirin û ez aşiqan dughêrim weku çawa ez xwarinên xweyî bi lez dixum, ew xwarinên ku ez wan xweşik nacûm û tadê li nava min dikin û ji min naçin ku ez neçim nik herdû pîra û li wan guhdarî nekim ji pencera xweyî taybet. Ez weku ê ku her êvar bi wan re rûdinê, da evînê binoşe bi giraniya wê a xweş û a ku her roj dûbare dibe bê têrkirin.
Berî çend mehan, kalemêr ez vexwendî roja zayîna jina xwe kirim, û ji min re got ku ez bi tenê cîrana wan im a ku wê div ê roja taybet de ji temenê wan bi wan re amade bibe, ji ber ku hemû ji dema wan î taybet tênagihêjin, min şalekî pirteqalî li xwe kir û şêraniyek nerim li gorî taximê diranên wan ji wan re bir. Kalemêr hindek kulîlk li male danîbûn û hinek nepoxên biçûk danîbûn, û bihna hundur bi bihna misk û enberê reşandibû. Dema ez derbas bûm, yekser ji min re got ku jina wî çûye ser berber da porê xwe bi şêweyekî xweşik çêbike û bi baweiyek bilind ji min re got:
_ wê gelekî xweşik be, tu yê bibînî…
Ez di gotina wî de ramiyam û min bersiv da:
_ ez ji te bawer dikim, ez dizanim.
Pîrê gelekî sipehî xuya dikir, ew wî ji li çavên wê dinêrî, hênikayîyek xerîb di çirisîna wan de hebû hişte ku ez hest bibim ku ew hênikî a di çavên wî de, li rûçikê wê ê zarokî de belû bibe, ew kiribû zarokek bi awirên xweyî evîndarane.
Şalê xweyî pirtiqalî li ser piyê xwe danî, û bi çavan li hindur dilîstin, li gulên sor ên reşandî û mûmên biçûk ên ku mere wê ew vêxistibûn dinêrî.
Kalemêr ji şahiya zayîna dîlbera xwe re kêkek amade kiribû, û hindek mûm li ser danîbûn, tevî ku temenê jina heftê sal bûn, dema ku perçak kêk da jina xwe, ji min re got:
_ me pêncî sal bi hev re derbaskirin, lê hîna jî di cave min de weku ku bîst yan sîh salî ye, ez nikarim ji bilî wisa wê bibînim.
_ erê, ew wisa ye.
Hinekî keniya, û got:
_ ez wê wisa dibînim, hîna di cave min de gelekî biçûk e.
Heta anuha ew êvar tê bîra min, ez vegeriyam û gelek arûnk di hinavê min de dikeliya, min dixwest ez tiştekî bikim, evîna van herdû pîra ez têkbirim û hişt ku ez bi hemû hêza xwe bangkim: vê êvarê, ez dixwazim hezbikim.
Tiştekî biyan ez bi cih ve girêdidam, wêne û bîranînên ku dîwarên oda xemilandibûn. Lê wêneyê kurê wan ê bi tenê min li wir nedidît, herdwa ji min re gotin ku her tişt di oda wî a girtî dene, her gav ji min re behsa wî dikirin û hêvî dikirin ku ji wî welatê dûr vegere, ev vî tiştî dihişte ku herdû pîr têkevin xemgîniyeke xerîb de, ev xemgînî bi gurkirina evînê her şev ji ser wan radibû.
Ez aniha di xemgîniyeke gelekî biyan de me, dive ez vê êvarê hezbikim, xweska min karîba ji herdû pîra min xewnên wan î biçûk bi dest bixista û xwesteka wan ji guhertina kêlîkê re, ew kêlîka ku herdwa bi hevdû re çêdikirin.
Evîn çêkirin e, ez wisa fêrbûme.
Evîn xwesteke kêlîk wê diafirîne, û bîranînên biçûk ên ku her deqê çêdibin wê cih bicih dike.
Evîn, perwaneyek heyirî ye bê wê ji kîjan kulîlkên xerîb bihna xwe a xewneyî vexwe.
Evîn, êvareke ku têde bûye dema du giyanan xwe li du laşên xweyî tije ji bîranînan nixumandî ye.
Evîn bendewarî ye.
Lê ev evîn, tu êvaran ji min re gur nebû, min ew amade dikir, ş ez hêdî hêdî dest bi amadekirina merasîmê wî dikim, ez cih hazir dikim, ez hemamek germ çêdikim û bihna xweş bi ser xwe de dadikim, ez wî perçê biçûk amade dikim, ez çaydanê çayê û hinek şêraniyên biçûk datînim ser, ez li mûzîka a ku ez jê hezdikim guhdarî dikim, ez nema dikarim li mûzîka kilasîkî a herdû pîra guhdarî bikim, ji deh salên ku ez ketime vî xaniyî de de ew mabûn mîna xwe, û herdem ew rewşa xwe ji min re jî amade dikirin di riya wê pencera vekirî de..ez zanim ku wan jî zanîbû ku ez li wan dinêrim di riya pencerê re, da ez jî bi evîna wan a hivqase sal kêfxweş bibim, ji ber wê, şûna evîna xwe a biçûk li pêşiya pencera min dihiştin da ez jî êvarekê hezbikim.
Ez li dengê Pavarottî guhdar dikim, dengê wî min vedijîne, dengê wî ê ku dihêle ez ji xewa biçûk hişyar bibim, ez têdighêjim ku Pavarottî berî çend mehan xatir ji me xwest, min bawer nedikir ku wisa bike û ew ji jiyanê re distrêne, ez dihêlim ku dengê wî li her deverê odê belav bibe, û ez diçim mitbexê da ez li şûşak av bigerim, da ez bi bîra xwe bînim ku berî çend mehên min xatir ji herdû pîra jî xwest. Ji pêşiya pencerê vekişyabûn bêyî ku kes ha ji wan hebe, vekişîna wan xerîb bû, ji nişka ve, di sibeheke xweş de kalemêr bangkir, hişt ku weke dîna ez bibezim oda wan î ebedî, bê pêşekiyên biçûk pîrê xatir xwestibû, kalemêr bi tenê li pêşiya min mabû, di wê kêlîkê de min naskir ku ew jî nema, û du meh derbasnebûn û ew jî vekişiya, û wesiyeteke giran avêtibû ser mile min, kilîtên xaniyê xwe ê tije bi bîranîn û xewn û roj dabû min, û ez wesêt kirim da ez li benda kurê wan î ku rojekê ji roja dibe bê û dibe ku neyê jî bimînim.
Dengê Pavarottî li her cihî distrêne, ez dizanim ku ez nikarim pencerê vekim, ji ber ku ez naxwazim pencera wan î a girtî bibînim a ku hinek toz li ser girtiye, û pîrîpîrê tevna xwe li dora deriyê wan ristiye.
Êvarekê, min biryar da ku ez têkevim hundurê wan de, gelekî zehmet e ku mirov xaniyeke berê tije bi evîn be bixe dest, û gelekî zehmete hilgirtina wesiyeta mirovekî dibe ku neyê. Min toz hemû paqij kir, û min çayek amade kir û ez li mala herdû pîra rûniştim, û ez mam di bendewariyê de, her êvar ez diçûm û min li cîhana wan î bi raz guhdarî dikir, ez li gelek albomên wêneyên wan dinêrim…ev vî tiştî tevî dihişte ku ez ji xwe bipirsim gelo evîn ebedî ye? Gelo mirov dikare eynî ji wî kesî temenekî sax hezbikî? Çima evîn bi vî şêweyî tê jiyandin? Çima ez pê hest nabim? Çima kesek min tevaya temenê min min himbêz nake, Û ez li ser ewran vixen û fire bikim? Gelo herdû pîr hişyarbûn ji wê yekê re ku herdû xwe bikin vêxistineke berdewam ji her hestên hevkêşanê?
Ez gelekî duduil dibûm berî ku ez têkevim oda tije ji razan, mina wan filmên ku berê min li wan dinêrî, Rêbîka a dîn tê xeyala min, gelek ode hîna di bîrweriya min de ku hişyarin taswasê bi min re çêdikin, lê min dixwest ez nasbikim bê çi div ê odê de heye?
Gelek kilît di destê min de bûn, carê min yek dixiste derî de, heta ku kilît geriya, û derhehê girtî vebû, di pêşiya min de wêneyekî mezin ê herdû pîra di nava odê de hebû, hinekî ez tirsandim, ji ber ku min di çavên wan de lome dîtin, weke ku naxwazin ez têkevim bexçê razên kurê wan, div ê odê de ez bi sawekê hest dibûm, ev ode gelekî xerîb e, bihna çerm ê Kevin, û pêlavên belawela li her deverê, komek pirtûk ên ku hêwîbûnê hinek ji wan xerakiribûn… ev van tiştan hiştibûn ku ev cih şêweyê xweyî kavilî bistîne. Çima herdû pîra ev ode wisa piştguhkiribûn?
Min paçikekî paqijkirinê ji mitbexê anî, û min masa hesinî pak kir, ez di nav kaxeta de li şêweyê vî kesê nepen digeriyam û dawiyê min ew dîr, bi çavin reş li pêşiya xwe dinêrî û girnijîneke xewnane li ser lêvê wî bûn, yekser li min dinêrî, ez li hinek wêneyên din geriyam, min albomên Kevin dîtin ên ku vedigerin demên dûr, di wan wêneyên zaroktiya a ku hêdî hêdî tê guhertin her ku mirov temen mezin dibe, ji nişkave, min dît ku berî her tiştî ez li wêneyan digerim û dev ji nameyan berdidim, ez naxwazin aniha tu nameyan bixwînim, ez dixwazim tenê ez xwe ji wêneyan têr bikim, ezê nameya aniha bihêlim, heta ku ez li wan vala bibim, ezê hêdî hêdî bibim aşiqa wan. Min gelek wêne danîn pêşiya xwe, hemû li temenê sihî yan hinekî zêdetir sekinîbûn, ez li wêneya wî a dema aniha digeriyam, qey tu wêneyê nuh nekêşaye? Çima wêne sekinîn? Wê aniha temenê wî çil salî be weke herdû pîra ji min re got, ez dibêm wê di vî temenî de wê gelekî xweşik be, ji ber gelekî sipehî xuya dikir, tiştekî dihişte ku ez bibim aşiqa wî, min ji cadobazî û rakêşera wî wisa tê derdixist, gelo ji ber ku dûre? Ji wêneyê wî ên Kevin, yan jî ji deh salên rabirdû ê ku herdû pîra ji min re behsa wî di wan dikirin? Lê çima wêneyê wî şanî min nedikrin? Qey ditirsiyan ku ez dil têkevêmê û ez bibim hevbeş bi wan re di hezkirina wî de? Û çima kalemêr kaxetên bendemanê sipartin min? qey wî min nêzîkî xwe didît?
Ez ê her tiştî aniha li alîkî bihêlim, ez ê wêneya bi xwe re derxînim derveyî odê, li wir min ew li wî cihê ku herdû pîra temenê lê derbaskiribûn danîn, min çayek giran çêkir û hêdî hêdî min vedixwar û min li mûzîka Kevin guhdarî dikir, ew wêneyên Kevin kêmbûn ji wan rûniştinên min, min bi dirêjahî ew ramîsandin, û min bangkir: Vê êvarê ez dixwazim hezbikim, Vê êvarê ez dixwazim hezbikim.
Ez ketim evîna wêneya de, û berî wê, ez ketibûm evîna bîranînên Kevin ên ku herdû pîra çîrokên wan ji min re gotibûn, aniha ez çîrokê temam dikim, ez li her deverê wêneya bi xwe radikim ev wêne ji min re dibêjin ku ez vî kesî dixwazim, tiştekî ez nizanim bê çiye dihêle ku ez xwe pêve bigrim, ew tişt dihêle ku wêneyên Kevin û bîranîn tameke wan î taybet hebe, tiştekî ku dihêle ez ji her tiştên berê hezbikim, ez di deriyayên xerîb de hatim fetisandin, çima ez xewnên hişyariyê ji xwe çê dikim weke ez dixwazim? Qey evîn çêkirine?
Ez nizanim çima bê di wê kêlîkê de çîroka "Gradîfa" hate bîra min, dema "Ham Norbêr" bû evîndarê "Gradîfa" a ku peykereke bû. Bû evîndarê meşa wê a seyranewî, ev çi xerîb e? qey ez jî bûme weke wî?
Norbêr rojên xwe di ware zanista şûnwarnasiyê de diqedandin, lê min rojên xwe li rojnamê û evîndara derbasdikir, di lista min de gelek gotar û gelek têkçûn di evînê de hene, qey ez bûme mina wî di gera jib o evînê?
Ez di odê de digerim, û ez Omer dibînim, bi nazikî bi min re semayê dike, min çavên wî ên xweşik dîtin, û min hemû pêkhatiyên laşê wî dîtin, min destê xwe di ser sînga wî re dibir, û ez ji kêfa re bang dikim: ez li benda te me, ez ji vî cihî barnakim.
Di tariya şevê de ez ji xew hişyar bûm, ez tirsiyam, ji ber ku ez bi mirî û nepenan re rûdinêm, û ez bêtir tirsiyam dema min ji xwe pirsî: gelo ev cih bi rastî heye? Qey ev cih min ji xwe re çêkiriye? Qey min ev xelk afirandine? Lê ev dever û wêne û tiştên xwe heye, cînar hemû herdû pîra nas dikin…ez bi alî mala xwe de reviyam, ez pêrgî cîrana xwe hatim, min ji qazîvka silav lê kir û pirsa ne xuyakirina herdû pîra ji wê kir, û min teqez kir ku hayê wê ji wana heye…ez ne li ser hişê xwe ketim mala xwe de, û ez rûniştim dema min dît ku gelek wêneyên Omer bi min re ne, min ew danîn pêşiya xwe û min jeer got: ezê vê êvarê ji te hez bikim, ez çiqasî hewcedarî cîhana te bûm.
Divabû ku roja din ez vegeriyabama, da ez wan qiyameta nama bixwînim… ez ketim bexçê xweyî nepen de, û min dest bi xwendina nameyên xweş û xweş ên ku ji herdû pîra re hatibûn kir, ku têde ew behsa xerîbiya xwe li wir dike, û daxwaza wî ku rojekê ji roja vegere ba wan, ez pêrgî nameyekê pêçayî hatim, kaxetên berdî Kevin, min vekir û xwend: nameyên ji Elyaa re.
Ez bi tirsê û xîretê hest bûm, gelo ev jin kî ye?
Lê ez di nava tîp û gotinan û rengên ku wê jinê dike mina wan de noqbûm, even ne tebitî, ên ku her xewn û xwestekan tehmûl dike. Ew name ji jineke jixwer çêkirî re hatibû şandin, yan jî ji ew jin nedixwest, gelo ew jin dîtibû yan jî dixwest wê bibîne? Ez nizanim, lê min ji xwe re digot: belkî ez im ew jina ku lê digeriya? Min xwe dît ku ew nameyê Kevin bi evînî ji min re tên. Çiqase wêne û xwestek diyarî min kirine, çiqasî hişte ku ez sewdalî bibim di nava gotinan de..û min çiqasî ew ramûsand…hezar carî…ew li evîna bi rastî digeriya, wî behsa jinên derewîn ên bê hest ku wan naskiribû dikir, teqez ew li min digeriya…ez im…Elyaa.
Ez ji cihê xwe rabûm, û min berî da pencerê, kalemêr hate ber cave min dema kilîtên razewî dane min, weke ku evînek û bendewariyeke kujer da min, ez weke herdû pîra mam li benda wî, û min dest pêkir ez bûm aşiqa oda wî a bi raz. Her êvar ez diçim wê malê û ez deriyê raza vedikim…gelek mehan ez mam di bendewariyê de, û ez bûm aşiqa vî zilamî û aşiqa bendewariya wî, ez ewidîm rûniştinê pêre, min nizanîbû ku ez berra dû tiştekî didim..min nizanîbû bê ew çi ye, û ez negihamê heta bi hivqa salên borî, min kasêta Feyrûz kir rekorderê û ez li nava hindur digeriyam sitrana Feyrûz destpê dike, ew sitrana ku herdû pîra ji min re behsa wê kirin, û di êvarekê de em li ser wê sitranê diaxivîn, ew sitrana " nesemet" a Seîd Eqil, û ew kîta ku Feyrûz her care dûbare dikir dilê min diguvaşt, new eke her car, weke ku cara yekem e ez li wê sitranê guhdarî dikim.
" Weyheû zat telaqeyna
Ela sindus ilxota weldunya xurûb
Qal lî eşyaa la arîfuha
Kel asafîr tenaî we teûb"
Ez li benda wan tiştên xwe bûm ên ku ez wan nas nakim.
Û cara yekem, ji gava ku ez ketime wê malê de, dengê lêxistina derî hate min, ez hinekî bi fediyê hest bûm, û min derî vekir, min dît ku zilamekî çil salî li pêşiya min e, silav li min kir û derbasî hindur bû, min bi germî silava wî vegerand, û ez hestbûm ku wî bersiva silava xwe xerîb dît, min jê xwest ku rûnê, gelekî hatibû guhertin, new eke wêneyê xwe bû, min ev ji xwe re digot dema min lê dinêrî, û berî bi axive min bi dilgermî jeer got:
_ tu Omer î, ez gelekî li bend ate mam.
Bi dehişîn ji min re got:
_ ez ne Omer im, ez Kerîm im, hevalê wî, ez hatime serdana dê û bavê wî.
Ez bi bê omîdiyeke kwîr hest bûm, û ez nêzîkî wî rûniştim:
_ herdû pîr berî çend mehan wefat bûn.
Xemgîniyê li ser rûçikê wî xuya kir:
_ mixabin, min hêvî dikir ku berî mirina wan ez wana bibînim, xweska ez li cenaza wan hazir bibama, lê tu kî yî?
_ ez cîrana wan û hevala wan a bi tenê me div ê taxê de, û herdwa ez kirim berpirsyar di ber male de û di ber bendewariya Omer de. Ew aniha li ku ye?
Bi dehişîneke xerîb li min nihêrî û got:
_ min digot qey tu her tiştî dizanî, ji berî bîst sala de Omer mirî ye.
Bêyî ku ez ha ji xwe hebim min kire qêrîn:
_ ne mumkin e, ku herdwa zanîba bi mirina wî wê gelekî xemgîn bibana.
_ herdû zanin bi mirina wî û wan ew veşart.
_ lê li benda wî bûn.
_ Omer bû qurbana karekî tundî li Emerîka, û ez bi tabûta wî re vegeriyam, û me ew li vir veşart, lê dê û bavê wî ilem digotin ku ew hîna sax e, û ji wê demê de ew li benda wî ne, û xwe dûrî malbatê û hemû hevalên ku digotin Omer miriye dixistin, û ez mam bi tenê ê ku ez dibûm mêvanê wan, ji ber ku min behsa wî dikir weke ku hîna sax e, ji min bawerke kun e wisa ba wê herdû ji mêjve miribana, lê biryar sitendin ku weke ew dixwazin jiyanê bikin, û bêtir ji hev hez bikin, û ez jî herku dihatim vir ez dihatim serdana wan.
Ez hest bûm weke ku ez dikevim erdê, ez li benda çi bûm? Wêne û xewn û bîranîn û xwestek û sawîr, ew wî zilamî li min nihêrî û got:
_ xuya ye tu mat ma ye.
_ erê.
_ ez jî mat mam dema dê û bavê wî wisa bûn, lê min dît ku kurê wan ew bû hêviya wan a bi tenê di jiyanê de, û divabû ku wî bihêlin sax, da bikaribin bijîn, jiyan bê bendewarî mirin e…
_ erê. Weke tiştê ku aniha bi min re dibe.
_ Omer ciyawaz bû, bi aştiyane jiyana xwe kir, lê bû qurbana tundiyeke teres.
Min lêborîn ji zilam xwest da hinekî biçim mala xwe, ji min re got:
_ çi ray ate ye ku em bi hevdû re li vir şîvê bixun, li vê male.
Ez ji xwesteka wî matmayî mam, lê min wek a nizanibe tiştekî bersiv da:
_ erê.
_ binêre, ezê şîvê amade bikim… ez ji vê êvarê gelekî hezdikim, û ji vê male jî hez dikim, ji ber gelek bîranên min lê hene.
_ û ez jî ji vê êvarê hez dikim û ji vê male hez dikim.
Ez vegeriyam mala xwe, û bi ketinê hestbûm, ew wan kilîtên bîranînin rabirdû dabûne min, û ez amade bûm ku rabirdû bikim aniha, ez bi hacetî tiştekî bûm. Lê ez ji rûniştin û bendewariyê û guhdarîkirinê û hêviyê fêr bûbûm, çima ez div ê bendewariyê de najîm? Çima ez nabim weke herdû pîra û biryara jiyana xwe bikim bi hêvî û hezkirin tevî ku kesek tune be.
Her tişt hêjayî hezkirinê ye, gulpên biçûk ên çayê, nivîsandina nama her demekê ji kesekî re, bayê ku ez bihn dikim di demasala payîzê a ne li serhev de, ew cîrana min a ku ez silavê lê dikim dema ez diçim karê xwe, ew kasêtên ên bi dizî min li wan guhdarî dikir li mala herdû pîra, evîna nameyên Omer, baweriya min a kûr ku ez Elyaa im a ku Omer ew çêkiribû, ew wêneyên pir û cîhanên berê, her tişt hêjayî hezkirinê ye.
Min xwe amade kir, min dûşek ava germ bi ser xwe de dakir, ez hest bûm ku vê êvarê ez dixwazim hezbikim, min fistanekî sipî li xwe kir, û guharin reş kirin guhê xwe de, û min bihna xweş bi ser xwe de dakir, min çentê xweyî neqişandî kire destê xwe, û min pêlavek sipî bilind kire pê da ez di meşa xwe de bême hejandin, û min gelek makyac danîn da pêkhatiyên rûçikê min ê ku min jibîr kiribû berz bibin, û min berî da wê male.. tevî ku kilît bi min re bûn, lê Kerîm li pêşiya min bû, rê ji min re vekir û bi dengekî hêmin re got:
_ tu vê êvarê xweşik e.
_ tu dibêjî weku tu berî vê êvarê min nas dikî.
_ belê. Ez hest dibim ku ez berî vê êvarê ten as dikim.
Min di nava xwe got:
_ Vê êvarê ez dixwazim hezbikim…
_Lêkolîner û çîrokvan ji Mexriba Erebî.
Wergerandin ji Erebi: semakurd




del.icio.us
Digg
Post your comment