Laperê Serekî | çîrok | Tira mîr…Kurteçîrok: Dilovan çeto

Tira mîr…Kurteçîrok: Dilovan çeto

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Rojekê mîr li dîwana xwe rûniştîbû û li dora wî wezîr û çend kes ji bazirganê bajêr.wext bûye derengî şevê û ji nişkave ba ji ber mîr çû(mîr tirek kir)!!!dengê tirê çû her kesî .mîr serê xwe rakir û li civatê meyzand ,dît teva serê xwe berdane berxwe,mîr di nava  xwede got xuyaye dengê tirê çûye her kesî, bi tilîkê xwe miwê riha xwe xwerandin, rabû ser xwe û bi dengekî bilind bakire wezîr û got:

Wezîrê min ezê şertekî deynim ber te û muhlet (sê roj) . eger te di van hersê rojande şertê min hilanî başe, lê eger te ne hilanî ez bi aniya mîrkim ezê serê te jêkim!!

Mîr berê xwe da civatê û got: roja dawî ji muhleta şert dive win tev li dîwana min amadebin. wezîr go mîrê min kerem bike şertê xwe bêje .

Mîr çend gava meşî û got:tê jimin re gewdê insan bikî sê parçe!!??

Civat ferikî herkesî berê xwe da mala xwe, wezîr jî bi dilekî şikestî berê xwe da mal, derbasî oda xwe bû dest bi mitala kir, wê şevê ne raza ,roj hilat û dinya vebû lê wezîr ji oda xwe derneket, keça wî derbasî oda wî bû û got: bavo te xêre ti mitala dikê û ji diho de ti ji oda xwe derneketiye?.

Wezîr go keça min mîr ev şert daye ber min û muhlet sê rojin û ez dikim û nakim bersiva wî li cem min nîne. keçikê got bavo rabe jix were derkeve bi dinyayê keve lê divê odê de tu tiştekî bi ser naxê û ji berê ve gotine rovîkî gerayî çêtire ji şêrekî girêdayî.!!

Şîreta keça wî bi aqilê wî ket ,rabû cilê xwe lixwe kirin û ji bajêr derket û da ser riyekê û meşi. qederekî baş meşî ,giha yekî cotarî ji nav erdê xwe dihat silav lê kir û da kêleka wî û bihev re meşîn, wezîr got apo tê here wî gundê hana, cotyar go belê , wezîr go apo berê min jî li wire lê xuyaye rê dûre, dewere ezê kêlîkekê te hilgirim û ti kêlîkekê min hilgire ta em bigihin gund!!.

Cotyar matmayî ma û got:qey tu dînî!?

Wezîr:çima apo?

Cotyar:ti xortî û hêzate li teye tê karibê min hilgirê, lê ez rebenê xwedê kal bûme û hêza min nemaye ez çawa te hilgirim?

Wezîr deynekir û qederekî meşîn gihane erdekî genimê wê bûyî bû firîk, wezîr pirsî: apo xwezî min zanî ba xwedyê vî genimî jê xwariye yan na!?

Cotyar got:bi gomanê min tu dînî.

Wezîr:çima apo?

Cotyar:ma tu nabînî genim firîke , jêre divê ta hişk bibê û xwedyê wê werê paleyê bikê û bibê bênderê û bi hêrê û bi dêrê paşê karibê bixwê.

Riya xwe berdewam kirin ta gihane bênderê gund,dîtin vaye mirovek li ser darbestê ye û liser milê gundiya ye û berê wan liser tirbaye ji bo wî bicih bikin (veşêrin).

Wezîr go apo ev kiye li ser darbestê?

Cotyar jêre got ev yekî gundiye.

Wezîr :xwezî mi zanîba ev kes saxe yan jî miriye?!.

Cotyar:mi zanîbû tu mirovekî dînî, ma tu korî qey tu nabînî rebeno dinav kefende pêçayî ye û liser darbestêye û berê wî li nav tirbaye û hîn tu dibêjî saxe yan jî miriye.

Wezîr go apo otêl li vî gundî hene yan na?

Cotyar:malnexirabo ma gund û otêl,qey tu li bajêrî.

Wezîr :lê mêvanê werê vî gundî wê bikûve herê?

Cotyar :wê herê camiyê.

Wezîr berê xwe da camiyê û Cotyar çû mala xwe.

Yê Cotyar giha mal keça wî hate pêşyawî û bixêrhatin dayê ,lê bavê wê bi dengekî nexweş lê vegerand.

Keç :xêre bavo çi bela teye?

Bav :keçamin birêde xortek gihamin û hate gundê me. tiştê pêre qiwimî bi wezîr re ji keça xwere got.

Keça Cotyar zana û aqil mend bû, dinava xwede got ev xort kesekî jîre û ne mirovekî normale.

Keç :bavo ew xort bi keve çû?

Bav :çû camiyê.

Keç :ezê hank xwarinê amadebikim û jêre bibê.

Bav :keçamin dive breed mirovekî dîne.

Keç :bavo berê sedeqa serê miriya bê û jibîr neke ew xerîbe kesekî nasnakê.

Bavê wê serê xwe hejand, keçikê rabû heft nan û diwazde hêkê kelandî û zerikek mastê ne şikandî di nav bexçikekê de pêçan û da bavê xwe û got bavo vê bexçikê jêre bibe.

Bavê keçikê rahişte bexçika xwarinê û berê xwe da camiyê, birêde Cotyar bexçika xwarinê vekir û go ev xwarin têra sê çar zilama heye û ez gelekî birçîme, rabû nanek û hêkek û çend parî mast xwarin, dîse bexçik girêda û riya xwe berdewam kir.giha camiyê, bang li wezîr kir û got :ka were ez îro mame biteve, keça min hinek xwarin jitere şiyandiye.

Wezîr bexçika xwarinê vekir û lê meyzand, şeş nan û yazde hêk û zerikek mast çend parî jê hatine xwarin, wezîr di nava xwede got keça Cotyar nameyek rêkiriye bivê xwarinêre,berê xwe da Cotyar û got :

Apo çima sala we yazde heyvin!!?.

Cotyar bi germî got sala me çawa yazde heyvin ,sala me jî diwazde heyvin û dest pêkir jimart (çile,sibat,avdar,nîsan,gulan,hezîran,tîrmeh,tebax,êlûn,çirya pêşî,çirya paşî,ber cilê).ev nebû diwazde heyv.

Wezîr :naxwe çima heftiya we şeş rojin?!

Cotyar :lawo ma qey tu dînî çawa şeş rojin û dîse dest pêkir jimart (şemî,yek şem,du şem,sê şem,çar şem,pênc şem,în) ev nebû heft roj.

Wezîr :naxwe çima heyva we qetek jê hatiye xwarin!!??.

Li vir aqil di serê Cotyar de nema, hema bidestê wezîr girt û kişande derveyî camiyê û got : erê tu dînî ma qey tu korîjî, jixwere binêre heyv li çardehaye, ne qetek jê hatiye xwarin û ne tiştek.

Wezîr go ez xwarina te naxum.

Cotyar rahişte bexçika xwarinê û got :korîma te kirî mi gote keça xwe lawo mêrik dîne ewê bawer nekir, Cotyar vegera mal ,bankire keça xwe û got lawo ma min ji tere negot ew dîne.

Keç :çima bavo çi qewimî, te çima xwarinê vegerand?.

Bav :keçamin dibêjê min sala we yazde heyvin û heftiya we şeş rojin û heyva we qetek jê hatiye xwarinê û dawî dibê ez xwarina we naxum.

Keç :bavo qey te hank ji wê xwarinê xwar?

Bav : erê lawo ez birçî bûm û xwarin jî gelek bû, hema min nanek û hêkek û çend parî mast xwarin.

Keç : bavo ji kerema xwere tê herê wî xortî werênê mala me!

Bavê keçikê bi dengekî hişk got bi zora sed bela em jê xelas bûn ti dibê here wî bêne mala me. ew mirovekî dîne.

Keçikê lave lav ji bavê xwe kir û got ew ne mirovekî normale, xuyaye kesekî aqil mende.

Cotyar go ezê herim wî werênim kabê dawiya wê çi di qewimê. berê xwe da camiyê, derî vekir û banker: were heyran tu îro bûyî pizika ser zimanê me, keça min te dixwazê.

Wezîr pêre hate mala Wasilla da kesî male û rûnişt, keçikê bixêr hatin dayê û got: tu çi kesî û derdê te çiye? Tu ne mirovekî normalî!!.

Wezîr : keça camera ez wezîrê mîrim.

Keçik : lê te xêre ti li vî gundî çidikî, çiye derdê te?

Wezîr : birastî mîr şertek daye ber min û muhlet  sê roj dane min, divan hersê rojande eger min şertê wî ne hilanî wê serê min jêkê, û ez dikim û nakim ez bersiva şertê wî nizanim, û ji bonî wilo ez di vandera de derketime.

Keçikê got eger ez bersiva şert ji tere bêjim tê min bikî xanim ji xwere!!!

Wezîr matmayî ma û got : ez soz didim eger tu min ji ve tengasiyê derbaskî ezê te bikim xanim ji xwere.

Keçikê got berî ez bersivê bidim ezê pirsekê jite bikim, berî mîr vî şertî bidê ber te….mîr tirek nekir!!??

Wezîr û Cotyar matmayî man lê wezîr bidilgeşî bersiva da û got :belê belê.

Keçikê serê xwe hejand û got :mîr gelekî aqil mende ji ber bersiva şertê wî wê bibê sedema tira wî! Raste insan sê parçeye.

Parçê yekemîn ewe : dest û ziman,gava mirov di axivê destê xwe jî pêre dibe û tîne.

Parçê didwa jî : dil û ling, dema dil bixwazê herê deverekê ling dimeşin û diçine wî cihî.

Parçê sisya jî : çav û qûne,dema çavê mirov tê girtin û diçine ser hev qûna wî vedibê. Ji  ber wilo mîr ev şert avête ber te ji ber wê bibê sedema tira wî.

Wezîr xatir ji wan xwest û bikêf berê xwe da ser riya mal. lê Cotyar maye dilihayî û ji keça xwe pirsî: te çawa zanîbû ev xort ne mirovekî normale?

Keçikê got bavo dewere ez jitere bêjim bê meqseda wezîr çibû dema ew giftûgo dinavbera wede çêbûn.

Dema win birê ve hatin gund ewî dît rê dirêje ji tere got ezê kêlîkekê te hilgirim û ti kêlîkekê min hilgire, mebesta wî ew bû tê çîrokekê jêre bêjî û ew jî yekê bêjî ta win gihiştiba gund.

Û dema wî pirsî ka xwedyê genim jê xwariye yan na,gelo xwedyê genim pere ser vî genimî anîne yan na.

Û gava pirsî ma evê liser darbestê saxe yan miriye, gelo zarokê wî hene yan na, eger zarok hebin û qenc bin mana xwe ev kes weke ne miriye, lê eger bê dûndebê raste miriye.

Û gava win gihiştin gund gote te ma otêl li gund hene yan na, ji tere digot ez mêvanim gereke tu min bibî mala xwe .

Bav : keçamin min ev naskir lê tiştê li camiyê çêbû ?

Keçikê go bavo ew jî min dixwest ez naskim ka ev kes zaneye yan na , xwedê çêkir te ew tiştê xwarî bû sedema zanebûna min jêre.

Bav : çawa?

Keç : bavê minî hêja te nanek xwar mane yazde û te hêkekjî xwar mane şeş û te çend parî li wî mastê ne şikandî xistine lewma ji tere got sala we yazde heyvin û heftiya we şeş rojin û heyva we parçek jê hatiye xwarin.

Hingî ez gihame baweriyekê ev kes aqilmende.

Wezîr êvarî çû dîwana mîr û kesî wê rojê li dîwana mîrbûn ew jî amadebûn.mîr bang li wezîr kir û got : te şertê min hilanî yan na ?

Wezîr serê xwe rakir û got : belê mîrê min .

Mîr : de kerembike bêje insan çend parçeye?

Wezîr : mîrê min insan sê parçeye.

Parçê yekem : dest û zimane,gava ziman di peyivê destjî pêre diçe û tê, parçe didwa dil û linge, dema dil bixwazê herê deverekê ling dimeşin û diçine wî cihî, û parçê sisya : çav û qûne , dema çav diçine ser hev qûna mirov vedibe.

Mîr rabû serxwe û got : wê şevê cave min çûne ser hev û bak ji ber min çû ma qey dinya xerabû!!!!!!.

Wezîr ji serjêkirinê xelas bû , berê xwe da gundê keçikê û ew ji xwere xwest.

Çîroka me bigihê hezara , rehmet lidê û bavê hazir û guhdara.

 

 

dilovanceto@hotmail.com

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6