KOMBÛNA PÊXEMBERAN..xeleka 1ê ji zincîre çîrokên nivîskar şahînê Bekirê Soreklî
SemaKurd taybet : Amadekirin : Mustefa Mihemed
Têbînî : em li ser navê Desteya rêvebir ya Malpera SemaKurd sipasiyê xwe pê?kê?î Nivîskar ?ahîn Bekir Soreklî dikin ku van çîrok û nivîsên xwe yê bi sûd û wate ji vir û ?ûnde wê li ser rûpelê Malpera Sema her 15 rojan belav bike , her weha em nivîskar Mustefa Mihemed jî sipas dikin ji ber ked û westandina wî bo amadekirina van babetan .
Her 15 rojan li hêviyê bin
Bê?gotina Xeleka 1:
Kurtejiyana ?ahînê Bekirê Soreklî di sal 1946 de li gundê Mezrê, rojavayê bajarokê Kobanî, ya li bin-xetê (Sûriye) ji day bû. Bi temenê 19 salîn ji bo xwendina bilind gihî?t Viyena û li dû sê salên li Otrî?ê û Almanyayê li bajarê australî Sydney bi cîh bû. Li dû kutakirina xwendina bilind (BA, Dip.Ed) di zanîngeha Macquarie ya Sydney de, ew 26 salan wek mamoste, perwerdekar û serpere?t ligel wezareta perwerdeyê ya herêma australî NSW ma.
Ji bilî kar û xebata bo amancên perwerdeyî, ni?timanî û komelî, ?ahîn di sal 1982 de li Sydney dest bi bernameyeke radyo ya heftane, bi kurdî û înglizî, kir û ji sal 1985 û vir ve berpirs, amadekar û pê?kê?erê bernameya kurdî ya dezgeha SBS (Special Broadcasting Service) RADIO, ye. (www.sbs.com.au/kurdish).
?ahîn bi sedan gotarên bi mijarên wêjeyî, siyasî, civatî û perwerdeyî bi zimanên kurdî û înglizî nivîsandine. Ji bilî rojname û kovarên kurdî yên di salên 80 yan û 90an de li Ewropayê dihatin we?andin, gellek berhemên wî di malperên kurdî û hinekên din de (înternêt) hatin we?andin. Ji berhemên wî evên li jêr bi pirtûk hatine we?andin:
AZADBÛNA MEHMET KARATA? (Çîrok): Enstîtuya Kurdî, Bonn, 1985/
EM Û PIRSA ME (Gotar): Sydney, 1987/
WENDABÛN (Roman): Verlag für Kultur und Wissenschaft, Bonn, 1987/
MEHKEMEKIRINA SELAHIDDÎNÊ EYÛBÎ (?ano): We?anên Haykurd, Stockholm, 1989/
JANA HEFT SALAN (Helbest): Enstîtuya Kurdî, Brûksel, 1990/ NAMÛSA ÊMO (10 çîrok): We?anên Haykurd, Stockholm, 1994/ WENDABÛYÎ YA KATHARINA BLUM: We?anên Nûdem, Stockholm, 1997/
PISÎK JÎ XEWNAN DIBÎNIN (20 çîrok): We?anên Lîs, Diyarbekir, 2004/
ÇÎROKÊN 18 SALAN (31 çîrok), Doz, Stenbol: 2005. Çapa 1em ji VEGER (Roman): Êketiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2006.
DESTANA DEWRÊ?Ê EVDÎ,deng û nivîs "filiklor"2007.
Wergerandina romana nivîskarê Almanî Heinrich Boll ?EREFA
?ahîn heta vê rojê li dewleta austiraliya kar û xizmet dikê û wek me tim bi hêviye ku di demeke nêz da roj li me werê der.
Û wek têrêj digot em jî dibên:
Dinya bi xwe dewrane
digere geh roje geh ?ev
Geh tarî û domane
û geh rew?en û nûre
Û ez diyarî dikim ev pirsan ji birayê delal Nîzar Berî û Hozan Emîn ji bo amedekariyên wan bi mera.........zor spas
Mustefa Mihemed
2008
Xeleka 1
KOMBÛNA PÊXEMBERAN
?ahîn Bekir Soreklî
Ehemedê Oso çi deriyên weke vî deriyî hîna nedîtibûn. Çel û çar salên jiyana wî li gundê E. derbas bû bûn. Du-sê caran ew çûbû bajarokê li herêmê, carekê ji bo rihela zewaca xwe, carekê ji bo nexwe?iya kurê xwe û carekê jî cendirmeyan ew ligel hejmareke ji gundiyên wî biribûn girtîgeha bajêr, bi encama ?erekî di navbera gundiyan de derketî. Wî çi deriyên wisa mezin û bi neqi? û xemlên wilo li bajêr jî nedîtibûn. Wî nêzîkî lê kir û hîna diponijî ka li kîjan be?ê wî xe, dema mirovekî la?mezin, bejndirêj û bi heybet ji ni?kan ve li pê? çavên wî xuyanî bû û gotê:
- Ehmedê Oso! Tu li çi digeriye li vê derê?!
Ehmed ?ermokî û bêyî hemdê xwe got:
- Silabû elêk.
Mirovê la?mezin li Ehmed nihêrî, keniya û got:
- Ev bûn bêhtir ji 1000 salan ku hûn Kurd bûne musilman, lê ligel wê jî tu hîn nikari bibêjî “esselamû eleykum we rehmetullahî we berekatuhû.” Ehmedê kurê Oso! Zû bersîva min bide. Tu çi dikiye li vir?!
Ehmed xwe da hev, piçekî ber bi peyê çû û got:
- Ez hatim ?êx Gêlanî bibînim. Bi serê kurê min be, divêt ez bêderengî bi cenabê ?êx ra ?orê bikim.
Peyê li Ehmed mêze kir, bi?irî û gotê:
- Kuro, bextere?o, ev ne ?ûna welî û ?êxan e, ev ko?ka pêxemberan e.
Ehmed destê xwe yê rastê piçekî rakir, ber bi rastê bada û bi zimanekî xwe? axifî:
- Wey rehme li dê û bavê bûyo! Pêxember hîn ji welî û ?êxan çêtir in. Bi kerema xwe rê bide da ku ez Hezretî Muhemmed bibînim, yan Hezretî Îsa. Eger wexta wan tunebe, zirar nake, ez ê Hezretî Mûsa, yan Îbrahîm il-Xelîl bibînim.
Camêr li Ehmed seyr kir, serê xwe leqand û got:
- Qedexe ye ji bo benîadem derbaskirina vî deriyî.
Ehmed her du destên xwe vekirin, serê xwe bi aliyekî ve xwar kir û tika kir:
- Ez di bextê bavê te da me, camêrê ?îrhelal, tu min bi ?ûn va venegerînî. pirr grîng e ji bo min ku pêxemberekî, weliyekî, seydayekî, yan ?êxekî bibînim. Ez di dawa te û yên te da me; tu min destvala li riya mal siwar nekî.
Dilê dergevanî bi Ehmedê Oso ?ewitî, tevî ku wî ba? dizanibû va serîxwarkirina wî ?êweyeke ji xasûktiya gundiyan bû, ewên ku bi sedsalan bêçare û bindest mabûn û ji ber neheqiyên sultanan, begleran, axayan û ?êxan; ji ber stemkariya qaçorciyan, le?geran û cendirmeyan, fêrî awayekî sernizimkirinê bû bûn, bi armanca ku bi vê riyê dilên yên din bi xwe bidin ?ewitandin da ku bikaribin di jiyana xwe ya dijwar de li ser lingan bimînin. Peyayê zexim, îcar bi ?êweyeke gellekî cidî, got:
- Ehmedê Oso! Îroj kombûneke pêxemberan heye. Ez ê te bibim odeya xwe da tu bikaribî ji pa? pencereyê tema?e bikî. Pêwîst e tu ji min re sond bixwî, tu dê bêdeng bimînî û li dû kutabûna dani?tina pêxemberan bêyî afirandina serê?iyê û te?qeleyan di vî deriyî re bêyî der.
Bêyî ku di gotina wî de biponije, Ehmed di cîh de sond xwar, ew ê weke ew dibêje bike. Wî nedixwazt vê fersenda zêrîn ji dest berde. Ma bi dest kê diket ku li civîneke pêxemberan tema?e bike! Wî spasiya camêr kir û dest pê kir jê re duan bike.
* * *
Eywana tarî ji ni?kan ve tiji ronahî bû. Ev yekemcar bû ku Ehmed ronahiyeke wisa bi hêz û di eynî demê de zelal û aram didît. Lêdana dilê wî bezatir bû dema deriyekî biçûk di quncekî eywanê de vebû û peyayên kincspî dest pê kirin yek li dû yekî derbasî hindir bibin. Her pêxemberek li dû maseyekê dani?t. Rûyên wan bi Ehmed ve xuya nedikirin. Vê yekê ew piçekî dilsar kir. Li dû kurtedemekê ronahiya di eywanê de dest pê kir melûl bibe. Li ser dîwarê pê?în du perde hatin xuyakirin. Sînemaya bajêr ya servekirî hat bîra Ehmed, sînemaya ku ew carekê ligel pismamê xwe çûbûyê û “qîzikên çaqrût û lêvsor” li ser perdeya wê dîtibûn, dema ew ji bo rihela xwe çûbû bajêr.
Li ser perdeyekê mixazeyeke mezin hat ber çavan. Jin û peyayên tê de erebeyên hesinî li pê? xwe gêr dikirin û ti?tên dixwaztin ji refikan radikirin û dikirinê. Di her erbeyekê de ti?tên ji yên etarekî gundan bêhtir hebûn. Mixaze weke mazateke sernixamtî bû, ji dezî û derziyan bigir ta sêv û porteqalan tê de hebûn. Perdeyê dû re be?ekî ji mixazeyê raber kir ku tê de tenê ti?tên ji bo pisîk û segan hebûn: Xwarina di qutiyan de, ya di tûrên naylon de; xwarina nerm, ya hi?k; go?tê lawiran; hevsarên cudababet, dermanên sipî û kêçan, sabûnên ?êwecawaz, ?e, firçe; lo, ti?tên nakevin aqilan! “Xweziya min bi pisîk û kûçikên vê ?ûnê be,” got Ehmed di ber xwe de, “bêguman va cinnet e.”
Di vê bîstê de perdeya duyemîn jî dest bi raberkirina dîmenan kir: Bi hezaran zarokên nîvtazî û birçî, bi pirranîzarokên re? û esmer; zarokên zikrepitî, bi çaqên qîtikî, bi çavên kortikî, bi porê we?iyayî, bi rûyên çermîn; û dengekî zirav ji wan dihat der: “Birçî me, dayê birçî me,...”
Li ser perdeya yekemîn dîmen hat guhertin: Li welatekî cîhanê hinekan serên gayên xwe dabûn ber guleyên tifingan, ew dikujtin û berateyên wan diavêtin korteke mezin. Yekî ji wan digote rojnamevanan, “Eger hukûmet rê nede bilindkirina nerxê go?tê gayên me, em ê roj bi roj hejmareke ji wan bikujin û biavêjin kortan. Li ser eynî perdeyê dîmen hat guhertin û ke?tiyek xuya bû. Sindoqên tiji porteqal bi mencenîqan diavêtin nav ava deryayê. Li vî welatî mewsima porteqalan zor ba? hatibû. Da ku pirbûna wan nebe egera erzankirina nirxê wan, divabû bi tonan porteqal bihatana avêtin.
Li ser perdeya din dadmendekî dewletekê gundiyek bi ?e? heyv girtin ceza dikir, çimkî wî bizinek dizîbû lê li eynî welatî, weke ku perdeya din raber dikir, cendirmeyan bi darê zorê bertîl di bin navê “alîkarî” de ji gundiyan digirtin.
Dîmenan dest pê kirin zûtir bên guhertin. Li ser perdeyekê dadgeheke le?gerî cezayê mirinê dida du xortan, ji ber ku wan trimbêleke dewletê dabûn ber guleyên tifingên xwe. Li ser perdeya din le?gerên eynî welatî nî?an û xelat digirtin, ji ber ku wan hemwelatiyên xwe kujtibûn. Li ser perdeyekê dadmendekî li welatekî dewlemend sîh sal ceza didan xortekî re?, çimkî wî pere ji bankekê dizîbûn. Li ser perdeya din ?îrketeke eynî welatî bi sedan milyon dolar ji welatekî biçûk didizîn. Li ser perdeyekê serokine dewletan gotina azadiyê û serxwebûnê dikirin, li ser perdeya din ferman didan hêzên xwe ku xaniyên azadîxwazan bi ser wan de hilwe?înin û êgir berdin zeviyên wan. Ji bo le?gerên wan kujtin û wêrankirin qanûn bû, ji bo yên din têko?îna ji bo biçûktirîn maf xiyanet û çetayî bû. Endamên hêzên wan heke ji bo welatê xwe bimirana, “?ehîd” bûn, lê miriyên aliyê din “terorîstên” hatine cezakirin bûn.
Ji ni?kan ve dîmeneke nû li ser perdeyekê hat raberkirin û bi dîtina wê re çar, yan pênc, pêxember rabûn ser lingan: Pirtûk dihatin ?ewitandin di dîmenê de, pirtûkên bi zimanekî qedexe hatibûn nivîsandin. Pêxemberina dest pê kiribûn serên xwe bihejînin, yan destên xwe bilivînin, weke diyarkirina nerazîbûnê. Dû re zengil lêket û hejmara perdeyan gihî?t heftan. Li ser hemiyan wêne dihatin raberkirin û ji sindoqên re? deng dihatin der. Çavên Ehmed bû bûn weke du tasên biçûk, stuyê wî bû bû weke yê dîkekî, ber bi perdeyên cuda diki?iya. Projektora li ser sînor hat bîra wî, her weha radyoya muxtarê gund. Ew ?a? mabû li kîjan perdeyê binihêre, yan guhên xwe bide ser kîjan sindoqa dengîn. Ji be?ekî eywana civînê va denga dihat: “Ey Xudayê li jor! Bavê min kujtin. Birayê min kujtin. Û ?eva çûyî kurê min kujtin, ligel heft xortên din. Destên wan birîn. Serên wan qut kirin. La?ên wan avêtin çêm. Ma tu dê kengê bêyî alîkariya me!”
Ji aliyekî din dihat va denga: “Jina min nexwe? e, li ber mirinê ye. Pere nîne bibim tixtor. Zaro tazî û birçî ne. Ey Xudayê mezin! Te çima baran li ser me birî da ku hi?k bibe çandiniya me. De ez ê berê xwe ji te pê ve bidim kê?!”
Ji alîne din dihat dengê girî, dengê nalîna nexwe?an, dengê qîrîna mirovan; her weha dengê ken û mûzîka bilind. Li ser perdeyan wêne û dîmenên cuda?êwe û cihêreng dihatin û diçûn: Yên muftî û meleyan, serok û serdaran, cendirme û mamûran, qumandar û le?geran, ?ore?gêr û fa?îstan, xêrxwaz û kujeran, qehpe û qûndeyan, derewîn û bêbextan, serdest û bindestan, dewlemend û belengazan,... Bêyî ku bizanibe çima, wî hest kir ku wî ji ber kiryarên mirovan ?erm dikir; û dema li ser perdeyekê wêneyên fahi?, heta yeke ku tê de hinekan rapa?e keran dikirin, hatin raberkirin rûyê wî bi tevahî sor bû û wî ji ?ermê xuh li ser giyanê xwe hest kir.
Ji hemî be? û quncên cîhana mirovan wêne dihatin pê? çavên pêxemberan, wêneyên ku her weha cudabûna di ?êweya jiyana mirovan de ji wan re e?kere dikirin: Pê?veçûna zanistiyê li cîhekî, li hember bêparmayîna zarokan ji xwendinê li yekî din; xaniyên fireh û bilind li warekî, li hember qubikên kelpîçîn li yekî din; taxên pak û bi ronahî li bajarekî, li hember gemar û ?evre?iya yên yekî din; pijî?k û nexwe?xaneyên lawiran, li hember nivi?tên ji bo mirovên nesax; trimbêlên birqonekî, li hember kerên barkê? yên bi çerm û hestî manî,...
Ji ni?kan ve ronahî dîsa li eywanê vegeriya, raberkirina wêneyan rawestiya û deng hat birîn. Pêxemberan bi destên xwe li sepet û rûyên xwe dixistin û tevî ku dengê wan nedihat, ne jî rûyên wan dixewinî, Ehmed dizanibû ku ew digirîne. Wî bala xwe ba? da rew?a pêxember tê de û dilê wî bi wan ?ewitî. Lê li milê din, bêçarebûna wan û negirtina çi biryaran li hember ti?tên wan li ser perdeyan didîtin, bêhna Ehmed teng kirin. Bêyî hemdê xwe ew rabû ser lingan û dest pê kir biqîre:
“Giriyê we çi xêrê nagihîne kesekî, ez xulamê ber lingên we, pêxemberino! Belengaz û ?erpezeyên dunya me bi ?ev û roj bi duayên xwe bang li we dikin. Hêviya wan tenê Hûn û Xwedê ne. Ma Hûn ê bi hêsirên xwe agirê di dilên wan de vemirînin?! Ma hêsir kî gîhandine ku?! Wax, wax, wey xwelî li serên me ronediyan be!”
Bêyî çi guman, pêxemberan dengê Ehmed nedibihîstin, ne jî haya wan ji wî hebû. Wî dest pê kir bi her du destên xwe li camê xe û dema ew dîsa haydare wî nebûn wî bang kir, “Ez dixwazim Xwedê bi xwe bibînim û gazincên xwe ji wî re diyar bikim, ez dixwazim,...” Li vir peyayê zexim xwe ji pa? ve gîhandê, destekî xwe da ber devê wî, bi yê din ew bi pa? ve ki?and û gotê: “Ma tu dixwazî ez li te xim, hey bê?erm?! Ma te sondê xwe ji bîr kir?! Ma min negote te, ev ?ûn ne ji bo yên weke te ye?!” Ehmed ji tirsa xwe bizdoyîn bû, hindik mabû ziravqetî bibûya. Camêrê zexim bi çepelên wî girt û di deriyê mezin re avêt der.
* * *
Di hindir xaniyekî kelpîçîn yê gundê E. de peyakî ji xwe çûyî li ser ?eltê ramediyabû. Jineke lihevhatî li ber serê wî dani?tibû û cixare diki?and. Mêrê wê ?eva çûyî li dû yasiyan ji gundê ?êx S. vegeriyabû û berî ku razê li ser wehz û mirîdan û zikrê axifî bû. Di sibeya roja din de ew ji xew ranebibû. Nazê, jina wî, deng lê kiribû, hejandibû, qurincandibû; çi kiribû jî ew hi?yar nebû bû. Lawê wan ê mezin çûbû pey ?êx, lê ew li malê nedîtibû. Li gundê wan ne pijî?k hebû, ne jî trimbêleke ku wî bibe bajêr. Pîreke gundî pîvazeke mezin pelixandibû û dabû ber pozê wî, yeke din boxîr ?ewitandibû. Cîranan ava sar bi ser de rijandibûn, xwendeyekî gund “sûreta yasîn”ê bi ser de xwendibû, jina wî karek dabû serjêkirin û go?tê wî li gundiyan belav kiribû, lê bêyî kelk, Ehmed ji xewa xwe hi?yar nebû bû.
Nazê serê xwe bi ser her du milên xwe de hejand û dest pê kir bibêje, “Wax li min rebenê! De rabe êdî Ehmedê min, ...” dema mêrê wê ji ni?kan ve veciniqî, çongên wî lerizîn, qîriya, xwe ber bi jor hilda û rabû ser lingan. Bi qîrîna wî re kurê wî yê mezin jî derbasî hindir bû û bi alîkariya diya xwe bavê xwe da dani?tin. Nazê zû tasek av hanîn, da ber devê mêrê xwe û got:
- Vexwe, vexwe; în?ellah xêr e. Malava te em gîh bizdandin. Çi bi te hat?
Ehmêd piçek av ji tasê vexwar, xwe da hev û bersîv da:
- Ber rakevim, min “ayetulkursî” xwend û ji Xwedê rica kir ku ez ?êx Gêlanî di xewnê da bibînim, bo çend daxwazan jê bikim. Li ?ûna rastî wî bêm, ez çûm li koma pêxemberan rast hatim. Wey li min, wey! Ew çi bû bi serê min da hat!
Nazê serê xwe leqand û bi keser got:
- Ax, ax, Ehmedê Oso! Ma tu çi digerî li ka? da ku bibînî xewnên ?a??!
ÎDÎGLAT
2008-11-12




del.icio.us
Digg
silav ji mamosta shaîn bekir
em pr kêf xesin bi te u em bi terane tim>>>>>
Post your comment