Teşîrês...çîrok :Abbas Abbas
Zivistana kurdistanê, wek daxwazya gelê kurd, bi berf û pir baran derbas bû, bihara wê jî, êdî bi nefel û endekoyê hat xemlandin .
Heger dil?adiyek di dilê bavê Wesîlayê de hebê, ew jî ji pirbûna çêriya pez û sewalên wî bû .
Jiber kesên cotar û koçer dizanên, ku pezên têr çêrî, zêde ?îr û berxên saxlem didin, û ya herî giring jî , ku hiriya wan dirêj û paqije dibê .
Pezê bavê Wesilayê ne pir bû, lê li gor hebûna xwe, deriyê wî bi serfirazî vekrî dihi?t, jiber ti?tê jê qizinc dikir, digihand bajarê Qami?lo û li bazarê wê dida firotin, bi wan deravên ku jê digirt, giringiyên mala xwe û yên zarokên xwe pêk ditanî .
Dema birîkirina hiriya peze, ew jî ba? di zanê, ku diravne zêde ne, loma jî û li gor taqeta temenê ku ber bidawî ve dicê, her roj hiriya çend serî pez dibirî, ew jî bi alîkariya keça xwe Wesila .
Wesîla xwendina xwe sertayê bi dawî kiriye, û jiber ku tu kesî wî li bajarê Qami?lo tûne bû, ku li ba wan yan bi aliîkariya wan xwendina xwe berdwam bikê, li mala xwe bê xwendin rûni?t û bi alîkariya bavê kal ve mijûl bû û ji jiyana xortanî dûr ket .
Wek her keçên kurd yên koçer û gundî, jiyan zor dehat derbaskirin, lê wilo jî, di ronahiya çavên wan de, jiyan bi rengê biharî dihat dîtin, û tu kesî, ev bihara han di ronahiya çavên Wesîlayê de nedidît, ji Bariyê lawê cîranê wan pêve .
Barî bi du salan berî Wesîlayê hatibû dinê, lima jî zaroktiya xwe bi hevûdin re, dinav sikakên gunde derbas kirin, lê ti?tê herî balkê? di kesîtiya Barî de, ew bû ku milê wî dibin barî her kesî de tewandî bû, her kesî gundî ku alîkarî jê re piwîst bû, Barî li ba wan diyar dibû, belê xwendina xwe heya bekeloriya bi dawî kiribû, lê qet kar bi dest ne ket, loma jî di nav sikak û kolanên gund de, bi heval û hogirên xwe re rojên xwe derbas dikir, û heger alîkariyek jê dihat xwestin jî, bi dil?adî û bê maf bi dawî dikir .
Ji destpêka biharî ve, Barî ji nav kolanên gund winda bû, hina di got ku li bajarê ?amê kar dikê û hina di got li bajarê Bêrûtê, dawî jî gotin, ku xwe gihandiye welatê Holenda .
Ev gotinên han û ev nûçeyên li ser Barî, tev jî Wesîlayê dizanî bû ku ne rastin, sedem jî ew bû, ku berî Barî ji gund winda bibê, xwest ji Wesîlayê re bibêjê, ku pir dilê wî wê dixwazê, lê hevalan biryar dan, ku tev û girlayên berxwdanê bibê .
Bavê Wesîla, hiriya pezê xwe danî ser hev û xwe ji çûna bajêr re amadekir .
Roja dî li ber hiriya xwe sekinî û tê anî der, ku hiriya çend serî pez ji komê kêmin, bi sirt bang li dayika Wesîla kir û xwest jê bipirsê, çi ji hiriya wan hatiye, lê Wesîla berî wê bersiva wî da û got:
-Yabo…Zivistan li ser çiyayên kurdistanê, pir bi berf û seqeme, êdî bê goreyên hirî nayê qedandin !...




del.icio.us
Digg
Post your comment