Derûnî mirov , fermanî bi dildariyê dike... Dr: Sena şeelan
Ev çîrok xelata dildaryê ya nav netewî wergirtiye ya sala /2009/ Wergerandina ji erebî :Be?îr Mele
Nefsik min heye dildariyê bi min ?êrîn dike ,û xwedî dilekî wehame ku lewind û sipehî nikarin wî biqeherînin, û xwedakî min heye ew tenê di gunehê dildaran de dibuhure, gunehan vedugherîne qenciyan,û cîhên wan dike buhi?t û kamîranî, û serpêhatiya min mîna heyva nûye ,her kesê li kurtanê dilê xwe siwarhatiye ew ezberkiriye,û bi ?er êrî?î afrîdeykî dîtir dike navê wî evîndare,biyografî û serpêhatyêd min hemû dîroknas û ên ji darketine di du tîpan de bi kurtasî xistine –hhe û be-((ango evîn ,bi zimanê erebî evîn :bi du tîpan tê bilêvkirin))di navbera liyeçbûna tîpan û ?ematoka wan de hemû nefret bi cîh dibin,nefreta dildaryê ya kû bela? tête dan ji bo her kesê xwedan nefseke wî weke ya min hebe. Ez xwedya dilê herî kamîranim di dinyê de,ez xwedya rastiya bê sînorim,û pêximbera bêjeyême,ezim ya kû nefret bi kêlîkêd min li min dibarin,li rû bê dengyê ez serhildêr im,ez mîratzada her nalîn û xem û derd û bela me,ez wêrisa her gerek û ti?tên winda û birçîbûn û sergêjiya xwe?î dilkê? û têr vexwarina me,ezim ni?tiya li ser vê gokê ,bi fermana xwedê cîgira her dila me ji bilî dilê xwe ji ber vê ,mafê kû ji min re hate danîn ji kesî dîtire nehate danînin ji kêlîka afrrandina min ,kêlîkek bû hemî çîrokên dildaran qutebirkirin û ji piraya wan çîrokan! ez ne ji berhema têkilya nav bera jin û mêr im lê ji zayina kêlîkek bijartî me,ji hev vedana du giyana me,ez çêbûnek lawaz û bijarte me ji nav melyonên bijartinan di demekê de ez bûm.
Ji dildaryê re ho?dar çêbû me,kî jê re derdike ve çarenûsa xwe vegerîne û ho?darya xwe biguhere!? li cem dê û bavê min rêbazek gunehkar hebû ,ku min ji sipehîbûn û rengên lir rex wan xwe?ik wergerandibana,ku ez bibama serbedewa êlê û li ser dev û zimanan biçûma û bihatima ; û bibama kesera dilê peya û xortên di gotinê de dîl girtîne.pîlana delal ya dê û bavê min bi mijûlbûna kêlîka dildaryê re çû ,ez keça kirêtî paye li ser ?ikestina xwe derketim,porê re?î kuri?kîyî sixte min ji diya xwe girtiye,û ji bavê xwe la?ê lawazî wek lepekî min rgirtiye,û ji bapîrê xwe yê ji alyê dê ve çavên rehetî tirsok mîna kero?kê gihi?tiye min,û ji dêpîrê jina wî min pozê çalakî mîna nikilê balindê go?txwir girtiye,û ji dêpîra din min me?a tawisî girtiye,û ji mêrê wê min dêmê xemgîn vergirtiye,û ji tevaya bav û bapîran min dev û lêvên mezin û qalind û guhên li talya porîve lûsyayî û newqa ziravoçkî wek kevro?ka guryayî, pê û destên wek yên gumgumokê,û endamên seqet min ji wan girtin,û ji ba min dengê xwe girt,û min ji iblîsê leenet nefsa bi rik û serhi?k girtiye, û ji xwedê min derûnî bijokerî dildaryê istendiye. Yekmîn tîrêja Rokê bû ,min jê hezkiribû,ji ronaka wê du dest têne der xêr û bêra jiyanê himbêz dikin,ji teyisîna wêre viyaneke pir bedew,ji bilindbûna wê re di dilê asîmanan de serdariyeke bêmirin ,ji germa wê re pîroziya rondika sêwiyekî ku ez hînbûme wê di kûriya çavên xwe de bi temirînim ; li pey wan tîrêja me bi awirên xweyî bê ?erm ewên ku bi ?ev û rojê westandinê nasnakin,û dema ku çavê min nexwe?ketî ji ?ewata wê,hingî ez di dergû?êde bûm ,bi darê zorê zaroketiya min ji dîna wê mehrûmkirin,û ez di siyê de rûçikandim ,wê demê temenê min rojbûn ,ti?ta min ji evînê tamkirî cara pê?î tunebûn û bê parî bû, bi hi?kayî li rû ?îrdayînê ketim mangirtinê,û li himberî ?îr min serhildankir,dema birçîbûn û westandinê zora min birin,min xwe teslîmî ber destê pîrika xwedya ?ana kesk kirî , bi sermelisî min ava geyayê yansûn û pûngê ji dêvla ?îrê ku min li xwe heramkiribû min pejirand, ji bo her bijîte bîranîna evîna minî Rokê ya ku di dergû?ê de hate ku?tin.
Ji wê rojê de min soz da ku nefsa xweyî bijokera i?îqê ,rê lê bigrim û hevsarê wê ragirim,min bi soza xweyî pîroz di bîhna pakî û paqijya zarokan de ravekir ji rojên efsaneyî feleka mirdarî gav giranî re,ti?tê tewrî giran li ser derûnî mirov ku ?erekî li rû xwe li dar bixe,di vê derbarê de ez bi serketim tevî mezinbûna goriyan ji ku?tin ,û ê?ên serbirînan ,sorgon û çewisandin di wijdanê min da. Di derbarê gunehê xweyî yekemîn de min tobea xwe e?kera kir.lê min bi xwe nikarîbû ,dîsa dilê min bijya guneh û rikbazî û nefretan,û ez dil ketim her ti?tên xwe?ik û bedew,çendî pirin ti?tên sipehî di herdû çavêd mîna du pencereyan de li ser giyanekî ji her cûre reng , bîhn ,hingavtin û gerekan,hêvyên bi pa?xistî , û ?ahiyên hatne dizîn ji buhu?ta ferdewisî ku yekem lûsê wê di ve?ar û tinebûnê de bû.Ez dil ketim perwanên rengîn û ?înaya asîman û çelq û pêlên derya û qîreqîrq oqyanosan , û bê dengiya kûrahya derûnan ,di hestê xwede dil sozim û ba?î û qenciyên min li ber dest û riwê dayik û dêpîran e. Xwedêyo afrendêrê evînê : lîsteya dilketina min çendî dirêje ,te yî ev dilê qehreman daye min,wilo jî temenekî ku hemî temanan di xwede hildigre bide min,ta ku bibim seydaya ?eydayetiya bêmirin , ewa li kur dibe kû hemû dêmên dildarê cîhanê û ni?tîman û asîman û pariyê di xwîna bê gunehan de danebûye,û hezarê hezaran ji ruwê sêwiyê sitembar û bê paran û riwên hejarên xemgîn,û hemû nanê birçiyan amededike.
Di her ?evê de ez hînî sitandina qedexyî qaçax ji dil xwe?iyên sade ji hestên dildarêd xwe bûm ,ewên ji bilî xwedayê asîmana kes nikare wan bijmêre,ew kesên ko gotin Na, min ji tevan hezkir û her kesê gotin Erê û bi mebesta na nî?an dan,min ji Alî hezkirî û ji Limba ,Givara û Mawsîton û Selahedîn û ?ecerttdur û Helac û Cemîla Buheyra û Mistefa Kamil û Alî alzaybeq û Mesrûr Alsayaf û Marûf aliskafî û cafer Altayar û ibn Alerebî û Dîkilcin Himisî û Faris oda û Jan dark û Hanibal û Îlîsar û Mûtenebî û eba Eleetahiye û Homîros û Qebanî û Umer ebû rî?ê û Vîktor Hîgo û her têko?erê xawazgînê rokê…,û her weha min ji sebr û arama dê û bavê xwe jî hez hezkirî, ku herdû mîratzadeyên dema birçîbûn û bendewariyê bûn , û weha min rondikên xwe bex?î bûka deryayê kirin û Senderêla xwedana pêlava windayî û ez di la?ê hemû xo?ewîstên peyayê cîhan de bi cîh bûm,bi bêjeyê hemê biwêjan gêjbûm,û ez bextewer bûm bi ramûsanên ramûsankeran, û asteng kirina hingavtina bijokeran , û nefretên hemû berkeran û gunehêd wan , vêca min lêbûrîn ji xweda xwest, di min de buhurî ,ma ne ew dilovantirîn dilovane ?? û min navêd hemû evîndarê xwe ji bîrkirin ; her wiha cadûgerekî (sêhrbazekî) Mexribî cuhoyekî gunehkar nivi?teke ji bo bîranînê ji min re dirût,min ew nivi?t bi takî ji qinibê di hustiwê xwe de daliqand ,min hemû guneh û gernejînên xwe ji bîr kirin , tenê min Mecîdê lal ji bîr nekir, ew evîna min î zaroketî ya pê?î bû , cil û la?ê wî gemarokî bûn weke her kesê hejar û bê ?ens , kû dev û guhên xwe winda kirine ,bibû lîska çeteyê kolana kevin ku di nav ?itlên diya min de hatibû çandin,dema ku bi dilovanî li kêmanya wî xwedî derket,bi dilovanî li kirêtrya min jî derket û li mêyitya minî ?ikestî di la?ê min î kirêtî de,ji bil tevaya xelkên cîhanê ramûsana min î yekemîn ji wî re bû ,ew ne ji wan kesê ku ji xweber elife baya xwe?yê û zimanê le?î ezber kiribin,belam xwedan bêdengîyek bê hempabû , rondikên xwe germ bûn,û ez pir ji rondikan hez dikim, wan didim hev di ?û?eyên xuyanî de û ji xwere dikim kurte sitranên ?ahiyê.
min ji Mecîdî hezkirî ta ku cîranê me xedyê zendên badayî û porê hespînî cihê xwe di dilê min de çêkirî ,ez û bi her pênc keçkên xwe ve yên mîna bûkên lastîkî bi neqi?adina xweda sipehîbûn , bixwere di birim sînemê ,weke keça xwe li min dinerî, û bi dilovanî li ?erma li limêyitya minî kirêt dinerî , her ku ez bi milaên xweyî xwirt hildigirtim û datanîm ser dani?geha sînemê lingên min li jor diman , ?imka min î lastîkî piriqalî kevn bi lingê min ve dadiliqya,di hestê xwe de,min dixwest ez dil û canê zwe bidimê,û biskek ji porê wî yê zêrîn bi dilsozî min xwest ez wan bi helbestin bêmirin kim ,lê wî guh li vê keça biçûk xwedya ?imka lastîk? nekir , li gel ku helbestek jî diyarî wî kiribû.
lê Cabir mirovekî hezkiryê bêje û helbestan bû ,temenê xwe tev da wê.ji ber vê min ji Cabirî hezkir,belam wî ji bêjeyan bêtir hezdikir û helbest dinivisîn, û kesên sar û bê deng sor dikirin û dilivandin , çek hilgirtî û li ser kursya î?kencê ve?artî mir û ne got na , hemû jinên pi?t ?în lê kom bûn , min kir keçên serhildêr ber jê bigirin bêyî ku bihingivte wan,artê?ek min ji hewî û ke?ke?an çêbû û ez jî bûm wek ?ûjinikê di destê mirîkî de, ez ji hevparan hez nakim,de bila jin tevde bibin evîndarê Cabir û bila ni?îteman jî jê hez bike û ya min bila himbêzkirina windayan ji min re bimîne.bi rastî navê Hamid zû kete nav koma navêd lîsteya min î berhevkirî neamede.îca Hesanê Gêjikê û Cebir bavê genî û selman bavê berbûr û Ebas ê dizek û Kayid ê bê bav ku li mala sêwyan dijî , ne kevnê xwe ne jî nûyê xwe û ne pa?eroja xwe nasdike, hiseyin ê di qutîka kerton de dijî li gel sehê xweyî wir,û Mûxeled ê lalikî kû tîpa re dike xe ,û Nasir kurê walî yê kû bê destmêj nimêj dike û hev kêfî bi keçê dilo dînre di tekya zanistê ya bavêxwe de dike , û Kîmo yê nêro mêyî , kû ji herdû celban mehrûm e,û Silêmanê qereçî hezkiriyê meymûn û saza xwe û bi gera xwe yî bê navbir ji min xwirtire ,û Tariq ê bi desteke birayên xwe yî hûr re di odayeke biçûk de dijî ,li kampeyeke jibîrkirinê ew ji bîrkiriye,û jimarek mezin ji zarokê cîran û bajêr û xwendinê ewên nema navê wan û riwêd wan têne bîra min,û ev jî ne kêmaniye ; bi tevayî dildar xwedan yek nav û yek kesayetîne û kî navekî ji wan ezber bike weke tevan ezber dike. û navê dildarê min Xalid dimîne ewê ku tê û nayê di nenasyê de nemrekirîye, di bendewarya wî de min da xwe ez hînî pî?eya durûtinê bibim ji bo kesê jê hezdikim ?alekî jêre çêkim, û tijî siteyr ,hesar û kostêr bikim. ez zû hînî terzîtiyê bûm û ez hînî pendekê jî bûm : "pêkanîna derza dirûnê serkevtine" û ez serkevtim ; ji ber di karê derz û dirûnê de ?ev û roj ranediwestyam ,pi?tî salin ji nexwe?yê min ?alikek ji windayê pa?vemayî re çêkir, bi serbilindî min da serhev ,bi dilovaniyek ve?artî min peland,û min bi nivi?tîk hêja ew vepêça û ez li benda hatina evîndarê xwe mam.temen çû , porê kurî?kî sipîbû ,dêm qermiçî ,le?ê hejarî ku me?a Tawisî dikir xûz bû, mêvanekî xo?ewîstî ?êrîn navê wî ciwanîye, dest ji min berda.
ez li vedîtin û serhildêrya xwe mukur têm, ez weke seroka sembolîk ji bo partiya dildryê re hatim destnî?ankirin û ji bo komîta hestên bi co? jî, û rêvebira dilovaniyê, û serwera nivîsîna govara gernejînan, û ?êwirmenda televizyona bexteweran, li gel daneriya enseklopêdiya dildariyê û rêbaz ,dergeh û pencerêd wê, û duru?meya xwazgînyêd min di jiyanê de weke biwêj gotiye: "ji bo dildariya xwe min ne tobe û ne lêborîn xwestiye çendî bê kêrin evîndarên ku tobê bixwazin "!!
belam ez di wê baweryê de me ku xwedê wê li min bibûre, belê wê li min bibûre ,li gel hemû çîrokêd min î dildaryê lê min ji binîde dil negirtiye, ez jinekim gençîna hemû çîrokame û ?alêd bendewar,lê çîrokek wê bi yek evîndarî re tune ji bilî yê li ser kaxezê, eve sernivîsa derûnên bijokên dildaryê ne û bi nvîsandina zilman ve girêdayîne ,ew peyayên bi rastî peyda nabin tenê li ser kaxzê ,û ti?tek ji min re nîne ji bilî kaxezê, û derûnê min fermanê bi nivîsandinê jî dike !!!




del.icio.us
Digg
Post your comment