LI ŞÛNA ŞÊRAN KUND DIXWÎNIN…Nivîs : Zagros osman
jiber ku me kurdên Binxetê bo çanda kurdî tiştek nekiriye ,û kar û xebata me bo miletê me ketiya reştariyeke dijwar , ji taliya rastiyê em direvin ,û dîrokê ji xwe re dikin talde ,û di nava bênderên bav û kalan de em xwe vedişêrin , nizanim em kê di xapînin …xwe an miletê xwe? dema ku di her helkeftinekê de ,em kelicada bapîran tînin ser ziman ,û bi pirêza wanî a rewşenbêrî ya têr û dewlemend em xwe paye dikin û serê xwe pê bilind dikin ,bi rastî ewan xweşmêran bi kar û xebata xwe cihekî mezin di bîr û baweriya gel de wergirtine ,û navên wan bi ava zêr li ser rûpelên dîrokê yên herî bişewq hatine nivîsandin , û steyrên cangoriya wan bo kurdayetiyê tim û tim di sînga asmanê welat de diçirisînin ,mezinên mîna van hêjayan ne pêwîstî me ne bo em wan binerxînin an kar û xebata ewan di bîra milet de bînin , ew weke rojê ne mirov jiber xwe ve li wan rast tê bê ku nîşan hebe .
di van rojan de em nêzîkî salvegera rojnamegiriya kurdî dibin ,başe di vê helkeftina ku ne hindike ,a ku pir wateyên wê yên kûr û dûr hene ,ji bilî ku em kayina peyvên xweyî berê bikin , û çîroka jidayikbûna yekem rojnameya bi zimanê kurdî hatî weşandin dûbare bikin ,çi ji rojnamevan û rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan tê xwestin , çi tê bîra mirov ,gelo tenê ji me têxwestin ku em her sal pesnê bavê rojnamegiriya kurdî bidin ,tev ku Miqdad Midhet Bedirxan hêjaye mirov pesin û salixdana wî bide ,wek mîrê raman û zanînê ye ,lê wek ku mamoste konêreş di civînekê de gotiye :"bedirxanî bo çand û doza kurdî zêrin çiqasî binax bibin çiqasî dilop bi ser wande bên ewê bêtir şewqê bidin "reste fakterê demê çiqasî bigerin ew nikarin tîna vê malbatê nemez a M.B ji holê rakin ,tîna wan berdewame di can û laşê çi kesê dibêje ez kurdim , lewra keda wan jibîr nabe ta ku kurd li darê dinyayê hebin .
jibo vê yekê tiştên ku ji me tênexwestin ne tenê bi şêweyekî mîkanîkî û rotînî û xavlorkî ku em li dîroka miqdad bedirxan û rojnama wî kurdistan vegerin , lê a giring ku em jiyaneke nû bidin evî karê pîroz yê ku bo me mîr pê rabûye , a giring ku em wateyên dîtir û nûjen jiber ked û xebata mîrê xwe bigrin , ku mirov bi durustî mijûl bibe emê bibînin ku pir sûd pir hûde û gelek tov û encam bo çanda kurdî di pirêza wî de hene ,yên ku hîna em bi ser wan venebûne , ev zîv û zêrên ku Bedirxaniyan bo çanda kurdî belakiribûn ji nezanîna me windayî û veşartî mane , û xwedî li wan derneketine , ev sermyanê giran buha ê ku ne tê kirîn û ne tê firotin ,em kurd çiqasî pêwîstî wî ne ,di roja îro de a ku tê de li seranserê cîhenê şerê me dibe jibo me tune bikin , em pêwîstî wî ne di warê pakkirina rojnameyên xweyî nûhok de, di warê şînkirina zimanê xwe de ê ku bi ber mirinê ve diçe ,di warê durustkirina xebata meyî netewî û siyasî de .
belê salvegera rojnamegiriya kurdî ne tenê helkeftinek bo xwarina gato û vexwarina bencûsa ye , û ne tenê qûretî û pistipsta dost û hevalan di civînan de ye , û ne tenê geşkirina helkftinek dîrokî ye salê carekê em wê sax dikin û di peyre ji bîra me diçe , û ne karekî rotînî ye her partiye me ji aliyê xwe de pê radibe û ji hustkira xwe derdixe bo tu kes rexna lê neke .
na bi serê we salvegera rojnamegiriya kurdî wateya wê ji wilo mezintire û firetir û kûrtir û buhatir re ,ew tiştekî zindî ye , ku bi şêweyekî durust bikarbê wê bandore xwe ya qenc li jiyana meyî rojane hebe ,lê mixbin em tevde li ber destê mîrê xwe rûreşin û sûcdarin ,û tije kêmasîne , wî bi mejiyê xwe ,bi êşdîtina xwe ,bi xwêdana xwe ,bi xwîna xwe , bi derd û êşên xwe , kurdistana xwe bi rêkir û netewa kurdî kir xwedî rojname , bo omîd û hêvî û armancên netewî pêkbîne , loma wî piştrast û bi mêranî da ser rêka felat û azadiyê ,daxwaza wî Kurdistane bi rast û ronî jibo vê daxwazê pêngavên xwe avêtin ,ew amede bû ku qelenê geşta xwe bide ,ta ku bo me bingehek esê avakir ,lê me geşta wî berdewam nekir , û em li paşketin , û xebata bav û bapîrên çanda kurdî me qurmiçand , û me keys da neyaran ku wê li ber linga bibin û teftofanîhvbikin .
em di xeweke kûr û giran werbûn û em jê şiyar nebûn ,û ya xerab ji me were ku em şiyarin , lewra ku em xwe bi karê bapîrên xwe payedikin çeko me tu karê hêja nekirye ta ku em xwe pê paye bikin , erê berê kurda gotibûn (şûna şêran kund dixwînin) vêca bejnkurt û keşmûl meşmûlên weke me tenbelan şûna m.b girtine .
ev çi bi derwa ez serê xwe dêşînim , a baş ku zû bi zû qiyamet rabe da ku em û cîhan ji hev xelas bibin ,sal bi sal xwezî bi par 1898 -2010 , xweziya min bi a te mîrê min .
------------------------------------------




del.icio.us
Digg
Post your comment