Berê binyatê avakirna Civaka..Xeleka - 2 –Nivîs : Dewlet Elî
Her çende di xeleka borî da min qwîna'xêt jiyana zarokî bi wî terzê hewe dîtî parvekirbûn, lê dîsa berî dest bi her qwîna'xekê bikem, min divêt giringîyê bideme ber qwîna'xkeka fer di jiyana biçwîkî da, ew jî ji berî destpêka hevbendîya jinumêrîya dayk û baba destpêdiket, anku ji helbijartina havalê jînê (çi jin bît çi jî zelam), destpêdiket. Ev xale gelek ya giringe ji ber ku ('Ta û Tib'etêt) hevalê jînê, (yê ku dibîte babê paşerojê, an dayka paşerojê), rolelekê mezin yê di jiyana biçwîkî da hey. Çinku ew biçwîk berî her tiştî dê di zikê wê daykê da (malbiçwîkî da) çêbît, ji xwîna wê vejît, bi êş û xweşî û nexweşiyêt wê hesyêt û jêkvavêrît û digelda jît, paşî dê di nav destêt wan dayk û baba da mezin bît, exlaqê xwe ji wan wergirît, û ew dê bo wî bine nimonêt bilind.
Pilankirna jin û mêra bo jiyana nwî, armancêt wan ji vê hevbendîyê, hez û pilanêt wan bo înana zaroka, hijmara wan zarokêt wan divên hebin, delîvêt ku ew têda di berhev bin bo înana wan zaroka û berhevîya wan bo pêşwazîya wan û taşandin û xudankirna wan. Ev tişte hemî karekê mezin li ser paşeroja biçwîkî diken û kesatîya wî di nexşînin.
Di jiyana me, mirovêt rojhelatî da, her wexte her tiştek bi rêka teqezayê û qeza û qederê û rizq û nesîbî çêbûye û belkî heta noke jî çêdibît. Jiyaneka rotînî û bê pilane, jiyaneka bi hîviya qederê ve hêlaye, û eve jî vedigerîte hindek egerêt xweristî û giyografî û giyologî û siyasî yêt milletê me têda jîyay û dijît. Ez nabêjim di binîra jiyana me ya pilankirî nîne, lê hemî wexta kawdanêt jiyanê desteserî li ser jiyana me kirîye û em êxistîne di xizmeta xweda, neku me ew bo xizmeta xwe tesxîr kirîne. Belkî em dişêyn bêjîn, ku jiyana me ya di xizmeta wan kawdana da, ku pilankirna jiyana me jî wekî tiştekê rotînî û fitrî çêbûye, ka çawa ew kawdan dixwazin, çawa tebî'eta jiyana me dixwazît, me jiyana xwe wesa birêve birîye (wesa pilan kirîye). Heke em vegeryêne jiyana kurdewarî ya ser dewrê bab û bapîra jî, dê bînîn ku jiyaneka sade bû, dwîr ji teknolociya noke em têda dijîn, lê li ser hindê jî jiyaneka pilankirî bû. Wan karubarêt jiyana xwe li ser demêt salê parvedikirin, li dwîf seqa û tebî'etê cihê xwe. Bihara, çandina xwe dikirin havîna berhemê xwe diheland, û di çûne zom û zuzana, pezê xwe dibire çerê û rêçalê xwe dirust dikir, pahîza dibû wextê daweta û jin veguhaztinê û zivistana demê bêhnvedana leş û hizra bû, ru'h û wicdanî jî li dev wan heqê xwe hebû, keyf û çîrok û çîvanok di şevêt sivistana dirêj da, digotin û ew bêhnvedana wan ya nefsî û leşî bû.
Wan dizanî ku jin înan, danana malekê ye, da ku nifşê wan zêde bibît, ji ber mesela mîratî û binyatî. Ji ber pêtivya wan bo destê harîkarîyê di zevyê û bîstanî û karwana da, wan hez dikir ku gelek zarok heban, nexasme nifşê nêr û heta noke jî ev tişte yê hey, vê pêtivya wan, ew êxistne di xizmeta xwe da, bêy ku hizra hindê biken, ka dê çawa ew biçwîk hêne bixudankirin, çawa dê têr xarin û libas bin, dibît heke behsê hindê hatiba kirin jî, ew guneheka mezin bû û bersiv ewbû weku axivtina mezina dibêjît: (dayê, her serek bi rizqê xweve têt). An jî:- (ew serê xudê da, rizqê wî jî digel virêdiket)[1]. Wan hizra hindê nedikir ka çend ziyan û zerer dê gehîte wê dayka hind biçwîk dibin û xudan diket heta ku mezin dibin, ka çend êşêt civakî dê peyda bin ji egera hindê. Ew hemî di qamûsa jiyana wan da nebû, ya fer ew bo gelek biçwîk hebin, da gelek kurr hebin. Gelek cara jinkê 9-10 biçwîk yêt bûyn, her carekê diviyaba wê hizra hindê kirba ku careka dî şansê xwe biceribînît, belkî cara paştir, biçwîkê wê kurr bît. Her çende vî tiştî:-
1. Ferq û cudahî êxste dinavbera jink û mêrka da (nêr û mêya da) anku nifşê nêr serdest kir.
2. Ew ji qalibê hindê derêxistibûn ku txwîba danin, anku hijmara zaroka te'hdîd biken. Û evê jî bê gumane:-,
3. Karekê mezin, berî hemya li ser leşxoşiya (saxlemî)ya jinkê hebû, paşî li ser seruberê nefsî yê hemî xelkê malê dikir, li ser taşandina biçwîka dikir, û li dwîmahiyê li ser saxlemiya civakê bi giştî dikir, ji ber ku wekî em dizanîn ew Delîve û Dirav û zewq û taqeta li ser rakirin û taşandina gelek zaroka tête belavkirin, verêja wê wekî wê nabît ewa li ser hejmareka kêm ji zaroka tête belavkirin û çu pênevêt, (avakirna mirovekê saxlem, avakirna civakeka saxleme).
Dîsa ya fer ewe bêjîn ku pilankirna jiyanê ne bitinê karê xwe li ser jiyana biçwîkî diket piştî ku ji day dibît, lê karê xwe li ser jiyana mirovî diket hêşta mirov di zikê dayka xwe da. Lewra jî min îşaret dayê berî ku biçime di qwînaxa êkê da ji jiyana biçwîkî.
[1] . Axivtinêt mezina kênceka mezin ya li ser jiyana mirova hey, merema min bi înana van nimona, ne ewe bêjim ku teisîreka selbî li ser jiyanê diken, belkî ewan axivtina kwîratiyeka mezin ya hey. Me'nayêt kwîr û dwîr yêt her axivtinekê da heyn. Bi dîtina min ew bernamicekê taşandinê yê mezin bûye di jiyana kurda da, danerêt wan axiftina gelek serbor raborandîne û gelek serhatî bi serê wan hatîne, heta ku ev axftine danayn û boyne qanûn di jiyana wan da û rêkek ji rêkêt programkirna wê jiyanê weku dibêjin: (Axiftinêt mezina nexşêt Berane). Heke delîve di jiyanê da hebît, dibît carekê bi kwîrî li ser baxvîn.




del.icio.us
Digg
Post your comment