Laperê Serekî | Gotar | Weha dibêjin…Nivîs: Yasîn Hisên

Weha dibêjin…Nivîs: Yasîn Hisên

Font size: Decrease font Enlarge font
image

(Dema rexne peyda nebe, hemû cûreyên wêjeyê li binguhê hev dikevin)

(Gava çeka rexneyê tête li ser babeteke me î wêjeyî, em jî çekên xweyî nepen derdixînin, û bera yek kêr be û yek penêr be).

Du pendên rexneyî ên nuh di derbarê wêjeya kurd de…. ji devê rexnevanekî kurd hatine guhestin…

 

 

- helbestvanekî mezin û têr û gelekî zengîn carekê bi devekî fireh got: helbestvanên kurd li Sûrya peyda nabin anku helbesta kurdî li Sûrya tune ye.

- nivîskarekî bi nav û deng carekê got: nivîskar di nava kurdên Sûrya de tune ne, tenê çendek hene ji xwe re helbestan dinivîsînin.

-çalakvanekî mezin di dema festîvaleke mezin de ku li darketibû weha got:me xwest helbestvanekî mezin ji kurdên Sûrya li festîvala me beşdar bibe, lê me helbesta mezin nedît, belê helbestvanên mezin li Sûrya pirbûn.

- nivîskarekî kurd - ji yên ku bi zimanê Erebî dinivîsînin- weha got: ê ku jîr be bela xwe berra nava çanda Erebî de, lê di baweriya min de ê ku bi zimanê kurdî dinivîsîne ji nivîsa xwe ne bawere.

 

 Û weha pêşinyar gelekin ji bona peydakirina helbestvanan û nivîskaran. Hinek dibêjin ku nivîskarên we divê li moxil kevin, da serrad û genim ji hev cihê bibin, û hinek dibêjin bandora helbesta Erebî li helbesta we bûye, anku helbesta kurdî cuda ye ji helbesta dunyayê û divê em ji wê re staylê wê çêbikin.

 

Dema min ev babet bi nivîskarekî kurd re gengeşe dikir, min xwest ez nerîna wî jî nas bikim, nerîna wî ev bû:

-Yabo, divê hûn ji xwe re tiştekî bikin.

Dema min pirsa wî tiştî jê kir, li min vegerand:

-          kuro, ji bona xwedê,,, ez naxwazim têkevim devê qeşmeran...

 

 

 

 

 

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6