Laperê Serekî | Gotar | Xelat Xwe Li Bejna Mîrê Tembûrê Dixwin…Nivîs: Mûsa Zaxuranî

Xelat Xwe Li Bejna Mîrê Tembûrê Dixwin…Nivîs: Mûsa Zaxuranî

Font size: Decrease font Enlarge font
image Seîd Yûsiv

 

Xelatkirina Hunermendê me yê mezin û hêja Seîd Yûsiv(Bavê Zoro), ji layê partiya Yekîtî  a Kurdî li Sûriya û bi destê birêz Îsmaîl Omer, serokê Partiyê nîşanek durist, pêşketin û xwe rastkirinê ye. Ev gav di serê ko dereng hat, cihê spasiya hemû hezkerên ziman, huner û muzîka Kurdî ye.

   Xelatkirina Bavê Zoro, guhdanek di cî de ye û xelat û diyarî ye ji ziman re.. Dîse dibêjim; ji ziman, huner, muzîka û hebûna me re ye.. Careke din spas ji Partiya Yekîtî re ko li vî dergehî xist, tevî ko rêkxistin û saziyên Kurdan dawiya her kesî hunermendê xwe xelat kirin. Seîd Yûsiv; ev hunermendê ko berî bihtir ji 40 salî ve, xort, keç û hezkerên peyva kurdî, stranên wî yên rengereng, di şahî û civatên xwe de li hev divegerandin û biguhdarbûna wan mezin bûn..

Ev hunermendê ko tiliyên xwe yên ji şimayê kirin balyoz ji huner, stran û muzîka Kurdî re. Û hişt ko hemû tilî binivîsin; Bavê Zoro Mîrê Tembûrê ye.

   Mamoste Seîd Yûsiv, ji berî 40 salî ve zimanê me bi evîn, tore, huner û hebûnê dirêse û dihune, hêjaye ko navê wî xelat û rêzgirtin bête hunandin.

Stranên wî, evîn, huner û awaz di civata me de himiz diçandin bigire ji strana ( Kê Dinya Hejand), ta bi ( Çavê te xweş çavin Xezalê), ( Wa Mencê wa Rîhanê Sosinê), ta bi ( Ew mi dikujî ew.. ew yara bedew.. soza didî min û min dike derew..) û bi sedên stranên curecur ji evînî, civakî, netewî..

   Diyar e ko şaristanî, huner, kultur, resenî û hozanî ji gotinên helbestên wî û awazên muzîka wî dibarin. Di ser vê çendê re, gelek çalakî, hevdîtin û zîrekî ye. Her wiha gelek kes bi saya serê tiliyên wî û hunemendiya wî bûne hunermendên bi nav û deng.

De bere pîro bin li Bavê Zoro ew xelatên wergirtine û riya wî bi xelatanbête xemilandin û careke din spas ji Partiya Yekîtî re.

 

Qamişlo, 4,7,2010 

 

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6