Laperê Serekî | Gotar | Berê binyatê avakirna Civaka ...Xeleka - 3-Nivîs :Dewlet Elî

Berê binyatê avakirna Civaka ...Xeleka - 3-Nivîs :Dewlet Elî

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

 

 

 

1. Qwîna'xa berî bûnê (hêşta di malbiçwîkî da)

Tiştê ku heta noke em dizanîn ewe, ku piştî biçwîk tête ser dinyayê û mezin dibît ji nwîka hay ji xwe û dewruberê xwe dibît û tişta dizanît, ewê jî em bi timametî nizanîn û gelek giringîyê nadeynê, bi tinê hindek cara, ji ber hindê daku biçwîk  ji xewê hişyar nebît, em denga li rexudûrêt wî kêm dikeyn, heke ya ku pwîtey bideyne hindê ku, ew bi hemî hestêt xwe ve yê hişyare û her çikçikek û rabûn û rwîniştinek û serederîyek teisîrê li wî diket, ewê em nizanîn û bi xemsarî ve werdigirîn. Belkî gelek cara jî tiranêt xwe bi wî kesî dikeyn yê ku dibêjît ku biçwîkê jinwîbûyî  jî hay ji hemî tişta heye, vêca pa dê çawa bît, heke bêjin ku, hêşta biçwîk di malbiçwîkî da, hay ji denga heye?!

Em nizanîn ku biçwîk hêşta di malbiçwîkî da her ji 'heftîyêt êkê piştî hêvênbûnê, xudanru'heke, hay ji hemî tişta heye û êk ji wan delîla (girova) ewe, ku gelek zanayêt mezin tecrube li ser vê çendê kirîne û têda diyar kirîye ku êkemîn hedamê leşê mirovî yê ku dirust dibît, (Guh)e[1]. dirustbûna Guhî, anku haylêbûna dewruberî û dinyayê û hevbendî ligel wî dewruberî. Heta bi hindê ve wî wesa hay ji dewruberî heye, ku hêşta di malbiçwîkî da, ezmanê dayika xwe ji ezmanêt biyanî cuda diket.

Hindek lêkolînêt zanyarî dibêjin, heta dema ku dayik û bab tegbîra danana navê biçwîkî diken û hêşta ew di zikê dayka xwe da, heke ew nav bidilê zarokî nebît, gelek cara livînêt bi hêz di zikê dayika xweda diket wek bersiva vê nerazîbûnê (dibît ev tişte nehête bawerkirin, belê pa li dwîf hindek lêkolînêt zanistî hatîye gotin).

Biçwîk di zikê dayika xweda bi dayika xwe di 'hesyêt. Seruberê dayikê yê tenduristî (Saxlemî) û derunî kênceka mezin li ser biçwîkî û saxlemiya wî û  kesatiya wî û jiyana wî ya paşerojê, diken. Biçwîk wesa yê girêdaye bi dayika xweve, ku hêşta di zikê dayka xweda, bi hemî hestêt wê, di delîvêt xweşiyê û nexweşiyê dihesiyêt û eve jî dibîte bingehê despêkirna avakirna kesatiya wî ya paşerojê. Lewra jî eve ji hemî qwîna'xêt jiyana biçwîkî giringtire û daku biçwîkekê saxlem ji hemî lave avakeyn, divêt pwîtekê baş bi jinkê bihête dan di hemî jiyana wê da bi rengekê giştî û bi jiyana wê di demê ku ya bitişt (demê 'hemlê), bi rengekê taybet. Dîsa tiştekê dî jî yê gelek giring yê hey, belkî gelek ji me bi çi ve negirîn û pwîtey nedeynê, ew jî danan biçwîkî ser sîngê daykê ye, êkser piştî bûnê, ev karê hosa biçwîk, ewe sirrê avakirna kesatiya biçwîkî, ewe yê ku êkemîn hesta êmnahiyê didete biçwîkî û heke hat û biçwîk jê bêbar bû, dê di hemî jiyana xweda li wê hestê gerhît û dê wesa bît her weku tiştek ji wî kêm û bi çi tarza nahête bedelvekirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 



[1] . Her jêderêt Gotara (ezmanê dayikê bi xwe yê standart kirîye) malperra Avestakurd. Dewlet Elî. 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6