Xebat-karekî kurd hate xewna min…Nivîs: Zinar Mistefa
Ew xebat –kar, "Hesen Salih" bû. Yan jî ez bibêjim : Min"Hesenê Tenûrî" di xwe de dît. Ew xewneke bi lez û bez bû - ji nîşkê ve çêbû û di cih de jî xilas bû- . Min derî vekir ku ez ji odê derkevim; dîtina min dîtî ku "Hesen" li pêşiya min e. Li hawîr dorî wî elaletek xelk hebû. Silav me da hev û me pirsa hev û du kir. Û wilo me xatir ji hev xwest. Ez meşîm , Hesen jî derbas bû hindirû. Eha ew bû hemû xewna min. Bêguman hûn hemû dizanin ku "Hesenê Tenûrî" û çend hevalên xwe û gelek tekoşerên kurd îro di hepis û zindanên rêjîma "Be'is" ya nijad-perest de, bi sema xeke xurt, berxwedanê di ber mafên gelê kurd de dikin.
Mamoste Hesen berê jî hatibû girtin û weke mamosteyê dibistanê , ew û çend mamosteyên kurd di sala 1966 an de, ji parêzgiha Hisiça hatibûn dûrxistin, û ew tevde sergûnî "parêzgiha "Siwêda" – çiyayê Dirûzan"kiribûn. Weke ku Hesen ji min re gotibû: Wê çaxê, ango di sala 1966 an de , mamosteyê mezin û damezrenêrê partiya demoqrata kurdî li Sûriyê. Dr. N.Zaza li "Siwêdayê"sergûnkirî bû . Li otêlê, Zaro (mamoste), Dr. Nûredîn dibînin. Ew ji wan re dipeyive û behsa pirsa kurdî dike. Û her wesa, ew gelekî li ser giringîya zanîna zimanê kurdî diraweste û ji wan mamosteyan dixwaze ku xweşik fêrbibne zimanê xwe- bi nivîsandin û xwendin.
Hebûn û zanîn û fêrbûna zimanê kurdî pir giringe û serê defterêye ji bo parastina netewa kurd. Di wî warî de, Dr.N. Zaza gotibû:
Gelî kurdan !
Eger hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin, berî her tiştî; zimanê xwe bixwînin û bidin xwendinê.
Lê eger dizwazin xwe nasbikin û bidin naskirin û hizkirin, bi hevaltî û dostaniya miletên dî re pêş ve herin , û birûmet û serbilindî bijîn , dîse zimanê xwe bixwînin û bidin xwendinê.
Belê , banga rehmetiyê Dr. Nûredîn pir hêjaye ji bo parastina zimanê kurdî. Ji kinarê xwe ve, em banga xwe hildidin ji boyî azadiya mamoste Hesen û hevalên wî û hemû girtiyên siyasî û kesên bê guneh, çi kurd û çi ji miletên dîtir ku li hepis û zindanên Sûriyê girtîne.




del.icio.us
Digg
Post your comment