Laperê Serekî | Gotar | KULÎLKÊN ME BIPARÊZIN …NIVÎS : ZAGROZ OSMAN

KULÎLKÊN ME BIPARÊZIN …NIVÎS : ZAGROZ OSMAN

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 

 

Taybet : Semakurd

Ji armancên şerê taybet ê ku ji aliyê hinek hêzên navdewletî û piraniya hêzên rojhilata navîn de,dijî netewa kurdî bikartê,ne tenê nehêlana pirsgirêka kurdistanî û tûnekirina netewa kurdî ,ji rexê siyasî ve ,belê herweha peydakirina nexweşiyên civakî di komelgeha kurdî de, ji rexên civakî û abûrî û rewşnebêrî ve , jibo ji  hindurû de netewa kurdî hilweşînin .

 di van salên dawî de wek ku mirov dibîne ,siyaseta şerê taybet , destekên nuh bikartîne , bo di civaka kurdî de diyardeyên ne durust peyda bikin , û hêzên neyar armancên xwe bicîbînin,lê mixabin gelek ji rêxistinên kurdî agehdarî evê metirsiya mezin nebûne ,û ê ku agehdarî wê bûne tu kar nekirina bo li himber wê rawistin ,tê wate piraniya partiyên tevgera azadî xwaz a kurdî li himber siyaseta şerê taybet pûç mane û nikarin xebateke bikêrhatî dijî wê bikin ,loma bi hesanî xwedanê evê siyasetê bi serdikevin û armancên xwe bicîtînin ,yek ji evan armancan paşxistina civaka kurdî ,di navbira evan  diyardeyên civakî ê ne durust,da ku fakterên herifandina gelê kurdî pirbikin ,vêca ku civaka kurdî hilweşe bêguman wê nasnameya xweyî netewî jî winda bike ,ji xwe daxwaza aliyên dîtir ,tenha tunebûna netewa kurdî ye . 

diyardeyeke berê di nava civata kurdî de hebû , wek kêmasiyeke civakî , kevnar û ne durust , di 25 salên dawî de kêm bibû , û dikir ku ji holê rabe , dîsa neyaran ew vegerandin,û ji nû ve dinava komelgeha kurdî de çandin,û bi şêweyekî bê hawe ji nû ve li hinek perçeyên welat bela dibe , mîna çaxên berê,dema ku bi sedema kêmbûna zanîn û nebûna xwendin û agehiyê ,bapîrên me ev diyarde bikartanîn, ji wan werê her tişt di jiyanê de wisa xwe bi xwe dibe ,loma li gorî tengbûna hişên xwe û nezanîna xwe , ewan  pêkanîna evê  diyardeyê di nerînên xwe de  tiştekî xurustî  didîtin, ger ku ewan diyarda hanê bikaranîn mirov nikare lêpirsîne li wan bike,jiber ku ewan bîra gelek tiştan nedibirin ,lê mirov nikare di vê biwarê de bide şopa wan ,çimkî şert û mercên serdema wan ne wekî şert û mercên serdema meyî nuhokin , û sedemên ku di çaxa wan de diyarde peydakiribûn ne wekî sedemên vegera evê diyardê di çaxê mede ne ,di demên berê de ,zanîn û xwendin di nava kurdan de kêm bû , bîr û hişê wan venebibûn ,lê di sedsala 21 an  de ,xwendin û zanîn û vebûna hiş û bîr di civaka kurdî de belabûne , vêca dibe ku mirov lêborînê li bav û kalan bike bo şaşitiyên wanî civakî çimikî ew nezan bûn ,lê nabe ku em nikaribin ji van şaşitiyan rizgar bibin û ewan durust nekin , nabe ku em ji rexna û lêpirsînê birevin ,çimikî em wek kurê serdema nujenin piraniya me xwende ne û zane ne û hiş firehin ,û gelek ji me asta wanî zanistî bilinde ,ev jî dihêle ku em dikaribin bi hesanî tiştên durust ji ê ne durust derînin ,tê wate ku em qencî û xerabiyê ji hevdû nasdikin,bo wilo tu behane bo me nîne ku em bi erkê xwe ranabin û nexewşiyên civakî çaresernekin,nemez ew nexweşiyên ku neyar di civaka kurdî de bi hişmendî bela dikin,lê ji encamên pûçbûna tevgera kurdî ,siyaseta şerê taybet biserket û hinek ji nexweşiyên civakî di komelgaha kurdî de peydakir .

 raste ku mirov bibêje ev diyarde kevne û berê heye û me ji nifşên berî xwe stendiye , lê giringe ku em mîna zane û pisporan li  sedemên vegera ewê bigerin ,û agehdarbin ku sedemên nû henê,ne wek sedemên berê ne ê ku dihiştin ew diyarde di nava civata kurdî de bela bibe,giringe ku em zanibin bê ev sedemên nû bi çi ve girêdayîne,çimkî komelghên xomalî  li deverin ji devrê welat ,di 10 salên dawî de ,di gelek bûyeran re derbasbûne ,evan bûyeran bandora xwe li civaka kurdî kirin,çi bi qencî çi bi xerabî ,bê gûman xerabî bêtirbûn ,ji hêla siyasî ve,  guherîn û fakterên dijwar bi ser kurdan de hatin , û bandora xwe ji bilî a netewî  li hemû rexên jiyanê dikin , nemez ya abûrî û darayî û civakî , vêca ku mirov bixwaze sedema diyardeya hanê diyar bike ,pêwîste mirov di van bûyaran de lê bigere .

min serê we gêjkir û ez li dora diyardeyê diçim û têm ,bê ku navekî li wê bikim ,ew nexweşiyeke civakîye bi navê şûkirina keçan ji mêj ve ,an şûkirina keçên zarok û biçûk , ya ku di van rojan de ,ji nişkave li çend bajarên kurdan  – em wan bi nav nakin jibo em ji lêpirsînê biflitin - wek diyardeyekê derdibe , li gorî ku me bi çavên xwe dît , û li gorî me bihîst ,xelkên me qîzên xwe ê biçûk temenê wan 12-15 salin ji dibistanê vedikşînin , û wan himber qelenekî mezin , didin bi mêr , wax û sed carî wax , mirovê kurd gihişt asta ku kezeba xwe bifroşe û namûsa xwe birîn bike li himberî pera , wax kurdo piştî windakirina welatê xwe tê mirovayetiya xwe jî winda bike tenê bo peran .

ma gelo hêjaye bo çend astengiyên abûrî mirov hineran bi serê keçên xweyî zarok de bîne ,ma gelo bi mirovê kurd dikeve ku wilo bi hesanî darê xwe bavêje , û li  ber bayê neyaran here , û bi destê xwe armancên wan pêkbîne,bo herifandina civata kurdî ji hindûrû de, belê pirsgirêka şûkirina keçên biçûk ji mêjde ,gelek nexweşiyên civakî di komelgeha kurdî de wê peyda bike, û wê gelek ziyanî ji vegera wê derên,çimkî şûkirina keçên biçûk û encamên xerab ê ku jê derkvin lêdanê li malbta kurdî dixe an ku li bingeha evê civakê dixe , û fakterên gendele û kêmasyan têde pirdikin , dema ku nifşên sax ji keçan ji dervî dibistanê bimînin , û ji xewndin û zanînê bêpar bibin wê civak bi tevayî li paşbikeve , û civaka ku stemkarîyê li jina beke ew tu caran di aliyên dîtir de biser nakeve ,û nikare mafê xwe bidestxîne , lora me got kulîlkên welat ne qurmiçînin , jin dibistana yekem û sereteye bo perwerdekirina mirovan ,û çi civaka ku  jinê têr zanîn û xwendin neke bêguman ew civak wê ji dervî sedsala 21 an bimîne ,inca ku jina kurd dibin darê zorê debe wê çawa karibe bi şêweyekî durust bi rola xweyî du  qate rabe a netewî û a civakî , bo perwerdekirina  zarokên xwe, ku em rê li ber jina kurdî bigrin ,û nehêlin ew bi rola xwe raba, wê civaka  kurdî bête xwarê ,çimkî jina kurd hertimî çavkaniyek seretebû bo piştgiriya doza netewî ,ewê hizkirina welat û hizrê netewî di bîr û baweriyên zarokên kurdan de di çand ,da ku doza xwe jibîr nekin û xebatê di ber de bikin , vêca ku ev cavkaniya stratîjêk bête birîn bêguman em tu çavkainiyên dîtir li dewsa wê nabînin .   

loma mirov di şûkirina keçên zarok de,  diyardeyeke herî xerabe dibîne , û metirsiyeke mezine têde heye bo jîn û jiyan û çarenus û pêşveroja evan keçên zarok , yên ku barekî giran davên ser milên wan ,barê şûkirinê  ,berya bighên ku çavên xwe vekin û bi zaroketiya xwe şabibin û bîra cîhanê bibin,û xwendina xwe berdewam û bi dumahî bikin , tenê çarenusa wan bi şûkirineke ne tebût ne durust ne tendurstî ve tê girêdan ,û zaroketiya wan di qurmiçe ,û temenê wan dispêrin mêrin wan ê ku piraniya wan zilamên qertin bi 15-20 salan ji jinên xwe mestirin,bo wilo hiş û bîr û ramanên herdû aliyan(jina mendal  û mêrê mezin ) li hevnakin û ne dighêjin hev,zilamê wisa ku di xwere dibîne ku keçikek di temenê keça xwe de ji xwere bike jin ,ne tu zilame , û ne tu mirove , tenê daxwza wî ji vê keçika perîşan ewe ku kêfxweşiya xweyî sêksî pê bike ,bê ku guhbide hizr û hestê ewê qurbaniya ku di nav lepê wî de ji êşa dil û can dinale , eger ku nerîna wan li van keçikan tenê wek kêfxwşiyekê bi pereyên xwe kirîne , gelo ev jinên zarok di nav pencên zilamên hov de wê çi jiyan ji wan re hebe ,wê pêşroja wan çilo be , a bêtir mirov xembar dike ,ewe ku hinek malbat keçên xweyî biçûk didin (difroşin ) zilamên biyanî ê ji dervî devera ku lê dijîn an ji dervî welat,hinekan ji wan di yonanistanê re derdixin an turkiya an erebistana siûdî ,û li wan welatan zilamên ku keçik kirîne bi navê jinan, zorê li wan dikin bo namûsa xwe bifroşin , li gorî me bihîst hinek ji van jinan reviyan û vegeriyan malên bavên xwe , û wan bi xwe serpêhaytiên ku bi serên wan de hatine ji mere  bilêvkirine .

gelo bo çi em mîna texên siyasî û rewşenbêrî û civakî li himber evan diyardeyên awîze û çewt, neçar û bêdengin .

 

Zagros Osman 

 

Subscribe to comments feed Comments (0 posted):

Post your comment comment

Please enter the code you see in the image:

  • email Email to a friend
  • print Print version
  • Plain text Têkist
Rate this article
0
Powered by Vivvo CMS v4.1.6