Sibehên baranê…Nivîs: Ehmedê Huseynî
1
Vê sibehê baran dibare! Îstegehên gunehbariyê yên laşê min dişo.
xwîna zuha ya li ser nexşeya welatê min dişo. Reşegirêdana sermedî ya çiyayên dilê min dişo.
Destên ji kevir ên serbir û celadên xewna min dişo.
Rûyên reş ên sextekarên evîna min dişo.
Tîpên zimanê min ji şopa singoyan dişo
û hinarkên Kurdistana min jî ji toza simên hespên serdeman dişo.
Baran dibare û pencereyên şîn ên giyanê min bi hêminî vedike!
2
Vê sibehê ji xelwetxaneya çavên te derdiketim û li hêviya sîberên gunehbariyên xwe dimam.
Li zimanekî ku hêjayî mirina pêxemberan be, digeriyam.
Ji baranê, ji dilbijînê, ji keskesora kenê te û ji zenga kêrên evîna te ditirsiyam..
Vê sibehê
beriya ku jiyan li temenê xwe poşman bibe,
beriya ku dilê te bahaneyekê ji mirina min re peyda bike,
li rêberekî digerim da ku, dîsan, min derbasî xelwetxaneya çavên te bike!
3
Vê sibehê, kavil bi kavil, li tembînameyên pinpinîkên te yên şewitî, ji ewran, ji pêxwasan, ji mija bendergehan û ji dûmana ferhenga te dipirsim, di bawişkên pasvanên sînorên dilê xwe de winda dibim û careke din pêrgî dara tûyê ya di cave dayika xwe de dibim.
Li ser keviya bêrîkirinê wek hîroyê şîn dibim, bi ser bêdengiya te de diherikim û pencereya êşan ya dilê vê sibehê bi ser zeviyên xewnê de vedikim.
4
Vê sibehê min ji te re serbora mirina xwe digot: Ez Siyamendê çelbiskên te me, çavên min ên reş, di navbera keserên Amûdê û kavilên Darê de, li ser şiva hesinî ya tirênê ji min winda bûn. Çûkên tirsê hîlînên xwe di dilê min de dikolan, bilûra min di kelekela nîveroja awazên te de zuha dibû, bi hezaran stêrk di hawara dayika min de diteqiyan, kujeran destên xwe bi xwîna min dişûştin, di sînga min de neviyên dîrokê sêwî diman, serçavk ji bagerê hildiweşiyan.Ez Siyamendê te me, heyveke çardeşevî di zikê şevistana te de diçînim!
Çemekî aziryayî ji memikên te diherikînim, sibeheke sava li ser eniya te nîgar dikim
Rûpel bi rûpel çîroka te ji zarokên xwe re dibêjim
Sînoran li derûdora gewriya te berhev dikim
û dilê xwe bi mirina te dişewitînim
Mêrxasan ji sîbera te vedidizim
Bi tîna rondikên te dirizim
Û bi çavên te darbesta xwe dibînm!
London
12. 08. 2010




del.icio.us
Digg
sipasiye ji helbestvan re dishinim
Post your comment