ADEROKA Bİ JAHR Û CEJİN...Nivîs : Reyhan SARHAN
Bihar di çemên dilê mede buyê yê termekî birîndar!...
Bihar di çemên dilê mede buyê yê termekî birîndar!...Îdî em tam û behna gul û gulîlkên bihare hîsnakin..Tene nave we mayê li ser zimanê me wek gotineke ku xwe dubare dike...Peyîva bihare ji xwe wisa dubarê dike...Mina jehra ku her adare di be bela sere me û gelê me...Biharên welatên me jî mîna me kirese xemgîniyê li bedena bax û bostanên xwe peçandinê!...Xwîn û jehr tevlî hevdibin!...Bi hatina biharêk ku mizgîniya nexerê didê me.
Heviyên me tên sitrandin di adaroka ku em we bi cejin, şînî û jehre we di nasin!...
***
Nizanim çima em û xemgîni ji hev hesdikn?! Çiqas em li hevten...Kes nînê ku bersiva ve pirse bide....yada naxwaze bi bersîvînê...Li her dere xemgînî heyê. Bi her hatina biharê re xemgînî mina sewanekî li ser sere me û welate me xwe vedikê...Mina tavakêke reş! Mîna tava
biharê...Li ser sere me û gelê me kom dibê...Bi qerînên tavekê zexêl û buriskên dijawar, e li ezmanê ku buye şahide gelêk buyêre ku hejmara wan nayê zanîn....Adarek ku bi carekî re deh hazar evîndar bi behna sevan hatin şehrkirin!!!
***
Ma em çawa ji bîrkin?...Belê niha dîsa bi hatina biharê re û Adare em bi jehrê re ru bi runê!...
Adarek tijî şehr û xemgînî e xopan! Ku wek demuşê bi jiyana me ve zeliqiyê!. Mîna wan adarên din!... Ku em tevî dehazar dilî hatin jehrdan!Adar bi qasî şehre xwe bi cejne xwe jî te nasîn...Ji xwe armanca van şehr firoşan ew ê ku adar û biharên mê bi van peyman û çalekiyên xwe be wate bikin....Le belê jeher firoşan ji bîr kirinê ku ev jehr a wan we bi agirê adare were şewitandin!...Ji bîrkirinê ku bi milyona siterk li dora rojê kom bûnê...Ji bo vexistina ar li ser linganê!...RE HEVALEN ROJÊ...
***
Biharê me mîna çemêkî xwîne di herikin.Pere jî evînên me yên bi xwîn di herikin...Îdî em nema ji bihara bawer dikin!Pir cara me ji hev bawêrkir. Me baweriya xwe bi hatina we anî.
Me pir pêsn biharê da...Me ji bo we pir gotinê nava wan tijî, bi pênûsên ku hibra wan xwîn û jehr bû! Me li ser lenuskên rêş û sipî nivîsand bi hevokên zîv û zer!...
***
Di şêvên reşdê di bin roniya hivêde li zozanan, di bin konekî koçeran dê...Le meydanên ku çavek dikenê û e din jî di girî!. Me tevî piçuk û mezina hembeza xwe ji adar û biharên tijî jehr û cejin re vekir!..Carek din emê çira Newrozan vexin û perê jî jehra ku li dora girava dilê me bi milyona gelEm bi piringên agir li dora roja xwe kom bibin...
Jehr firoşan bi arê NEWROZE RE BİŞEWİTÎNİN...Di Aderoka bi jehr û cêjin dê!...




del.icio.us
Digg
Post your comment