Share |

Çîroka û meseleya Newrozê

Tê gotin ku di çaxê pêsdadiyan de hukumdarek zalim bi navê Dehaq hebû, li ser herdu milên

wî du heb girêkê weke serê maran çebûbûn. Ti derman ji bo wan ne didît. Rojekê mirovek di rengê dixtoran de vê sîrete lê dike: “Jan û êsa van maran, ku her roj mejiyê du xortean bixun wê bisekine”.  Bi gora cê sÎretê celadên wî her roj mejiyê du xortan tînin. Lê belê celadek bi navÊ Armaîl hinek bi rehm û dilsewat bû û bi ber xortan diket. Her roj xortek berdida, di dewsa wî de mejiyê pezekî tevlî yê din dikr û didayê.

Ew xortên ki xilas dibûn direviyan serê ciyan. Celad rojekê dicin deriyê Kawayê Hesinker ji bo ku kurê wî yê din jî bibin. Kawa li hember wan serê xwe radike, kirasê xwe dike al û beyreq derdikeve serê ciyê, li dora xwe kom dike Û êrîsê dibe ser Dehaq, bi cakûcê xwe serê wî diperciqîne. Bi vî rengî dawî li dîktatoriya Dehaq tê.

Kawayê Hesinker ji bo nîsana azadî û serkeftinê, agir li serê ciya pê dixe… Navê wê rojê dibe Newroz Û roja azadî û xilasiyê. Roja Newrozê ji wê demê heya îro ji gelên arî re nemaze ji gelê Kurdê nevîyê Kawa re bûye cejnek neteweyî.

Ev roj her sal bi gelek cureyên sahî û gesiyê, dîlan û xuros û pêxistina agir li ciya û baniyan tê pîrozkirin. Hinek nezan û dijminê gelê Kurd dibêjin ew agir agirê baweriyeke olî û dîni ye. Ev fikreke sas e lewra pêxistina agir ne ji bo agirperestîyê ye, Belku ew agir nîsana azadÎ û serfiraziyê ye.

 

NEWROZ

Newroz di ferhengê de bi wata roja nû, navê roja yekemîn ji meha adarê ye. Roja Newrozê rastî 21´e meha Adar´a zayînê tê. Di Newrozê de Sev û roj dibin yek, serma zivistanê xilas dibe, di tebîetê dezindayî, di hewayê de hênikayî, di xweliye de nermayî dest pê dike.

Li rûyê erdê hêsînayî, gul û sosin, giya û kulîlik sin dibin û sere xwe radikin, rews û weziyeteke nû peyda dikin. Bi rastî ev hemu ji nisanê destpêka biharê ne.

Her wiha roja 21 adarê destpêka ketina rojê di burca berehêdan ye ku ew burc jî, burca yekemÎnî salê ye, ji wan duwanzdeh burcên ku Qur´an behsa wan dike. ev tev delîl û burhanin ji bo watedarî û meznahiya sersala salnama Kurdî Û mutebiqbûna wê ji tebÎet, zanïn, astronomî û cerxa rojê ya salane re. Di vê meha Kurdî de roj bi qase deqiqek û 15 saniya ji seve digre, heya dawiye mehe roj 48 deqiqa dirêj dibe. Di meha Newrozê de candin û dardanîn gelek bi kêr in.