Share |

nûçe

Li Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Mezin ên Stenbolê, şanoyek bi Kurdî “Bêrû” ya Teatra Jiyana Nû (TJN) di 13ê Cotmehê de, wê li ser dika Gazîospanpaşayê were lidarxistin.

  Li Amedê 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin. Mêvanên bernameya yekemîn nivîskar Abdulla Peşêw û nivîskar-psîkolog Gunduz Vassaf bûn.

Rojnamevanê bin nav û deng Kamîran Mer’î  ji egerê nexweșiya Korona yê li nexweșxaneyke bajarê Hewlêrê li êvara roja çarșembê 30-10-2020 canê xwe ji desta .

    11’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ya sala 2020an li dar dikeve lê wekî gelek çalakiyên din ji ber egera nexweșiya (covid 19) wê di rêya înternêtê re ( online ) li dar dikeve. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ji sala 2001’ê ve tê li dar xistin.

Pêşangeha Pirtûkan a Herekol, ku îsal 2020 ya çaran tê darxistin, li Hola Zana ya Qamişlo destpê kir. Pêşangeh bi tevlêbûna bi dehan sazî, dezgeh, rewşenbîr û hejmareke bilind ya beşdaran hat vekirin. Komîteya amadekar ragihand ku li kêleka pêşangehê wê jiamreke çalakîyên çandî û rewşenbîrî dê werin lidarxistin.

Ji 10.07.2020 heta 17.10.2020, li Navenda HRRKê, li Qamişlo 1 Roja yekem. înê: 10.07.2020 11.00 Destpêkirin, Gotina serokê HRRKê. Gotina Desteya Çandê. Gotina komîta çalakiyên(HRRK). Gotinên Sazî û yekîtiyên çandî:   Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya.  

  Dengbêjê navdar ê Kurd Seyîdxanê Boyaxçî, roja 5 temûzê 2020 li mala xwe ya li bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê wefat kir. Seydo Şîmşek ku wî 87 sal bû û di nav xelkê de weke Xalê Seyîdxanê Boyaxçî dihat naskirin. Cenazeyê Seyîdxanê Boyaxçî li goristana Yenîkoy a li taxa Rezan bi xakê hat spartin.

  Kovara Dilop ku di warê çand, huner û polîtîkayê de du mehan carekê weşanê dike bi hejmara xwe ya 15an gihîşt ber destê xwîneran. Ji ber nexweşiya COVID-19ê hejmara 14an a kovarê weke PDF hatibû weşandin lê vê carê bi awayê çapkirî derket. Di hejmara tîrmeh-tebaxê de dîsa nivîsên cur bi cur hene. Dosyeya Hejmarê

    1’ê Tîrmehê, rojbûna nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter e.   Li gor nasnameya fermî Musa Anter di sala 1920’an de li gundê Zivingê ya Mêrdînê ji dayik bûye.   Zarokên wî jibo 100 salîya wî çend bernameyên pîrozbahîyê amade dikin.  

 Hunermend Mehmet Atli albûma xwe ya bi navê “Morî Mircan” pêşkêşî hezkiriye xwe kir. Atli dibêje ku wî di albûmê de cih daye motîfên folklorîk û kevneşopiyê.

Hejmara Şeşemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket.  

Hunermendê Kurd Seîd Gabarî di temenê xwe yî 64 dalî de bi egera nexweşiya pemceşerê di sibeha roja 4 gulana 2020an de li nexweşxaneya Serdem ya bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Weqfa Mezopotamyayê di çarçoveya xebatên ziman û çandi de koverek nû li koverên kurdî zêde kir û hêjmara yekemîn a kovara Folklor û Ziman çap kir.  

    Ebdusemed Daûd: Rojbûna wî li gundê Girkê Deqûrya; başûrî bajarê Amûdê 25.11.1948. Sala 1973an ji zanîngeha Helebê fakulta Endazyariya çandiniyê der çû. Û ji sala 1991ê û virde wek berpirsiyarekî di sandîkeya endazyaran de hat helbijartin.

Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Wezareta Rewşenbirî û Lawan a Herêma Kurdistanê nivîskar Firat Cewerî hêjayî xelata “Qelema Zêrîn” dîtiye. Xelat di 3yê Adarê de li Hewlêrê bi merasîmekê hatiye dayîn. Cewerî ji ber ku 40 sal in nivîskariyê dike û heta niha 40 pirtûk nivisandiye, 40 hejmar kovara Nûdem weşandiye hatiye xelatkirin.

  Hunermendê Kurd Seîd Yûsif (74) ku ji ber nexweşiyê di nexweşxaneyeke Tirkiyê de bû, roja çarşembê 26-2-2020 jiyana xwe ji dest da. Hunermend Se’îd Yûsif yek ji hunermendên bi nav û deng e di nava hunera Kurdî de û her weha jî li Sûriye û Libnan ê, ew tê nasîn bi navê mîrê Bizqa Kurdî.

  Wêjegeh Amed li ser folklora kurdî û çanda dengbêjiyê panelek li dar xist. Li ser berhevkirina folklor û dengbêjiyê axaftin hatin kirin. Dengbêjan jî kilam gotin.

Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî ku 19ê Kanûna 2019an li Hola Rewşenbîrî ya Hewlêrê, bi beşdariya helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê hat lidarxistin, 3 rojan dom kir.

  Duyem festîvala Kurdistanê ya mûzîk û stranan li Hewlêrê destpê dike û dê 3 rojan berdewam be.  

Şewata Sînemaya Amûdê an jî Agirê Sînemaya Amûdê di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e ku di 13ê Mijdara 1960an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çêbibû. Di şeva 13ê mehê de agir  Sînemaya Amûdê girtibû di encamê de 283 zarok di nav pêtên agir de can dabûn.  

Li roja pêncşemê 3-4-2019an li bajarê Silêmaniyê profesorê navdar ê gelê kurd û Kurdistanê Dr. Ezedîn Mistefa Resûl koça dawî kir.

      7'emîn pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin dest pê kir.  Weşanênxaneyên kurdan jî têde li dor 130 weşanxane û saziyên sivîl beşdar dibin. Fûar heta 6'ê mehê her roj saet di navbera 10.00 - 19.30'yan de vekiriye, roja dawî saet 19'an de tê girtin.

  Di rê û resmeke taybet de 7emîn Filme festîvala Nêvdewletî ya Duhokê dawî bi karên xwe anî û xelat li ser serkeftîyên Filme festîvalê hatine parvekirin. Filme festîvala Duhokê bi dehan ekter, hunermend, sînemakarên kurd û bîyanî pişikdar têda kirbû û li 9ê eylûnê dest bi karên xwe kirbû û bo dema 8 rojan ya berdewambû.