
Kovara metîn, di zincîreya dîdarên di gel nvîser û hunermendên dahêner de, çûye cîhana çîrokinvîsê hêja îsma'îl hacanî. hacanî xodan serboreka rind ya nvîsînê ye, ku nvîsînên wî ji kangeha dorhêlekê têkel li gel efrandina edebî ya serincrakêş serhldidin û rojê dibînin, me çend pirsiyar arasteyî hacanî kirine û wî jî bi spasî bersvên pirsiyarên me dan.
- li berahiyê, ew çîye tu teşwîq kirî, ta ku ber bi nvîsîna kurteçîrokê ve biçî?
– hêj ez zarok bûm, min ḧez ji çîrokan dikir, çinku ew devera ez lê jiyam çîrok têda pêtvîyeka ferz bû. li jiyana gundan elktirîk û tîvî lê nebûn, tinê koçk û diywan hebûn, kesanên yixtiyar û geryayî û xudan serbor hebûn, kulîlkên civatan bûn, şevbêrk digêran, ez ji suḧbet û çîrok û serpêhatiyên wan têr ne dibûm, taybet mam ḧaciyê teyî, ew bi xêzanve ji devera cizîra rojava hatibû gundê me, carina mam ḧacî sê şevan yek çîrok digot û em di mane li civana wî, çavê me li rojê bû, ka dê kengî here ava. şêwazê vegêrana mam ḧacî wek filmên sînemeyê bû, car dengê xwe bilind dikir, car nizim, car em dikenandin û car digriyandin, hindek caran destê xwe dida bin guhê xwe û bi sitiran digot. herweha mamekî me bi navê Eḧmê temo ji bêtşebabê revî bû, mala xwe îna bû gundê me, mam Eḧmê helbestvanekî henekçî bû, wek eḧmedê nalbend bû, kesê ji gundîyan şaşiyek di karê xwe da kiriba, mam eḧmê da çarînekê pêve hûne. ya seyir nexwendevan bû, tinê kartêkirina rewaca helbestên kilasîkan; cizîrî xanî û feqiyê teyran û mela ḧsênê bateyî li ser xuya bû, ew jî wek êzgehekê bi serê xwe bû, civata wî hemû serhatî û çîrok û çîvanok bû. herwesa meta xilwet, ku ew qaremana çîroka min şemamê bûkê bû, xelka devera şerinexê bû, wê jî civat bi rewş dêxistin, van kesan gelek kartêkirin li min kiriye, ku ḧez ji çîrokê bikim. demê em li qonaẍa seretayi me pertûkên çîrokan nedîtibûn, tinê bîra min tê hindek helbestên kilasîkan bidest me diketin, min jî hewl dida wek çavlêkirin hind hewlên nvêsînê bikim, taybet li qonaẍa navendiyê, car car pexşan û serhatiyên filklorî min bo êzgê kurdî li beẍda rêdkirin, lê min qet hizir li nvêsîna çîrokê nedikir. çiniku min çi ji huner û tekinîkên vegêranê nedzanî, heta pişitî salên heşitiyan, kit û matên çîrokên kurmancî di kovara karwan û beyan û rojinama hawkarî da min dîtin, lê xala ku min teşwîq kir yekem çîrokê binvîsim ji nişkê ve bû, hevalê min yê zaroketiyê, şehîd Yasîn ibrahîm şevekê hate xewna min û gazind dikirin, ku min serî lê nedaye. roja paşitir çûme seredana wî li gorstanê, min tişitek nivîsî bi navê seredaneke dereng, hindî min dinvîsa helbest, ew her ber bi çîrokêve diçû. pişitî wê min xwand hevalan destxweşî li min kir û handana min kirin, pişitî wê çîrokek bi navê sitok nivîsî xelatê yekê di pêşbirkekê de bir, êdî wêrektir bûm, min êdî pişita xwe da helbestê û berê xwe da çîrokê.
- pêvajoya te ya edebî çewa destpêkir?
– ez her dibêjim; ez ji kesên bi şanis bûm. Dema ez çûme xwandinê sala 1971ê programê xwandinê bi zimanê kurdî bû, gava mezin bûm jî, me her bi kurdî hizirdikir û ji bilî kurdî çi zimanên dîtir nedzanîm, li qonaẍa seretayî min gelek ḧez ji radiyoa kurdî – beẍda dikir, ez hevalê sê berinama bûm; min name dişandin, carina pexşan û hndek çarînên lawaz û serhatî dişandin. pişitî ku hatime ku ez çûm dibistana navindiyê, mamosteyê me yê inglîziyê em birine pertûkxanê û handana li mekir pertûka bixwînin, li bîra min tê yekem pertûka min ji pertûkxanê bir, (diywana kurmancî) ya Abid alrqîb yusf bû, paşî fêrî pertûkxanê bûm û hind heval di gel me bûn, wek kak Beyar bavî, İsmet mḧemed bedel, carina me pertûk di dane hevdû . pişitî belavvkên wê demê ji me nedburîn û yekem kome çîrokan min kirî kome (komir) ya îbrahîm selman bû. dema ez çûme zanikoyê li Beẍda, yekem kome çîrokan min xwandî bi zimanê 'erebî, xewna dapîra endêra û hind çîrokên din ya gabrêl garsiya markîz û paşî çîroka deryavanê xeniqî û çîroka mirina ragehandî, ew jî bixêra hevalekî min xelkê slêmaniyê, navê wî şadman mele Elî bû, çiniku ew xwediyê pertûkxana elhuda li silêmaniyê bû, hemû dema cantê wî tijî pertûk bûn.
- ew çi taybetmendî ne tu di çîrokên xwe da fokesê li ser dike ?
– şêwazê nvêsînên min, ez hizir dikim gelek bêhin û hilma kelturê û jana gundan jê bê, foksa min bêtir li serketwariye û ew kesatiyên di çîrokan da dibînin, heman kesan di rojane li nav civakê me dibînim, kêm caran penayê jî dibime xiyalê da çêjbexş bin, xwendevan di navbera fentaziyê û ketwarî da xweşiyekê ji têkstê bibînin, zêdebarî nameyeka zelal û rastwxew li dor babetekî ji babetên rojeva me, çi caran min dest nedaye qelemê û bêjm dê çîrokekê binvîsim, hindek helwestên rojane dibin babet, hind kêşên civakê me, hind rexinên civaka siyasî …htd.
- armanca te ji çîrokinvîsînê çîye?
– armanca min ji nvêsînê? bawerke ez bixwe jî nizanim, dibie revînek be ji ketwarî, ji civakê û dibe henaseyek be bo min, çinku pişitî nivîsîna her çîrokekê hest bi barsivkatiyekê û şadiyekê dikim, heke bijim bo navdariyê dinvîsim, belkî gelek karên din hene mirov di vê serdemê zûtir û bi sanehîtir navdar bibe, helbet ne ji ber çi destkeftiyên diraviye, tenê ḧezeke û li nik xwe dibêjim ezê xizimetekê pêşkêşî ziman û wêjeya kurdî dikim.
- wek çîroknivîsek, tu çewa mjarên çîrokên xwe hildbjêre?
– çîrok bixwe vegêrana serhatîyeke ketwarîye yan aşupîye, lewra bêtirîya caran bi zimanê rabrdûyê dûr û nêzîk tê nivêsîn, ji ber ku kêm caran dê çîrokekê bibînî bi zimanê dahatû, ew jî divêt çîroka endêşeyî be yan dê çawa beḧsa rûdanekê bikî ku hîn neqewmîye, lewra ketwar û rûdanên civakî û bîrdanika nivîsînê gencîneya dahênana çîrokinvîsiye.
- ew çi babetin, bêtir ji naxê te di nêzîkin û tu çîrokên xwe li ser ava dike?
– wek me li bersiva pirsa serî de got; ketwar bi hemû elementên xweve, helbet her nvîserekî dîda xwe bo her kêşeke civakî heye û kilîtê çareseriya xwe ya taybet heye, ji we naveşêrm; gelek caran ji ber ferhenga xwe ya dewlemend a gundî, zêde gavî û zêderuyê li ser kîsê bajêrî û rûdanên di nav jiyana bajêriyan da dikim û gelek serhatiyên pêşmergeyî û rûdanên şoreşên kurdan bala min dikînin û bi vegêrana van rûdanan ez xwe şad dibînm.
- erê te hindek rîtwalên taybet hene, ku têda dahênanê dike û çîrokên xwe dafrîne?
– ez bêtir ḧez ji şevê dikem yan berê sibê zû û ji wextên salê, ez payzan ji hemû wextên dî yên salê çelengtir dibim, bêtir dixwînim, bêtir dinvîsim û min zorbeyî pertûkên xwe jî li payzê çapkirîne, ez pênûsî bikar nayinim, her kombiyuterê bi kartînim, pişitî peydabûna telefonên vê serdemê, hindek caran mfayi jê dibînim, wek nimûne dema ez ji derveyî mal yan ofîsa xwe hizirek hat ez wê di têbîniyade dinvîsim, gava gehişitme mal dest bi nivîsîna wê hizirê dikim, ew jî heke min zewqa nivêsînê hebe, heke nebe, ew hizir di telefonê da bimîne, heta rojekê xwe lê pale dikim û dinvîsim.
- tu bi kîjan çîrokinvîsê kurd daxbar bûyî? û yên biyanî?
– rastî, min çîrokên hemû hevalên me, yên devera behdînan xwandine û hindek jî dubare û sê bare. her çîrokinvîsekê sitayla xwe û xweşîya xwe ya taybet heye, ez xweşiyê ji çêrokên mamosta Enwer miḧemed tahir û celal mistefa û Dr fadil û ḧesen silêvanî, 'Ebidula cindî, ez dişêm bêjim ew mamostayên me li berî me çîrok nivîsî, hemûyan kartêkirin li min kirine, ji gêncan jî min gelek keyf bi çîrokên 'Adil 'ebid û Mecîd dikim û herwesa çîrokên Celîl kakeweysî, eḧmed îsma'îl , Dr ferhad pîrbal û şêrzad ḧesen.
ji biyanîyan; çend çîrokên yusf îdrîs ê Misirî, sadiq hidayetî û 'ezîz nesîn û miḧemed elmaẍût û cîms ciwîs û çendek ji çîrokên Rûsan jî min xwendîne û ez ḧezkiriye taybet ê çîxûf im.
- tu çewa rol û pêgehê kurteçîrokê di qada edebiyata kurdî da dihilsengîne?
– ez hizir dikim, çîrok janrekî ferze bo hemû dem û cîhan, çiniku alaveke kartêkere di biyavê perwerdê û jiyana rojane da, lewma jî dê bînin pirtûkên pîroz û pirtûkên werar miruvatiyê ji çîrokan pirin û zimanê çîrokê têda zale, ji ber hindê ez hizir dikim çîroka kurdî jî dê kartêkirina xwe li civakê heye û dê her hebe jî.
- ji bilî kurteçîrokê, tu helbestê û romanê jî dinivîse, tu kê ji van her sê janran, nêzîktir ji naxê xwe dibînî?
– rastî, ez bêtir giringiyê bi çîrokê didm û min pêxweşe bême naskirin çîrokinvîs ne helbestvan û romanvîs, çiniku çîrokinvîs gelek kêmtirin ji helbestvan û romanvîsan û çîrok gelek demî naxwaze, wekî romanê çi bo nivêsînê yan xwandinê, herweha hindek babet hene, tinê bikêr çîrokê tên, bêtir ji janerên din.
- te hêşita ew kurteçîroka tu bêtir şehnaziyê pê dike nivîsîye? û çima?
– ez hizir dikim hindek çîrokinvîsên me nekêmî çîrokên cîhanî ne, belge bo gotina min, pişitî hatîne wergêran nvîserên biyanî bi başî beḧs lêkrîye, lê mirov di siruşitê xwe da enanîye, ḧez ji bêtiryê û çaktiryê dike.
– heta niha, rexinegran çewa serederî li gel çîrokên te kiriye?
– ez dîsa dubare dikim, ez ji gelek hevalên xweyî çîrokinvîs ez bi şanistir bû me di vî warî de, heta niha bêtirî pênç namên masterê û dû diktora li ser çîrokên min hatine nivîsîn, heta ji derveyi kurdistanê, wek zankoya mustenisirye li Beẍdayê û zanikoya azadî li Tehranê, zêdebarî bêtir ji dehـ diwazde lêkolînên zanistî ji layê mamostayên zanikoya û vê dawyê pertûkek rexineyî jî ji layê rexinegra Tunisî 'Ewatif meḧcûb hatiye çapkirin, ji layê dar alkînaye li siwîdê, eve dilixuşiyekê di de min, ku me tişitek baş nivîsîye.
- tu paşeroja kurteçîrokê li devera me çewa dibînî?
– mixabin ez basariyekê di biyavê rewşenbîrî bi gişitî dibînim, ew germugurîya salên heşitiyan û nota û girê ya yekê ji dû hezarî nabînim, wek paşve zivrînekê dibînm, lê ez hizir dikim çîrok dê bimîne, heke mirina wê jê hate ragehandin, dê çîrok dawî gener bibe berew mirinê biçît, çiniku jiyana me hemû çîroke.
- te çi amojgarî hene bo gencên ji nû xwe avêtîne meydana nivîsîna kurteçîrokê?
– amojgariya min bo gencan bixwînin.. bixwînin.. çi dikeve be destê we bixwînin û hewl bidin xwe fêrî bêtirî zimanekî bikin ji bilî zimanê deykê.
Jêder:Kovara Metîn
Tîpguhezîn .semakurd