Share |

Şîfa Gerdî Çîroka Rojnamevaneke Wêrek

Tora Medyayî ya Rûdawê

Kitêba li ser xebat û jiyana rojnameger Şîfa Gerdî, bi navê “Şîfa Gerdî
Çîroka Rojnamevaneke Wêrek” derket. Berhem ji aliyê hevkarên Gerdî,
Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye amadekirin û Besam Mistefa jî ji
soranî wergerandiye kurmancî.
Şîfa Gerdî sala 1987an wek gelek zarokên welatê xwe li Kampa Zêwe,
kampa penaberan, Rojhilatê Kurdistanê hate dinyayê. Piştî xwendina
medyayê li Rûdawê dest bi karê rojnamevanî kir. 2016an operasyona
kontrolkirina Mûsilê dest pê kir. Ligel destpêkirina operasyonê, bi
programeke rojane bi navê “Focus Mûsil” derket ser ekrana Rûdawê. Li
ser daxwaza xwe diçû Mûsilê û bi şevan çîrok û hevpeyvîn û dîmenên
balkêş ên komkirî li Mûsilê nîşanî temaşevanan dida, wek pêşkêşkareke
cîhanî derdiket. Ew li çîrokên mirovî digeriya. Rojekê behsa
çarenivîsa keçên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin dikir. Rojeke din
çîroka kalemêr û pîrejin û zarokên wan ên reviyayî vedigot. Rojekê
lihawarçûnên tendirustî û xorakî lêkolîn dikir. Rojekê jî temaşevan
tûşî sûprîzê dikirin û bi kîvroşkeke birîndar re derdiket ser ekranê.
Roja 25.02.2017an Şîfa Gerdî careke din çûbû Mûsilê da çîrokeke din ji
programa xwe re bîne. Plana wê ew bû ku dotira rojê mêvanekî şareza
bibe ser Çala Xesfeyê, ku Çala Mirinê bû û DAIŞê bi dehan însan tê de
kuştibûn. Lê nikarîbû vê yekê bike, di dema kar de û di nava hizrîna
li ser anîna çîrokeke cengê de, bi bombeyekê jiyana xwe ji dest da.
Di vê berhemê de ligel bîranîn û nivîsar, teksten edebî û peyamên
sersaxiyê, lêkolîna akademîk a Şîfa Gerdî a bi navê “Rûdaw çawa
hilbijartinan rûmal dike?” dike ku mirov vê rojnamevana wêrek û şareza
ji nêz ve binase.

Şîfa Gerdî
Çîroka Rojnamevaneke Wêrek
Tora Medyayî ya Rûdawê
Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa
ISBN: 978-605-2246-03-0
21.5 x 13,5, 256 rûpel 20 TL