Share |

Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ dê mehekê li Hewlêrê were nîşandan.

 

 

Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ piştî Silêmaniyê dê li Hewlêrê jî mehekê derkeve pêşberî hezkiriyên şanoya Kurdî.

Hat diyarkirin ku şano dê mehekê her roj di saet 18:00an de li Hola Medyayê bê nîşandan. Derhêneriya şanoyê Şiwan Kerîm û Soran Osman dikin û Rêşan Hemo yê ku bi eslê xwe ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ye jî di şanoyê de rola sereke dilîze.

Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ piştî Silêmaniyê roja Çarşamê 15ê Hezîrana 2022an li Hewlêrê dest bi nîşandanê kir û dê mehekê derkeve pêşberî temaşevanan.Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ berî niha 55 rojan li bajarê Silêmaniyê hatibû nîşandan û zêdetirî 26 hezar temaşevanên wê hebûn.

Derhênerê ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ Şiwan Kerîm got, "Pir pir xweş, pir germ bû, temaşevan pir xweşik in, ew hêjayî karên baş û xweş in, xebatkar jî gelekî westiyan van çend rojan, gelekî spas ji bo vê germiyê. Hêvîdar im ku nîşandan di rojên pêş de jî berdewam be û hêvîdar im nîşandan dirêjtir be.

"Nîşandana şanoyê ya li Hewlêrê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê kirin. ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ behsa çîroka Babloyê dewlemend û navdar dike û çîroka keça wî û şofêrê wî yê taybet vedibêje.Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw jî di nav temaşevanan de bû û li ser şanoyê anî ziman, “Beriya her tiştî ez bixêrhatina wan dikim, 

  li Hewlêrê yekem roja nîşandana şanoyê bû. Dema wê dirêj bû lê ewqasî xweş bû ku meriv digot qey hîn dest pê nekiriye. Ez bi germî destxweşiyê li wan dikim, bi rastî tiştekî gelekî xweş pêşkêş kirin.”Temaşevanê şanoyê Bîlal Şakir jî got, “Vê şanoyê ruhekî nû da şanoya Kurdistanê, bi rastî karekî taybet e. Bi raya min divê her Kurdek vê şanoyê bibîne û bawer bikin ku poşman nabin.

”Di şanoya 100 xulekî de Rêşan Hemo, Rûbar Xalid, Soran Ekrem, Tahir Ebdulwahîd, Henar Kameran û hejmarek şanogerên din dilîzin.Rêşan Hemo yê ku bi eslê xwe ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ye û di şanoyê de rola sereke dilîze hestên xwe anî ziman, “Min hest kir ku temaşevan ji ew ê ku hêvî dikir zêdetir bû. Ez gelek kêfxweş bûm ku her kesî yek bi yek bi me re têkilî danîn, her çend roja me ya yekem bû jî gelekî dilxweş im ku bajarê Hewlêrê bi vê şêweyê pêşwaziya şanoyê kirin.”Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ dê li Kerkûk, Duhok û Almanyayê jî were pêşkêşkirin.  

 

 rudaw