Share |

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha çile aşkere kir

© Foto: amedtiyatrofestivali.com
© Foto: amedtiyatrofestivali.com

 

Şanoya Bajêr a Amedê bermaneya lîstikên meha çile weşand. Bernameya saziyê di 5ê çile de bi pêşengeha wêneyan a Ercan Altuntaş ya bi navê "Sewta Li Gel Ba" dest pê bike.

Dê pêşangeh di tevahiya mehê de ji hunerhezan re vekirî binîn. Di çarçoveya bernameyê de wê lîstikên bi navê "Xwezgînî" û "Lîkûbêj" ên ku Şaliko Bêkes nivîsîne, dê lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê bi awayekî xwezayî pêşkêş bikin. Dîsa dê di nava mehê de her hefte lîstika zarokan ya "Sê Ezezok" bê pêşkêşkirin. Ji bilî van lîstikan, dê şanoyên ji derveyê Amedê bên dîsa wekî mehên borî li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hunera xwe pêşkêş bikin. Dê lîstikvanên Teatra Yekta Hêvî bi lîstika "Heftûheyşta Du Kesan", lîstikvanên Seyyar Sahne bi lîstika "Bir Meşrutiyet Faciası Yahut Gündüzlerimiz" (Karesateke Meşrutiyetekê an jî Di Çaxê Rojê De) dê derkevin pêşberî temaşevanan.

Bernameya meha Çile ya Şanoya Bajêr a Amedê:

 

Sertaç Kayar-Sputnik